Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
tirşikvan çawa bi tirşikê hesiyan - tirşik
tirşikvan çawa bi tirşikê hesiyan
(28) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Mijara ku dê awayên pêhesandina tirşikê bihewîne. Heçî kesê nû xwe tomar kirine an jî yên berê , bi çi awayî li tirşikê rast hatin li vir binivîsin heye ku bingehek an jî îstatîstîkek bê bidest xistin û ev agahî ji bo berbelav kirina tirşikê dibe ku were bikar anîn. Yanê jê were fêm kirin ku bê kîjan çalakî an platform bandorê li ser kurdîheza dike û wan dikêşe tirşikê.

Pêşî ezê dest pê bikim. Ez bi şaşitî li tirşikê rast hatim.ez tu carî li ser tora civakî navê tirşikê nebihîstibû. Rojekî li ser googlê min li gotinê kilama karapetê xaço digeriya min dît di encamê lêgerînê de tirşikderket. Belê gotin tune bû lê sernivîsa karapetê xaço hebû. Piştî ku min çend peyama xwend û paşî min xwest bibim endam, nav, epeyamî filan dagirt û rastî pirsa welatê kurdan hatim. Ji ber min tîpê û-u tevlîhev dikir min kurdistan, kûrdistan dinivîsand û endam bûna min nedihat pejirandin. Piştî çend meha dîsa min hewl da ku bibim endam û vê carê çê bû.



07.04.2020 22:37 | tîrêj zana 21

2. cara ewil wextê vebûn û geşebûna ferhengê, 2013, haya min jê çêbûye, min hesabek vekirye û 3 kit peyam nivîsye. A duyem 2016an qeydbûme min vê carê tam 6 peyam nivîsye. Bi hevokên mîna paşê haya min jê çêbûyî dinivîsim çinku dema cara sêyemîn min vî hesabî dest tirşikvanîyê kir ez bi tesadufî rastî her dû hesabokên dî hatim û min go heylo vaye ez.

heyva sibatê di parvekirinek sînemaya serbixwe de min bacanê reş dît ketim midbaxê û min go çima netirşikînim.



07.04.2020 23:03 | hespêsor

3. yekemîn car min tirşik net li ser facebookê dîtibû. wê demê hêj nû peyda bibû lê ez neketimê. demek dirêj pişt re min dest bi şopa ekşi sözlükê kir hedî hedî ew daxwaza ku bibim endamê ferhengê hat min. Lê ew ferhenga tirkan bû min nexwast bikevim li wir û piştî salan ez hatim tirşikê.

gotinek din; hêvidarim nivîskarên me pitir online bin, pitir înteraktîf bin.



07.04.2020 23:39 | de facto hozan

4. Ez hîn zarok bûm, şeveke havînê bû, ji sibehê heta êvarî bi hevalên re min li zikakê lîstibû, ez pir westiyabûm Û pir birçî bibûm. diya min bangî min kir go: "haa giyanstêr ka were malê, were şîvê bixwe"
ez hatim migo, "daye ev çi ye?"
Go, "kurê min ev tirşik e, bixwe xwarineke pir xweş e"
min xwar û min got çi xwarineke xweş e rebî. Cara ewil ez wisa bi tirşikê hesiyam*

Henek li aliyekî A rast nayê bîra min ez ji ku bi ferhenga tirşikê hesiyam. Dibe ku ji twîtterê be.



07.04.2020 23:50 ~23:50 | giyanstêr

5. Estanika mi wina ya. geyrayîşê google de kewtibî vernîya mi la mi çiyek tirşik ra fam nêkerdibî. Înteraktîf ferheng çîyo mi nêzanaynî. Tira dima mi xo ekşî sozluk de qeydê xo viraşte. Mi a wext qîmeta tirşik.net hêdî hêdî fam kerd. Gelekî wext Mi tena entry wendinî. Heta mi qeydê xo viraşt yew di aşme vîreti.

Çîroka min wisa ye. Ez jî lêgerîna googleyê de ber tirşik.net hatim. Vê çaxê min nizanîbû înteraktîf ferheng çî ye? Çi tişt tê parvekirin min qet nizanîbû. Piştre min ekşî sozluk dişopî, rojekî min qeyda xwe li wir çêkir. Vê çaxê min fam kir tirşik jî wek platforma ekşî sozluk e. Demeke dirêj min tenê entry dixwend. Min xwe de nedît ku ez jî xwe tomarkim û binivîsim. Min got ez nikarim wekî wan binivîsim. min ev xîret li xwe nedît. Û ev çax (tîrmeh 2019) tirşik gelek gelek bêdeng bû. Piştre çawa çêbû nizanim tirşik hat ser xwe, vejînek çêbû gelek nivîskarên kewn û nivîskarên nû hatin nivîsandin. ( Mijdar 2019) Ev vejîn ji bo tomarkirinê cesaretek da min. Ji vê rojê heta îro car caran dûr bikevim jî têm dinivîsim.



08.04.2020 00:10 ~2021.05.01 02:26 | kajav

6. 6 sal berê bû min di (bnr: ekşi sözlük) ê de dît û ez bûm endam lê ji ber min nizanîbû nivîsandina kurdî ez nema ketimê heta wê roja min di Twitterê de postek hesabê tirşiknetê dît û ez jî nûde bûm endam.



08.04.2020 00:43 | f

7. li ser şirovak youtubê.



08.04.2020 00:48 | shwinsherm

8. em carekî li ser googleê li çêkirina tirşikê digeriyan, bi sê awayan min nivisand;
"çêkirina tirşikê"
"how to cook tirshik"
"tirşik nasıl yapılır"
pêşî min dît tirşik.net, min jî got qey ji bo çêkirina tirşikê malper vekirine, min nihêrt na tiştek dine, ez revî revî jê derketim, lê qederkî şûnda min xwe ranegirt û ez dîsa ketimê, ketin ew ketin.



08.04.2020 04:07 | afa

9. Bi rêya gotina Kekê min.Waxtek kekê min tiştên kurdewarî ku zêdetir dişopand û ew dem derketina lînuxa kurdî, wergerên fîlmên kurdî li ser wergerîne.com, bernameyên wek firefox, wînrar bi kurdî.... lê heta vî demê ti car bala min nedikişand. Dû re dîsa kekê min ji min re got tirsik.net vebûye. Min go ew çi ye? Got ferhenga înteraktîf a bi kurdî ye. Belê her ku diçû tiştên kurdî bala min dikişandin lê ne qasî ku bibin endam ê binvîsim.Ji wî demê şûnde car caran dihate hişê min û min dihat serîkê didayê.bi rastî jî heta wî demê min bi hişê biratiya gelan jî bawer dikir. Lê êrîşa li ser rojava jiyana min sero bin kir.
Tirşikvaniya min jî wisa dest pê kir.



08.04.2020 05:10 | brzn

10. Sala ku ez KPSSê dixebitîm, nizanim 2013 yan 2014 bû hevalekî li wargeha ku ez lê dimam ji min ra qal kiribû. Ji Şirnexê bû û li zanîngeha artûklûyê lîsansa bilind xwendibû. Lîsansa wî jî Ziman û edebiyata Tirkî bû. * Min got temam temam û belkî ez bûm endam jî lê min serê xwe pê ra neêşand. Piştî ku hevalê kajav jî ji min ra got vê carê min destpêkir.



08.04.2020 11:28 ~11:29 | xabûrî

11. sala 2018an min pirtûkeka jan dost dixwend û li wir biwêjek hebû ku min nedizaniye çi ye. min li ferhenga niherîn û ji hevalan û hogiran pirsîn lê tu encam derneket. dawiya dawî min got zêde hêviyên min tune ye lê dîsa jî ez li ser googleê jî bigerînim ka tiştek derkeve.

derket! li tirşikê ji bo biwêjê mijarek hatibû vekirin û wateya wê jî nivîsandibûn. *

mijar û entryên din xwendin. ez matmayî mabûm ku çawa haya min malpereka wiha tune bû. min got ez çi ehmeqekî bûme ku ez her roj ketime ekşisozlukê lê li vir ferhengek bi xwerû kurdî heye û ez diçim li ber deriyê xelkê li şîroveyên wan dinihêrim.

hema wê demê ez bûm endam lê bi rastî êdî tu kes nedinivîsand wê çaxê. mirovekîrind û simurg56 û birûya hayao miyazaki û hozan serhad hebûn li vir.

niha baş e bi endamên nû dîsa geş dibe û mirov dixwaze bikeve tirşikê peyaman bixwîne. hêviya min ew e ku ev rewşa geşbûn û qerebalixbûna tirşikê domdar û daîm bibe û ez jî her sibe û şev mereq bikim ka li tirşikê çi hatiye nivîsandin û lê binihêrim.*



08.04.2020 16:31 | xelîl

12. baş nayê bîra min lê çê dibê ku min li ser twîttirê pê hisîyabim(nîsan an jî gulan 2019)
ji bo qeydê min hemû agahiyên xwe dagirtin, pirsa dawî ma.
Min navê welatê Kurda bi tîpên mêzin nivîsand.
qebûl nekir :(
çend carê din min dîsa ceriband dîsa çê nebû, min jî got qey pirsgirekek heye.
Min ji devê berda.

piştî 7 meha din hevalekî min li ser înstayê ji min pirsî ku ma hesabê min heye.(26.11.2019)
Min jî jê re got filan mevan çê nebû.Wî jî got, ka dîsa biceribê.
min vê carê bi tîpên piçûk nivîsand û çê bû *

ji bir vê 7 meha ji tirşikê dûr mam :(
Nîşe: ew hevalê ku got dîsa biceribîne kajav* lê qet nehat bîra min ka navê te li wir çi ye û ne wî got ka te çir? Tu qeyd bûyî?



14.05.2020 03:53 ~2021.06.19 08:39 | merwano

13. sala 2013an bû, hîn ji zanîngehê mezûn nebûme li bajarê ezmîr şev û roja min bi kêf û xweşî derbas dibe. hevalek ji hewalan go dilê te naçe tirşikê were em bixwin. min go baş e, de em bixwin lê mebesta hewal ne tirşika balîcan, îsot û firingiyan bû, bîleks tirsik.neta delalî bû. her bijî tirşika min, her hebî!



31.05.2020 23:01 ~23:03 | tizbîkêş

14. Di sala 2014 an de Twitterê mesajeke hate min, pê wê hesiyam, min formata ferhenga înteraktîvan dizanibû ji 2007 an li vir yek ji nivîskarên ekşi sözlük ê bûm. ew çax xwendin û nivîsandina min a kurdî zêde baş nebû, bi saya tirşikê gelekî tişt hîn bûm, rêziman, rastnivîs, hevoksazî, peyvên herêmên din a Kurdan, peyvên çêkirî ya modern, nivîsa standard û hwd.

Heyrana sebr û xîreta simurg56 û nivîskarên mayinde me, wextê hatibûm zêde hêviya min tunebû min digot qey ber sekeratê ye, lê belê 8 saliya xwe temam dike, spas tirşikê, her hebî, her bijî...



31.05.2020 23:29 | mîr

15. Rojekê li ser googleyê min mijara veqetandekên nebinavkirî geriya pêşî malpera tirşik.netê derket pêşiya min. Rastî pirr xweş eşkere kiribûn. Lê wê demê min nizanibû ku tirşik ferhengekê interaktîf e. Ji ber wê malper bala min nekişand. Nizanim çima jî.



16.07.2020 23:53 | yûsiv

16. welle ti haya ji tirşikê tinebû. care flortê min ê berê qal kiribû. min serik lê da lê nebûm endam paşê çawa çêbû nizam bûm endamê tirşikê. lê min 1 2 entry nivisî paşê min nêri ji mi ra dibêje "ti çomez î" şikiyam, xeyidim.... hey wax dinyayê derewîn min kire mecbûrê tirşikê. niha ji sibê heta êvarî li vir im.

not: heku meriv karibe bi pêwendiya twitterê jî têkeve tirşikê wê gelek baş be.



17.07.2020 15:57 ~16:24 | zerê

17. Tê îstatîstîkek peyda biba lê
Çîrok peyda bûn. Xwezî hevalan hinek bi kurtasî nivîsîna. Min bixwe çîrokek a instegramê de dît.



12.06.2022 01:09 | evcebarê pirê

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikvanên di dawiya şevê de aciz dibin
» çawa
» tirşikê de îhtimala xwandina peyamên taybet

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî