Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 51 peyam
ben de halimce bedreddinem - tirşik
ben de halimce bedreddinem | 0
Nivîskar: radi fiş | tirkî | ol-felsefe-dîrok | 452 rûpel

seyh bedreddîn û mûrîdên wî, torlak kemal û borklûce; li hember zilm û zordariya osmaniyan û hemû desthilatdarên din, serî hildidin....
ben de halimce bedreddinem
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. pirtûka nivîskarê rûs radi fiş e.
pirtûk weke ji nav jî tê fêm kirin, di derbarê jiyan, felsefe û serhildana şêx bedreddîn e. şêx bedreddîn ê ku beriya 600 salan jiyaye, di serdema xwe de yek ji fîlozofên herî navdar ê dinyayê ye, bi mûrîdên xwe torlak kemal û börklüce mustafa, li hember zilm û zordariya dewleta osmaniyan û hemû desthilatdarên din serî hildide.
nivîskarê rûs radi fiş, bi zimanek gelek xweş û weke mirov li belgefîlmek temaşe bike; hemû bûyer û rewşa civakî û felsefî a wê demê tîne ber çavê mirov.
pirtûk ji aliyê mazlum beyhan ve li tirkî hatiye wergerandin.



12.04.2020 01:44 ~01:56 | brusk56

2. pirtûkek pir pir xweş e.
ez ê ku qet dîrok bala min nakşîne; piştî vê pirtûke bi rojan ji tesîra wê xelas nebûm.
radi fiş pîrozkirinek heq kiriye. mirov piştî demeke diçe beriya 600 salan û mirovên wê demê ên ku ketine derdê têr kirina zikê xwe, fêm dike.
elbet di derbarê şêx bedreddîn de herkes wek hev nafikire. îdîayên dîroknasên ku li gor bîr û baweriya fermî diaxivin cûda ne, yên çepgir cûda ne. radi fil di pirtûka xwe de, weke nêrîna çepgiran nivîsandiye. wisa xweş kiriye ku di dawiya pirtûkê de mirov dike bigirî.

tişta ku di pirtûkê de bala min kişand, carek tenê navê kurdan derbas nabe tê de.
yanê sêx bedreddîn hema bêje hemû derê dinyayê digere. diçe bexdayê, diçe kahireyê, diçe îznîk, diçe bûlgarîstanê, kirimê, helebê bursayê, heta diçe semerkandê lê carek tenê riya wî nakeve kurdistanê û behsa kurdan nayê kirin.
belkî jî nexwestine di pirtûkê de cih bidinê.
belkî jî bihata kurdistanê wê, dîrok bi awayeke din bimeşiya.
kî dizane..



12.04.2020 01:52 | brusk56

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
tirşik v3.0 [1]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
belki ev jî bala te bikişînin
» bendava musilê

Kategoriyên mijarê:: pirtuksiyasi pirtuksiyasi pirtuksiyasi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî