Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
kurdên nav axaftina xwe de dijûn û bertekên tirkî bikartînin - tirşik
kurdên nav axaftina xwe de dijûn û bertekên tirkî bikartînin
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Kurdîya wan ne xurte, jiyana rojane de pitir tirkî diaxivin. nîşaneya xurtbûna ziman ewe ku mirov di nav nivîsîn û axaftinên xwe de bertek, biwêj û gotinên pêşîyan bikarbîne. neyê gotin jî dibe lê heger hin kes bê dijûn neşên derdê xwe bînin ziman divê dîsa ji hewşa kurdî dernekevin, ku bê yirkî hedara wan nayê dikarin biçin li malperên tirkan xeberoganê bikin. Vêca gelek kes hene di axaftinên xwe de peyv û qalibên pîs û seksîst bikartînin. Wek: "siktir, amk, aq..." Nizanim evane dixwazin çi pêşdîtinek ser xwendevanan çêbikin lê bêguman ji vir nivîsên wan pûç û herimî xuya dikin.

Evane bi kurdîyek têrqusur jixwe xwesteka xwendinê bi mirov re nahêlin, ser de jî bi tirkîyek kifko lumpenîya xwe radigihînin.



13.04.2020 09:13 | hespêsor

2. ji wana yek jî tirşikvan ferhenga şikestî ye. mixabin :(

Here lînkê



13.04.2020 16:00 ~16:03 | bûtîmar

3. Dibe sedema bêqiymet kirina ewqas hevokên kurdî. Carina sê tîp qiymeta 300 tîpan wenda dike mixabin.



13.04.2020 20:35 | xabûrî

4. ya min dîtî herî zêde siktir be tê bikaranîn. bawerim li her deverê kurdistanê tê gotin ev dijûn.



02.09.2021 00:49 | xelîl

5. Di vê rewşa zimanê Kurdî de ne qansî -miş -muşan , "dewamke" yan be jî tiştekî zahf normal e , salê donzdeh mehan , ji çar hêlan ev ziman me dinixûmîne û jiyana me bi awayekî dagir dike ku tu bîst û çar seetan ne di nav civatên Kurdî be , li derdora te kesên kurdîavix kêm be normal e tu car caran peyvên tirkî di nav hevokên xwe de bikar bîne an hevokên xwe bi mantiqa tirkî saz bike. Ji bo mirov rê li ber vê rewşê bigre divê berê hişmendiyek netewî paşî jî xebat û hûrbûna li ser ziman hebe. Mixabin di nav gel de rêjeyekî gelekî kêm vêya ji xwe re dike derd wexta tu wan hişyar dikî jî henekê xwe bi te dikin. Çimkî bazara vî zimanî tuneye ev rastiya me ye. Zahf li ber dikevim çimkî ev danûstandina di nav zimanê me û tirkî ne têkiliyekî çandî ye û tenê xizmeta karîkaturîzekirina Kurdayetî û zimanê Kurdî dike.



02.09.2021 01:44 | biaqila malê

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdên nasyonalîst
» navê pîrikên kurdan
» axaftina michael l.chyet li ser zimanê kurmancî li ser radyoya sbsê
» xwendina pirtûkan li telefonê
» dijûnên seksîst
» bertekên kurdan li hemberî rewşên ecêb
» tirkîbûna tirşikê

Kategoriyên mijarê:: nuce nuce nuce
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî