Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
pejirandina îslamê ji aliyê kurdan ve - tirşik
pejirandina îslamê ji aliyê kurdan ve

Navê mijarê ya ewil ev bû:qebûlkirina islamê ya kurda
(14) (17) (1)
di mijarê de bigere

1. Dema hz. Omer kurd ola îslamê qebûl kirin. Kurd berê îslamê ola van Zerdûştî bû. Zerdûştî : oleke xwedêyek bawer dikirin û pir dişibîya îslamê û kurd yek bi yek ola îslamê qebûl kirin.



12.04.2020 15:58 | dilreş

2. Bi darê zorê, bi kotekî çêbûye.



12.04.2020 16:59 | xeyda

3. omer bin xetab hat, welat bi zora şûr dagir kir, kurdan dînê wî qebûl kirin, kurdan piştî xwendina pirtûka dînî dest bi serjêkirina mêrê êzîdiyan û tecawizkirina jinên êzîdiyan kirin û heta îro dewleta kurdan tune, jiber misilmanên din qebûl nakin. Bi kurtasî dîroka kurdan eve.



12.04.2020 22:30 | hola êzîda

4. Zora şûrê kesikî nikar e bibe misilman. Hemû derevê ateîst û deîstan e. Ji bo tirkan jî eynî tiştî dibêjîn. Yanî tirk jî zora şûrê bûn misilman haho mala minê.. Heger her dû millet zora şûrê bûn misilman, ê Hîndû jî zora şûrê bûn misilman? Li Hindistanê misliman û hindû çem hevin çava çêdibe?



12.04.2020 22:59 | dilreş

5. (bnr: dijminetîya olan)



12.04.2020 23:08 | xabûrî

6. zanebûna dîrokî yê gelek misilmanên kurd di derbarê îslamê de wek zanebûna miletekî 40 milion î bêdewlet derbarê avakirina dewletekê ye.



12.04.2020 23:09 | hola êzîda

7. Kurd ne ji ber ola îslamê bêdevlet ma. Îslamê jî qebûl kirin û devlet ji avakirin (bnr: devleta eyûbî).sedama wê ne ji olêye ji coxrafyayê ye. Li coxrafyayê kurd dijî her tim şer û xwîn hebû û hîn jî berdewam e. Devlet avadibu jî zahf qels dibû û devlet bi lezgînî xerab dibû. Heger wê coxrafyayê hîn em ser pîyane û wê coxrafyayê dijîn ew serkeftinek mezin e.



12.04.2020 23:20 ~23:21 | dilreş

8. bi darê zorê bûye. DAIŞê beriya niha bi mîsyon û motîvasyonek çawa xwestin Êzidî û kesên din bikin misilman wan deman jî bêtir jî dema îmamê Omer ku Kurdistan û Îran di wê demê de hatiye vegirtin dînê Îslamê li ser piraniya xelkê hate sepandin û ferzkirin. Îro yek ji sebebên mezhebên ev qasî ji hev dûr yên di nav Îslamê de ku Êzidayetî jî yek ji wan e ev kîn û rika bi salan ya di dilê ew kesên ku bi zorê bûne misilman e.



12.04.2020 23:31 | endazer

9. bi darê zorê, bi şûr, bi tîr û kevan, bi xapandin çêbiye
xwezil qe balî me de nehatina wan bawerhişkan
kesê ku dixust bila biçûbiya ba wan
belavbûna îslamê di her dem û dewranê de bi darê zorê çêbiye
ji ber ku olekî paşketî û bêkêr e, bi tenê dikare bi zordestiyê xwe bide pejirandin



12.04.2020 23:33 | afa

10. dîrok li pêş çavê me dubare bû.
(bnr: daîş)

edit: tu kes bi hez kirina xwe urf û edetên xwe nahêle. êca ku baweriya xwe qet û qet.



12.04.2020 23:46 ~2020.04.13 00:07 | de facto hozan

11. Di vê meselê de her kes bi qûna xwe xeber Dide. Camêr di jiyana xwe de li ser mislimanbûna kurdan ti pirtûkek nexwendiye, hetta ne li ser sosyolojî û rastiya wê demê û -Hama bêje- ne jî li ser dîroka Kurdistanê ti pirtûk nexwendiye lê tê wek akademîsyenekî zana û têrpispor ji xelkê re malumatfiroşiyê dike. Yên dîndar jî yên ateist jî mixabin bi ezberên xelkê ji xwe re fikrekî efinkî ava kirine Hama dibêjin û dibêjin. Tu dibêjî te ji kîja pirtûkê xwendiye? Bersiv tune ye.
Ez bixwe ne kurdekî dîndar im, min kengî nimêj kiriye nayê bîra min jî lê divê meriv rastî û heqîqetê li gorî berjewendiyên xwe netewîne.
Ew ên ku dibêjin kurd bi şûr û mertal û tîran misliman bûne, ji kerema xwe re bên û belgeyên xwe li vir binivîsîn. Hama ezê demildest lêborîna xwe bixwazim.

Bi qasî ku min xwendiye ( eyb e gotin ez bi qûna xwe xeber nadim û tiştê ku nizanibim nabêjim û ez di xwendinê de yekî jîr im) kurd bi şûr û mertalan misilman nebûne. Li Kurdistanê îslamiyet pirr zû belav bû çimkî bi dîyalogê belav bû. Bi tenê di hindek cîhan de şer derketiye. Meselê pirr dirêj e lê li vê derê dema kesî tune ye li rastî û kûraniya meseleyan biponije
Ji kerema xwe re çend kitêb bixwînin, ji çavkaniyên cuda xwendinên çapraz bikin dûre werin 'zanatîya' xwe biçespînin.
Li dinyê de tu nikarî bi tanq û topan xelkê bênî li ser riya dîn û îmana xwe. Ev derveyî mantiqê ye.

Edit : ev her di du entryên jêr de jî belge û çavkanî tune ne. Wek min got tu çavkaniya wan nîn e.
Minaka Dêrsimê jî gelek trajîk e ku nivîskarê hanê li rewşa misilmanbuna kurdan fesilandiye :/



12.04.2020 23:53 ~2020.04.13 00:17 | ferhenga şikestî

12. bila ferhenga şikestî guh nede kesî, bila pirtûkên misilmana bixwîne, bila dîroka wan bixwe nivîsand bixwîne. Wekî din jî ew dikare bi mantiqa xwe û îxwanên xwe bêjin Kurd jî bi zor asîmîle nebûn, bi diyalogê bûn tirk.



13.04.2020 00:02 | hola êzîda

14. Pişti erebean kurd yekem netewe ku îslamiyetê pejirandiye. Lê ev pejirandin bi çend kesan sînordar e. caban el kurdîû jina wî filan. Lê weke civat gelê kurd di serdema xelîfê îslamê omer el xetab bi darê zorê bûne bisilman. Ne tenê kurd hemû gelên îran û mezopotamya bi destê omer bi zorê bûne bisilman. Ji xwe hîn jî farisî ji omer hez nakin. Li jor hin kesên ku ji xwebawer û "objektîf" îdîa kirine ku kurd bi riza dilê xwe bûne bisilman. Ew dînê ku di nav ereban de derket, ereba bi darê zorê pejirand îca kurdên xwedî ola hezar salî çawa bê şer wî olî pejirandine. Ev yek derî hiş û aqil e. Wekî ku di vê pirsgirêkên rêzikên îslamê/117008 mijarê de jî min behs kiriye û di vê Here lînkê nivîsê de jî gotine kurd bi darê zorê bûne bisilman . Û kesên bi vê mijarê eleqedar dikarin nameya şahê îranê ji omer re şandiye jî bixwînin.



13.04.2020 00:17 | tîrêj zana 21

15. Dema ku hûn dibêjin kurd darê zorê bûne misilman ez kena zikopişto dibim. Heger darê zorê biba kurd ti carî zimanê ne diaxivî. Tirk hindik zora darê kurda kiriye? Erdê kurda dakirîye kurdî qedexa kiriye. Tirk zilm û zorê zimanê xwê van axaftin kirine, kurd dîsa jî dev zimanê xwe Bernada û zimanê xwe axivî. Îca cava darê zorê ol biguherînin? Ne kêf û Riza be ew ne munkun e



13.04.2020 01:04 | dilreş

16. ev çendeke ku hişê min de ev pirs hene , gelo ew hînkirina belavbûna îslamê li ser pirtûkên dibîstanan çiqasî rast bûn.Ew kesên ku diçûn û dikuştin mal li wan xirab dikirin kê bûn ? Ma wisa hêsan bû kurdan îslamê pejirandin ? Dema ku ereban îslamê birin ser zerdeştan , ezidîyan û yaresanan ma wisa hêsan birin ?
mînak kurdên ezîdî çima wisa ji birayên xwe yên kurdan sarbûne , fermana nizam çendan li wan hatiye kirin çi bû ?
Lê ev caşikên daîş ku wan qetil kirin , kuştin ,wenda kirin , bizar hîştin çi bû ? Gelo îslam wisa belavbû ? Gelo me kurdên bêhiş wisa li ermeniyan kir û bi piştgirî da dagirkeran û wan ji welatên wan derxistin ? Kuştin ,wenda kirin.
Mixabin yên ku dîsa ji îslamê kişand û mirin dîsa em kurd bûn.



13.04.2020 01:43 | brzn

17. Dîyar e ku ne ji kêfa dilê xwe pejirandin e.




01.07.2022 22:58 | evcebarê pirê

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» pejirandina îslamê ji aliyê kurdan ve
» kurdandin

Kategoriyên mijarê:: oldin oldin oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî