Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
başûrê kurdistanê - tirşik
başûrê kurdistanê
(27) (4) (3)
di mijarê de bigere

1. kurdîstana îraqê.bajarên serekê silemanî,hewlêr,dihok,mûsil kerkûk û xaneqîn e.



05.11.2013 00:00 | diljan

2. kurdistana ku rÛmeta kurdan e, lÊ belÊ wusa xuya dike ku di zemanekÊ nezÎk de disa bi aliyÊn kurdan we bÊ helwÊşin. li ber ku kurden neyar ( kurden kemalist) didanan tÛj dikin ji bo wÊ. ew kurdÊn xiniz bi digel herkesÊ we dibin dost û tenÊ dibin dijminÊ kurdan...



05.11.2013 15:52 | cinorek

3. kurdistana ku mixabin qet ne rûmeta kurdan e. ji bo kurdên başûr û rojava û rojhilat tam jî ev e "hayal kirikligi"

bi fermanên dewleta tirk hemû deriyên xwe ji kurdan re girtin ne rûmetbûn e .

kurdistana başûr ji bo parçeyên din ê kurdistanê heta niha çi kiriye ? heta niha me digot dewleteke nû ye, nikare quwetên heremî bistîne hemberê xwe, loma nikare tiştekî bike. rast e belkî nikare her tiştan bike lê qene dikaribû dijminetiya kurdên li parçeyên din neke.

wextê xwe de bi piştgiriya tirkiyê êriş kir pkkê û bû sedeme kuştina bi sedan gerîlla û peşmergeyan. ev e rûmeta kurdan ?

niha tirkiye bi her awayî piştgirî dide çete û terorrîstên li rojava, kurdistana başûr çi kiriye bo rojavayê kurdistanê ? hewce bû ew jî bi qasê tirkiyê piştgiriya lojîstîk felan bide rojavayê newsa. na bavo ji xwe ji fikra wan jî derbas nebûye.. derî li wan girtiye, alîkariyên ji awrupa hatî ber derî sekinandiye, destûr nedayê şervaneke keç ê ypgê ê birîndar li başûr bê derman kirin û herî dawîn jî destûr nedaye salih muslim ji hewlêrê here awrûpa û emrîka hevdîtinan bike . ev e rûmeta kurdan ?

xwezî êdî barzanî dev ji rêvebiriya kurdistanê berdabûya belkî yek bi wicdan bihata şûna wî. lê dev jê bernade zêdetir hemû kadro û saziyan dike bin destê xwe û malbata xwe ..

min jî dixwest başûr bibe rûmeta kurdan lê mixabin a niha rûreşiya kurdan e..



05.11.2013 16:09 | brusk56

4. rast : (bnr: başûr)

xelet:(bnr: başur)

rast: (bnr: kurdistan)

xelet: (bnr: kurdîstan)



14.12.2013 03:05 | dijber

5. li gor nûçeyeke xendan.org-ê amedekariya rapirsîna serxwebûnê dikin. çawa ku rûsan bi rapirsînekê qirimê ji ûkraynayê veqetandin û bi xwe ve girêdan, kurd jî dixwazin bi heman rê û rêbazê ji îraqê veqetin û serxwebûna xwe îlan bikin. lê belê birakên me yên başûrî mixabin ku bi qasê rûsyayê ne bi hêz in ku bi serê xwe serbixwe bibin. Her wiha jê jî giringtir kerkûk û mûsil ne bi ser herêma kurdistanê ve ye. gava ku emerîkanê gawir îraqê ji nû ve dîzayn kir ev tişt hesêb kiribû Û ji bo rêlibergirtina serxwebûna kurdî her du bajarên ku xwediyê gellek bîrên neftê ne nehiştibû ku bi herêmê ve bêtin girêdan. mirov ji daxûyaniyên dawîn ên kafirê şedîd ê emerîkayê fêm dike ku emerîka naxwaze ku kurd ji îraqê veqetin. Ev tişt dide nîşan ku kurd bi rêbazên dîplomatîk nikarin serbixwe bibin, ger ku xwedê ji me re li hev bîne û em serxwe bibin jî nikarin kerkûk Û mÛsilê bêyî ku xwîn were rijandin bistînin. lewra her çi qas ku tirk êdî dev ji xetên sor ên xwe berdabin jî îran û sûrî û dewletên din ên ereb li dijî dewleta kurdî ne.

xwedêyo ji zilimkaran re nehêlî rebbîîÎ...





http://www.xendan.org/kurdi/dreja.aspx?=hewal&jmara=15711&Jor=1



18.05.2014 09:17 | oxir

6. parçeyekê kurdistanê ê ku beyî standina kerkûk û mûsilê divê nebe serbixwe. kerkûk û mûsil ji bo kurdistana başûr gelek giring e, dilê kurdistanê ye û ger başûr serxwebûna xwe îlan bike, standina wan hereman jî wê êdî ne pêkan be. divê şûna tekoşîna sexwebûne, tekoşîna standina wan hereman bê kirin.



18.05.2014 09:21 | brusk56

7. (bnr: başûrê kurdistanê)



18.05.2014 11:58 | berxweda

8. parçeya ku herî zêde nêzikê azadî û serxwebûnê ye..

bingeha azadî û serxwebûnê jî azadî û serxwebûna ekonomîk e, yanî eger tu bikaribî bi serê xwe debara xwe bikî û nanê xwe dabîn bikî tu dikarî cuda bibî û serbixwe bibî..

erê neft û gaza kurdistanê heye û roj bi roj ew astengên li pêşiya hinardekirin û firotina bi destê hikûmeta herêma kurdistanê ya neft û gazê ji bo dewletan radibin lê neft û gaz nayên xwarin û vexwarin, berî neft û gazê ya ku ji kurdistanê re pêwist e, çandinî ye, sinetkarî û sanayî ye, xweyîkirina heywanan e.. ligel derftetên zêde yên erd û axa kurdistanê heta niha di vî warî de tişteke zêde nehatiye kirin..

lê di nûçeyeka ku îro min di rûdawê de xwendiye de îşare û emareyên vê yekê min dîtin..

di nûçeyê de tê gotin ku li gundekê nêzikê hewlêrê, li ser 120 hezar metre çarçik erd wê kargeheka şÎr û berhemên ji şîrî çêdibin ên wekê mast û penîr û hwd dê bên hilberandin.. dîsa tê gotin ku baŞûrê kurdistanê %95 pêdiviyên xwe yên şîrî û berhemên şîrî ji dewletên wekê tirkiye û îranê hawirde dike, lê piştî ku ev karxane bikeve dewrê de, sala ewil %15 pêdiviyên şîrî û berhemên şîrî wê ji vir bêne dabînkirin û heta 6 salan jî hemû pêdiviyên şîrî û berhemên şîrî êdî wê ji vê karxaneyê bên dabînkirin..

ev kargeh ji sê qonaxan pêk tê, di qonaxa ewil de şîr û berhemên şîrî wê bêne hilberandin, di qonaxa didoyan de ji bo hilberandina êmê heywanan karxaneyek wê were damezrandin û di qonaxa sisêyan de jî cotkar wê li ser teknîkên hilberandina modern bêne perwerdekirin.. ji bo vê karxaneyê sîstemên li swêd, danîmarka û hollandayên tên bikaranîn wê werin bikaranîn.. tê pêşbînîkirin ku ev karxane di nav du salan bê temamkirin.. ji bo projeyê 150 milyon dolar hatiye terxankirin.. û li gorî vê projeyê ji bo xweyî bikin li nav 120 cotkaran 6 hezar dewar wê bêne belavkirin..piştî ku proje temam bû û bi temamî ket dewrê de, salane 600 milyon dolar ê ku ji bo şîr û berhemên şîrî diçe ji derve wê di nav sînorên kurdistanê de bimîne.. her dîsa di nav vê projeyê de tê pêşbînîkirin ku 15 hezar kes were îstîhdamkirin..

http://rudaw.net/turkish/lifestyle/170920141



18.09.2014 02:20 | endazer

9. mixabin hê jî di gelek saziyên wê de zimanên biyanî serdest in.

bi qasê min ji mamê xwe hîn kir, di warê hiquqê de hema bêje bi temamî têgehên erebî bi kar tînin.



îro, nexweşek ji wir hatibû polîklînîkê. dema min kaxizên wî kontlrol kirin, min dît ku li jora kaxizê bi nivîsek stûr kurdistan regional government dinivîse. gelek keyfa min jê re hat. lê mixabin dewama wê jî bi îngîlîzî bû. vaye min wêneyên wê jî kişandin;



https://www.tirsik.net/caps/picture.php?/762/category/3

https://www.tirsik.net/caps/picture.php?/763/category/3



19.11.2014 20:11 | simurg56

10. li gor wezareta peşmergeyan %5 axa wan di destê daîşê de maye û yê di demeke kurd de dîsa bi dest bixin.



24.01.2015 23:21 | nazim tolhildan

11. herema kurdistana iraqe.

deme mirov di welatekede dijit u hindek tist di en sere difna mirovi u dibejit "xwene eve dewlete em tede...?"

hindek kurd li kurdistana basur ji ve dibejn bele tiste ironik ewe di rastide ji ew ne dewlete ew tede dijin.

sebeben gotina ve qise ji pir in.

wek nebuna hatinucuna guncaw, nebuna aktivitiyen cikvaki wek sinema htd..

nebuna posta... u gelek tisten di.



10.05.2015 20:57 | dastanekkevin

12. li gorî nûçeyan, hikûmetê şertê zanîna zimanê kurdî daniye ber hemû bijÎşkên biyanî yên ku li başûrê kurdistanê dixebitin.. dîsa hemû mekteb û medreseyên dînî bi wezareta perwerdehiyê ve girê daye, û çapkirin û belavkirina hemû berhemên selefî û yên îslama radîkal qedexe kirine..



14.05.2015 00:00 | endazer

13. berzanî dibêje hindik maye kurdistana azad. gelo ji azadbûyînê çi fahm dikin vana? berê digotin me hewcedarî bi tu kes tune ye û heta bi emerîkayê jî niha jî bi destê emerîkayê xwedêgiravî kurdistana başur azad dike. bêyî emerîka gelo berzanî dikare azadiya kurdistana başur bi dest bixe?



tişteke din jî heye. gelo tenê azadbûna kurdistana başur girîng e ? rojava, rojhilat an jî bakur ne girîng e? ma diviya ev her sê bihûsta kurdistan jî di destê eşîra berzanî de bûna? gelo kurdistanî bûyîn bi têkiliyên qirêj ên erdogan re an jî bi cemaeta fethulah gulen tê pê?



19.05.2015 13:13 | kurê xelkê

14. hejmara gelê wê bûye 5 milyon 472 hezar 436 kes.



û hejmara penaberên çûne wir 2 milyon e. dewleta romiyan 2 milyon penaber girtine û xwe li erdê dixin lê başûr heta mehek berê behsa wê nedikir. mehek berê biryar hat stendin ku erebên herêmên wan ji destê daîşê rizgar bûne bişînin herêmên wan.

bila wan bişînin û rewşa gelê me yê başûr baştir bibe.





04.09.2015 21:48 | berxweda

15. gotina ji bo parçeya kurdistanê ya di nav sînorên iraqêde dimîne.

îro li ser med nûçeyê di nivîseke tirkîde jî bi kurdî hatibu bikar anîn. temam me navên bajaran fêhm kir lê ma ev çi ye?



09.12.2015 18:38 | azadixwaz

16. li gorî belkî hemû analîzan, êdî gelek dûrî azadiyê ye.

piştî şerê daîşê derket holê ku kurdistana nikare xwe biparêze. ji aliyê din ve him ji ber şer him jî ji ber ketina fîyeta petrolê, ekonomîya başûr serûbin bû. ew bi sedan înşaatên beredayî niha giş nîîvço mane û hatine terikandin. ji ber ku vê rewşa nebaş ya aboriyê, aciziya gel jî zêde bû û şerê navxweyî gelek zêdetir derket pêş.

him ji ber sedemên ekonomîk him jî ji ber meseleya xelasbûna serdema serokatiya barzanî, di navbera kdp, ynk û goran de şerek mezin rû da.

em dikarin bêjin ku kurdistana başûr di nav krîzek gelekî kûr e.

dev ji azadbnê bedin, bi ya min îro başûr şerê man û nemanê dide. herkes li gorî serê xwe tev digere, ne rêveberiyek ne jî artêşek hevpar heye. herkes di bin bandora dewlet, îstîxbaratekê de ye û li gorî daxwazên wan tev digerin.



di economistê de analîzek balkêş derketiye di derbarê mijarê de. Here lînkê tê de tê gotin ku ji ber rewşa nexweş ya aborî "hinek pêşmergeyan çekên xwe yên amerîkî, firotine daîşê". û behsa van gotinên min yên li jor dike.

dema yeke biyanî tê û çend rojan kurdistanê analîz dike, bi awayekgelek zelal problema me ya herî mezin dibîne.

di eslê xwe de em jî dizanin lê maşelleh egoyên serokên me jî ji ya erdogan ne kêmtir in.



09.07.2016 20:42 | simurg56

17. dibêjin aşê nezana xwudê digerîne, bi baweriya min aşê başûrê kurdistanê jî xwudê digerîne, ew qas bela û pirsgirêk li pêşiyê ne mirov jê dimîne heyîrî bê çawa li ser lingan dimÎne.
aliyekî êrîşên daişê, ku ne ji koalîsyona navdewletî bûya niha hewlêr jî vegirtibû.
krîza aborî, şerê daîşê, bi carekî re daketina buhayê neft û gaza xwezayî, nedana bûdçeyê ji aliyê hikûmeta bexdayê ve, bi serê xwe tevgeriyana parêzgehên di destê ynk û gorranê de, neyekserîbûna hêza pêşmerge, ya rastî neartêşbûna hêza pêşmerge û ya herî giring tiralî û zexeliya civakê ku hînî belaşî û betaliyê bûye û naxwaze qûna xwe rake û bişixule.



20.11.2016 22:05 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» başûrê kurdistanê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî