Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 24 peyam
motîvasyona misilmanên serhişk - tirşik
motîvasyona misilmanên serhişk
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. gelek kesên pir bin bandora îdeolojiyan de mane gelek tiştên ecêb ji xwe re dikin motîvasyon. a herî bi min ecêb tê dîn e. ez li hember van axavtinan sitem dikin ji ber ku dibêjim çi hewce ye ez bi vî serhişkê re ketim nîqaşê. hinek motîvasyonên wan wiha rêz dikim;

- serpêhatiyên kesên ewrûpî ku bûne misilman
- qezenckirina hûriyan bi xwarina qet û pariyên nanê
- paye bilindên ku behs û pesna dînê wan didin
- qaşo edalet û dada bêhed ku ji dînê wan der dibe


xwedê feraset bide wan :/



09.04.2020 20:36 | roberz

2. Dijûn kirina fila û êzidiya. Hin kurdên ku serê wan bi olê hatiye şuştin û heke hêz bikeve destê wan dê ji daişê hovtir bin, hama çav li êzidiya dikin û dest bi dijûn û nifiran dikin. Hama dibêjin 73 cara fermana wan rabûye xwudê bike 73 yê din jî bê serê wan. Ez ne êzidî me lê li hemberî biçûk xistin û dijun kirina wan im. Bo min ya girîng kurdayetî ye. Ezidiyên ku bi kurdî daxivin û dilê wan ji kurdistanê re lêdixe helbet ji kurdên bisilman yên ku bi tirkî daxivin û raya xwe didin wê partiya malûm bêhtir birayên min in. Ew bisilmanê ku dua, nimêj, rojiya xwe bi zimanê serdestên xwe bi tirkî û erebî dike, radibe henek û tinazên xwe bi wan êzidiyên ku dua, nimêj, cejn, niyet û hama çi hebe bi kurdî dibêjin dike. Belê we yek ji van kesa dî teqez hûnê vê çîroka ji devê wanê xeberok bibihîsin." Rojekî filankes çuye iraqê û niza çi bûye û hama vî jî gotiye ne`let li şeytan bê û van êzidiya rapeliqiyane wî.... " û paşê 5 çirk dijûn û biçûk xistin.

Mixabin û 1539 cara mixabin, bi vî awayî gelek nikare bibe netew, nikare yekîtiya xwe çê bike û nikare ji bindestiyê rizgar bibe.kesên temen dirêj wan jiyana xwe bi awayekî bindest be jî jiya ye. Û hînî vê jiyanê bûne, bo wan heke xanî, xwarin û cilê wan hebe bes e û divê dengkikê xwe dernexin. Ji ber her tim bi tunebûniyê mezin bûne û niha jî piçek be jî gihaştine rehetiyê naxwazin ev hemû têk here. Lê kesên ciwan divê bifikirin hêj jiyanek dûvdirêj li pêşiya wan e, yan ewê bindestî û bişaftinê bipejirênin an jî bi rihê kurdayetiyê dê li kurdan binehêrin . Hilbijartin ya wan e û jiyana mayî jî ya wan e.lê divê vêya jî bizanin jiyana rojekî bi rûmet ji jiyana hezar salî ya bêrûmet çêtir e.



09.04.2020 23:50 | tîrêj zana 21

3. motîvasyona wan ew e ku xwedê , ji xwe dihesibînin.Bi ya min jî (bnr: xwedê kurd e).



10.04.2020 00:31 | brzn

4. (bnr: bihûşt)

(bnr: hûrî)



18.02.2021 23:25 | de facto hozan

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» motîvasyona kurdên xwandevan
» misilmanên ji bo pêxember digirîn
» serhişkên xwedênas vs serhişkên xwedênenas

Kategoriyên mijarê:: oldin oldin oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî