Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    45 mijar û 79 peyam
    peyvên tirkî ku kurd pirr bikartînin - tirşik
    peyvên tirkî ku kurd pirr bikartînin
    (6) (0) (20)
    di mijarê de bigere

    1. Peyvên ku kurd bi zanebûn ango ji tiraliyê zimanê xwe de bikartînin.
    Zêdetirîn kesên nezan pirr bikartînin û ji bo çi wisa dikin nizanim.
    zaten - Jixwe
    değiştirmek - guhartin ,guhirandin
    aramak - bi telefonê gerîn
    çağrı - bi rêya telefonê bangê yekî kirin
    karşı - hember
    konuşmak - xeberdan , axaftin , peyivin



    2020.04.07-14:52 | brzn

    2. peki- baş e
    o zaman- nexwe, ewçax
    neyse- werhasil,axir



    2020.04.07-15:04 | de facto hozan

    3. Zaten, değiştirmek, aramak, çağrı û karşı rast e lê konuşmak na. Heta neka min nedîtiye kesekî Kurd gotiye em konuşmîş dikin/dibin. Dibêjin em xeber didin/diştexilin/diaxivin/dipeyivin/qise dikin...



    2020.04.07-15:20 ~15:21]| xabûrî

    4. Boş û alçax di kurdî gelekî tê bi kar anîn, bi ya min gelekî jî cih digire. Wek Fêrîkê Ûsiv bi kar anîbe.



    2020.04.07-16:22 | xwebixwe

    5. (bnr: tirkmancî)



    2020.04.07-21:18 | brzn

    6. peyva herî zêde nav gel de tê bikaranîn (stur:ama ) ye. kurd'ên me ama guherindin e ema yê.bi kurdî ya wê peyvê ye.



    2020.04.07-22:07 | golikvan

    7. zaten (divêjin zatenî) = jixo, şixo, ji xwe, ji xo
    belki = dibe ku, heye ku
    ancak = her wiha, tenê, bitenê
    ama = lê, lêbelê,



    2020.04.08-04:24 | afa

    8. hey hey ama ,belkî , zaten ne bi tirkî ne hûn çi dibêjin looo?

    û bi min peyva "gelişmiş" bike ye



    2020.04.08-13:17 | shwinsherm

    9. sinav sonucîya te açiklanmiş bû.
    Sinav: ezmûn
    Sonuç: encam
    Açıklamak: daxuyandin

    encama ezmûna te xuya bû



    2020.04.08-14:06 | kajav

    10. merak : tatêl e.
    mînaka çewtî; ez mereq dikim wê çawa bibe.
    mînaka rast; ez tatêl dikim wê çawa bibe.
    kesîn : teqez e.
    mînaka çewtî; kesin ew derewan dike.
    mînaka rast; teqez ew derewan dike.
    israr: tekez e.
    mînaka çewt; israr nakim bo ku tu neçî , bi cehm be.
    mînak rast; tekez nakim bo ku tu neçî , bi cehm be.



    2020.04.13-17:26 | brzn

    11. kesinlikle, neyse, amk, siktir, görüşürüz, nomissız, şerefsız,



    2020.04.13-17:44 | soryazyus

    12. Gelek peyvên tirk bi kar tînin, kurd jî bi kar tînin. Ji erebî ji farisî an ji zimanekî dinê. Dibe ji Tirkî jî be. Nayê maneya ku ew peyv bi Tirkî ye.
    Peyva ku di kurdî de runişti be û li gorî kurdî hatibe sazkirin edî dibe malê kurdî û eger ji bav kalan ew peyv hatibe bi kar anîn divê mirov zorê nede peyvek dinê. Lê ne her peyv.

    Çend mînakên li kurdî tê:
    însan
    Meraq
    mane
    Nîsan
    Rihet
    Herf
    spor
    Komîk
    eger
    Firset



    2020.04.13-19:00 ~19:01]| giyanstêr

    13. Bikaranîna Divê neyê vê wateyê ku peyivên tirk bikartînin hemû Tirkî ne.



    2020.04.13-19:18 | xabûrî

    14. neyse, amk, komik, fırsat



    2020.04.13-20:47 | lîfikê firaxê

    15. Cewab
    Ez li te geriyam lê te cewab neda
    Cewab = bersiv



    2020.04.13-20:57 | afa

    16. acaip = gosirmet , tewş



    2020.04.14-23:10 | brzn

    17. ulaşmîş nabe (telefon) - gihiştin - negihiştin



    2020.04.14-23:14 | xelîl

    18. kontrol (ne tirkî ye lê tirk wisa wergerandine zîmanê xwe ) = Em kurd dibêjin (bnr: tesel)
    O zaman = ew çax , wî demê , wî çaxê
    tu dikarî li vir jî mêze bikî (bnr: teselî kirin)



    2020.04.15-14:18 ~14:19]| brzn

    20. Qahwaltî bikin - taştê bixwin
    Aramîş bikim - lê bigerim
    Qapî qapamîş bike- derî bigre
    Başlamîş kir - dest pê kir



    2020.04.15-15:30 | rizgarm

    21. Kitap=pirtûk
    Bilgisayar=komputer an jî komûter
    Küllük:xwelîdank



    2020.04.16-00:52 | master kurd

    22. Qullanmîş dikî - bi kar tînî



    2020.04.17-00:31 | afa

    23. êpêce, dêmek ev peyv gelek deveran ketine nav zimên û pir aktîv in.



    2020.04.17-13:39 | roberz

    24. inanmak-bawer kirin.

    ên ku weke "inan bike" bikartînin hene. yaw çi ker in yaw. çima nabêjî "bawer bike" hey kero !



    2020.04.17-21:44 | brusk56

    25. pekî û neyse ya ewil dîsa dermanê wê heye lê ya duyê derdê bê derman e. di ferhengan de bi dehan peyvên beramberî wê hene lê yek jî cihê wê xweş nagire. axir, werhasil, bi kurt û kurmancî, ez çi serê we biêşînim?!



    2020.04.18-03:55 | endazer

    26. işte = wiha , mêze bi kar bîne.



    2020.04.18-20:12 | brzn

    27. köşe = (bnr: qunc) e.



    2020.04.18-23:43 | brzn

    28. Hiç = qet, tu car, qethîyan
    Ez hîç ji te hez nakim = ez qet / tu car ji te hez nakim



    2020.04.19-00:21 | afa

    29. însan= mirov
    insanlik = mirovahî



    2020.04.27-06:24 | brzn

    30. Ezan, azan = bang, gazî



    2020.04.28-00:59 | afa

    31. hejmar û daha.
    Bala min dikişîne ku dema Kurdî diaxivin jî hejmarên Tirkî bi kar tînin. Bi taybetî jî wexta pûanên ezmûnan yan jî di pola çendemîn da ne dibêjin da wusa dikin.



    2020.04.28-13:22 | xabûrî

    32. gîtmek - here , biçe



    2020.05.02-15:32 | brzn

    33. iş -şuxl,şixul,şol,xebat,kar

    Gelemperî wiha dibêjin - binêre îşê xwe
    divê wiha bê gotin -binêre karê xwe yaww



    2020.05.02-15:42 | jehr

    34. Yoksa, yoxsa



    2020.05.02-16:28 | vîta

    35. Neyse, iş, amaç, gerek, lavabo, banyo, gündem, sipariş, yazi(î), oje, ruj, temiz, pis, amûrên teknîkî hwd.



    2020.05.02-16:31 | hewdibi

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    hahangava [1]
    (bnr: hangava)...
    hangava [2]
    zû bi zû, ecele, bi lez û bez... hahangava jî tê gotin. ...
    borderline [3]
    Borderline xerabûneke kesayetê ye. Kesên borderline bin jiyan ji bo wa...
    xapandina kurdan [2]
    Piraniya kurdên ku tê xapandin ji kurdbûnî rê dûr ji hezkirina ziman û...
    sîfik [1]
    Rengeke (en: pink) ku li gelek deran dibînim kurdên me şûna wê pembe/p...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » peyvên tirkî ku kurd pirr bikartînin
    » tirkî
    » kurdî nezanîna rêveberên rojmameyên özgür gündem û doğru haberê
    » pirrzimanî nîşaneya jîrbûnê ye

    Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî