Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


12 mijar û 19 peyam
stranên pir zimanî - tirşik
stranên pir zimanî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nizanim ji eyşe şan dest pêkir an ji kesek din. lê belê di van stranên pir zimanî de jî du sê ziman hene ku stranbêj bikar tîne. belkî li hin welatan ev tişteke taybet û çandî be nizanim lê dema kurdî, nexasim ji aliyên kurdan ve, bi zimanekî din di heman stranê de bê strîn îmana min ji wê stranê diçe.


strana navdar a wernê wernê jî ji aliyê milyonan ve hat guhdar kirin ji xeynî kurdan kes nizane kurdî ye belkî ereb bizanibin ji ber ne erebî ye.


mesele ev jî nîne exleb kurd çima vê tiştê dikin fam nakim. armanca wan çi ye? dibêjin ne ji dêrê ne ji mizgeftê bim çi ye mesele?

her çi be dilê min qet germ nebû li ber vê meselê. ji ber vîdeoya hunergeha welat ku bi kurdî û erebî hatiye çêkirin min got bînim ziman. yaw derfetên we hene. bila her kes ji xwe re kilama xwe bêje .çi hewce ye.






10.04.2020 11:04 | roberz

2. (bnr: sherîf omerî) jî yek ji wan e.Bi rastî ez dema ku gotineke tirkî nav stranên me de dibînim , ew stran çiqas xweş be jî li ber çavên min reş dibe diçe.Dîsa sherif omerî stranên xwe de zêdetirîn ser mafên kurdan disekine û tîne zimên.
Hunergeha welat jî komeke serkeftî ye lê nizam çima erebî wisa zêde bi kar tînin.Niha li sûrîyê wekî tê gotin kurd hindikin cîhên ku destê kurdan de ne zêdetir ereb lê dijîn.Ji bo aramî û wekhevî li wir xirab nebe û eşîrên ereban negihîjin rejîma esed de , tiştên wiha dikin.Lê nizam .iqas rast çiqas ne rast.



10.04.2020 11:41 | brzn

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
belki ev jî bala te bikişînin
» stranên tenê bi amûrekê
» pirrzimanî nîşaneya jîrbûnê ye

Kategoriyên mijarê:: muzik muzik muzik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî