Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
pubg - tirşik
pubg
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. lîstikek onlîne e ,
li ser kombers , tablet û telefona tê lîstin .
brastî graffîka lîstikê xweş e , gelekî ked hatîye lêdan .
û bû ye beşek nû li ser youtube jî bihezaran lîstikvan vîdeoya parve dikin .

pirranî ya lîstikvana ji asya ye
lîstik li ewrope û usa xwe negirtî ye .
we ku ev lîstik li cîhê ne modern bêhtir tê lîstin .

di nav kurdên başûrî gelekî popular e
kes wek wan pera li vê lîstikê xerç nake
lê pubg faşîst e ,
ewqas kurd dilîzin lê ne ala kurda û ne jî zimanê kurdî heye di pubg de.

gelekî wextê gênca distîne ,
banga min li xorta ji xwer ziman fêr bibin kurro , her tişt bi wextê xwe xweş e .



07.04.2020 14:40 | shwinsherm

2. bi kurtiya (bnr: playerunknown's battlegrounds) ê ye.
lîstikek ya li ser şer an ku cengê ye.

yên dilîzin jê hezdikin. carekê min jî bar kiribû li ser mobila xwe lê min zû jê biribû. Niha ez ê bar bikim li ser komputerê*

sazkirin: rastkirina nivîsê. spas ji bo agahdariya te tirşikvano



07.04.2020 15:00 ~16:55 | de facto hozan

3. lÎstika ku li ser ÎnternetÊ bi awayÊ onlÎne tê lÎstin e. li jÛra min ya warê xwendekaran de erebek hebÛ, ev bÊnamÛs 24 saetan vê lÎstkê dilÎst e. bibÛ kÛçikê vÊ lÎstikê Û nikaribÛ dev jÊ berdana. Îja di serde jî dengÊ wÊ bere dida Û bi lÎstikvanÊn din re jÎ daxivÎ. min çend cara wÎ hişyar kir heya ku dengê wê girt. wer hasil qet kÊfa min jê re nayê, temiya min li ciwanÊ kurd bila xwe nexin tiştê awha beredayî. ji dêlava wÊ bila pirtûkekê bixwînin çêtir û bi xêrtir e.



07.04.2020 16:17 | tîrêj zana 21

4. lîstikek gelek popûler e lê şikir ji xwedê re, hê ne destê min ne jî çavê min lê ketîye. bi qasê dibînim, gelek wextê mirovan xerc dike.
ya ji vê jî xerabtir, temaşekirina vîdyoyên wan kesan e li ser youtubê ku pubg dilîzîn.



07.04.2020 16:47 | simurg56

5. ez jî lîstikvanekî Pubgî ye me. Dema min nû dest pê kiribû, bi rastî jî mirov dixwazê şev û biroj bileyizê. Lê piştî demekê din wekî her tiştî mirov jê aciz dibe. Lê herkes ne weke heve, yek ji wan jî birayê min e(mixabin). Her tişt di cihê xwe de xweşê. Dema lîstîkê jî heye û dema xebat,dibistan,hwd. jî heye. Divê mirov vê zani be û li gorî vê jiyana xwe bidomîne.

Lê li gorî min taybetmendîyên wê yên xweş jî hene.Wek hevnasîne nû, bi piranî kesen Kurd. Heya niha bi rêya lîstikê min çend hevalên hêja naskirine û vê hevaltîya xwe di jiyana rastî jî berdewam dikin.



19.04.2020 17:39 | merwano

6. Lîstikekê mobîl û kombersê ye. Ji aliyê gelek kesan ve tê lîstin û hezkirin. Lê min hê nelîstiye nikarim di derheqê naverok û kalîteya sepanê de şîroveyê bikim.



19.04.2020 17:48 | xelîl

7. tiştekî vê leystika pubg fêm nakim lê birazîyê min weka dîna dilîze.



19.04.2020 23:30 | raman

8. Kîjan bê kar û bê xebat heye vê lîstikê dilîz e.Hinik hene rojek sax, bi 12 seatî vê listika beradayî karin bilîzin. Ciwanên vê çaxê mêjî van hatîye şûştin. Nizanin dinya çawa diqewime.
Mixabin hezar cari mixabin...



14.07.2020 11:31 | dilreş

9. lîstîka ku di navberê salên 2018 û 2019 de hinek dilîzîbûm. Niha nalîzîm lê hesaba min dimîne.
bi rastî wext xerc dike.

tiştekî din ji bêjim, kurdên lîstakênvanên pubgyê ala senegalê bi kar tînin. Ji ber ku ala wan kesk, sor û zer e * .

Ala senegal:
Here lînkê



27.05.2021 01:32 | heval.js

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» pubg vs cod

Kategoriyên mijarê:: listikcihaz listikcihaz listikcihaz
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî