Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


5 mijar û 6 peyam
meaşên tirşikvanan - tirşik
meaşên tirşikvanan
(7) (0) (16)
di mijarê de bigere

1. pereyê ku tirşikvan ji bo nivîskariyî distînin.

gelo meraq dikim ka hûn çiqas pere distînin. ji min re gotin meha ewil asgarî em ê bidin lê bêyî sîgorte. çi bikim wê neyiyê de min jî qebûl kir. lê nizanim min baş kir yan na



2020.04.07-19:02 ~23:44]| de facto hozan

2. dîsa maye dereng. bi rastî ev rêveberî çi bi van pereyan dike nizanim.



2020.04.07-19:52 | brusk56

3. Heta niha du caran min hesaba îbana xwe de rûyê peran dît. Ne zêde ye lê têra me dike.



2020.04.07-19:56 | kajav

4. Heq-desta ku ji bo nivîskarî û peyvên li ferhengê hatine zêde kirin ji aliyê konseya reveberiya tirşikê ve tê dayin e.
Her çend ji ber dereng razandina pera rêvebirî hatibe tewanbar kirin jî revebirî soz daye ku dê li ser qewlê xwe bimîne û di demeke nêz de pere digel faîza wî were razan.heçî kesê perê min bixwe, ne li vê dinyê ne jî li dinya din xêrê nabîne*



2020.04.07-20:30 | tîrêj zana 21

5. (bnr: grev)



2020.04.07-20:36 | hespêsor

6. sazkirina mijarê:
hinek peyam tên ji min re yek dibêje tiştek wisa heye ma, yek dibêje ez saleke li vir ez mehê 50 panqnotan distînim, yek dibêje perê mirov nadin...

gelê tirşikvanan peyamên xwe bi moderesyonê bişînin ji wan bipirsin. bi rêz û hurmet..



2020.04.08-01:04 | de facto hozan

7. Meaşê ku bûye sedema alozî û tevliheviyê. Di nava tirşikvana de çend agahiyên şaş digerin ku di derheqê serokatiya sendîqaya nivîskarên tirşikê de. Law wele serok ne ez im, ez jî weke we mexdûrim û li pey mafê xwe digerim. Ez jî li benda daxuyaniya berdevkê konseya rêveberiya tirşikê me ku vê aloziyê rawestîne û mafê her kesî bidê. Heke rêvebirî li ser pera runê dibe ku vebijêrka grevê jî were guftûgo kirin. Têkildar ne ezim, ji bo têkiliyê kesên belengaz dikarin raste rast ji sîmûrg56 re peyamê xwe birêkin*



2020.04.08-01:22 | tîrêj zana 21

8. wille ev trollek xweş e we ez jî xapandim .
min go qey hûn hemû bi peran dişoxilin û ez tenê wek kera li vandora me .



2020.04.08-02:02 | shwinsherm

10. Meaşê ku nizanim herkes weke hev distînin an jî na.
Ji xeynî meaş, pereyê qezençkirî jî heye. Lê ew ne ti pere ye.

Tê gotin ku ferhenga şikestî j'ber ku ji meaşê xwe neqayîl e, xeyîdîye û hew dinivîse.

Ez hêvîdarim ku rêveberîya tirşikê, vê pirsgirêkê hal bike û hinek meaş bidê tirşikvanên nû yên jêhatî jî.



2020.04.08-02:44 | gumgumok

11. Sedema ku em li benda 15ê mehê ne. Xwedê ji rêveberên tirşikê razî be ku me bê pere nahêlin.



2020.04.08-11:21 | xabûrî

12. meaşê ku ev penç salê distînim. min peşîya zewaca xwe gelekî wî kişand le ev 2 sale ser hev zêde dibe. Xwedê kêmasîya tirşikê nede.



2020.04.08-12:31 | quşxaneli

13. meaşê esqarî û serê ecibandina entery jî îkramiye dide rêveberê tirşikê. her wiha xwediyê tirşikê bijîşk e, loma muaneya bê fîş û pere jî ser de promosyon e. di rojên cejnan jî çewalek pîvaz, bacan,fringî û patat jî bi kargoyê dişîne mala nivîskaran. helbet nivîskarên xwe mehrumê tirşikê nake.



2020.04.08-14:03 | umed

14. henekên ekşi sözlükê. ji me re tiştên xwemalî divê.



2020.04.08-16:31 ~16:31]| xeyda

15. meaşa ku haja min jê tune ye, rebenê ez. min digot li vir em bi dilxwazî dinivîsin. :/



2020.04.08-16:37 | xelîl

16. kro tirşikvan tev hatinw vir wille *



2020.04.08-17:52 | shwinsherm

18. Meaşê ku mala xwedî ava bo nivîsandinê motîvasyonek dide min



2020.05.04-09:08 | kajav

19. Meaşê ku vê sibê zû bi min Dide nivîsandin



2020.05.04-09:18 | qijilyo

20. meaşê min ye ku vê mehê kêm dane
ma ez jin bavê me :(



2020.05.04-14:21 | merwano

dengdanên dawîn (Yên Din..)
abdullah keskin [4]
li kurdistanÊ wexta ku mirovek serkeftî bibe neyarên wî jî zêde dibin....
haiku [1]
hebek ji min, ezbenî: guh bidin repînan (6 kite) (stur: ke...
aram tigran [1]
Hunermendekî bêhempa.Bi qasî ku ez dizanim bi eslê xwe ermen e lê stra...
aram tigran [1]
Humermekî her roj qedr û qîmeta wî zêdetir dibe. Xizmeta ku hunera Kur...
ebûlfîda [2]
Dîroknas û astronomê kurd. Ebû'l fîda (bi erebî: أبو الفداء, Abu'l-...
belki ev jî bala te bikişînin
» meaşên tirşikvanan

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî