Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 50 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; kêswês ketin
peyamên çepikkirî

119772. lêkereke hevûdudanî an jî biwêj e. Lê li ser înternetê tenê carekê hatiye bikaranîn. di ti ferhengan de nayê dîtin. Ji ber ku wate hinek mecazî ye min nexwest li wîkîferhengê bêyî şêwirînê zêde nekim. Li vir du mînak hene:

Bêhna wê çikiyabû û kirasê aciziya xwe çîrçîrî kiribû. Bi lêdana deriyê odeya wê re kêswês ketibû govenda aciziyan, sazbendên êşan rawestiyabûn, xwêdana eniyên xwe paqij kiribûn.— (Qolyeya Cécileê, Mîran Janbar, Weşanên Lîs, 2012, r. 72.)

Di mehên havînê de, dera ku hala zerzewatê ya kevin lê ye dibe hêwana hokêyê. Ev der bi giştî bo kesên ku ji gundan rojborî tên di rewacê de ye û piştî ku minîbêsa gundan a dawî bajêr bi cî dihêle, kêswês dikeve vî cîgehî. Di mehên Remezanê de jî, kesên ku li ber hêwanên hokêyê yên ku heta paşîvê vekirî dimînin li benda mêzan in dikevine rêzê.— (Eşref Temel, Okey/Hokêy, bianet.org, 15.10.2012) Here lînkê



06.06.2013 11:17 | filitto lawo

120858. Lêkereke ku bi varyasyona "kêsvês ketin" ji hêla Şener ozmen ve hatiye bikaranîn:

”Îcar, ew qas tiştên tîne serê me ne bes e, ew rojê carekê digazine ku odeyeke wî ya xebatê tune ye. Ev çi xebat e? Ma tu êzingan dikî, yan komirê? Tu bîran dikolî, yan menzelan? Ma her teref ne ode ne?”(r.14), çi ku Karahan –bêguman nivîskarê wî yê ku çep û çûp davêje ber jinê– dizane wekî her teref ode bin jî, bi carekê re) kêsvês bikeve derdorê jî, heqîqeta ku Marquêz wê dişibîne kereseyeke sext a li ber destê xeratan, dê veneguhêre.— (Şener ozmen, Jûra xebatê, Here lînkê, 24.02.2020, lînka arşîvê Here lînkê)

Hê jî kes tunne wateya vê lêkerê ji me re bibêje da ku em jî li wîkîferhengê zêde bikin?



06.06.2013 11:17 | filitto lawo