Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


34 mijar û 52 peyam
zerkalo - tirşik

Em karin bêjin filmek otobiyografîk e. Bav, jin û diya derhêner bi xwe bi awayekî cih digre di filmê de û ji jiyana derhêner beşa emê temaşe bikin. Bi dîmen û diyalogan mîna ku Tarkovsky bi xwe jî got...
(2 şîrove)
zerkalo
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Bi seranser tevliheviyek mezin dorpêç dike filme. Na na sedem cahiltî û nezanbûn nîne, sedem zanebûn û şarezatiya derhêner e. Tarkovsky di nav zeman de em karin bêjin wekî masiyekî avjeniye dike. Lê na wêdetir, zeman tevlihev dike û carna tîne ba hev. Berê, niha, pêşerojê û zemanê bêzeman. Ji bûyerên dîrokî jî dîmen girtiye û ew jî bi ser filma xwe de reşandiye. Ev tevliheviya bandor li ser kamerayê jî kiriye ku kamera gav reş û sipî gav jî bireng dikşîne.


Derhêner ji jiyana xwe jî beşa pêşkêşî me dike ji ber ku em binesaziyê de dengê bavê tarkovsky û helbestê wê gohdar dikin , lîstikvaniya jina wê temaşe dikin û hwd. Em bandora jinê dibîne di filmê de û di nêrîna derhêner de, belê bi hemû hebûna xwe jin (ji ber ku em dîmenê jinê bi temamî dibîne, zindî û bi ruh); lê tenê dengê bav heye û pir kem jî dîmenê wê, ew jî ji bo bila bav di bîrê de bimîne ye.


Bi kurtasî em karin bêjin filmek ji hiş û binhişê derhêner em temaşe dikin. Bi derbasiyê lezok, bi dîmen û diyalogên tevlihev û lihevnehatî, bûyerên jibîrnebûyî û bibandor, bîranîne belek belekî û filmek helbestî...


Min dîsa qinyat anî ku ev derhêner ji karê xwe zêde zêde fam dike.



09.04.2020 12:59 ~13:01 | rizgarm

2. dema hatiye çêkirin ji ber ku pir kesan baş fam nekiriye ji fîlmê gelek rexne kirine û heya gotine çi hewcebû te vê fîlma hanê çêkiriye, bê wate ye. dîrokê van gotinan binax kir fîlm ma.



09.04.2020 17:09 | roberz

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» zerkalo

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinemaflm sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî