Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
qenala tirşikê ya youtube - tirşik
qenala tirşikê ya youtube
(8) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Qenala ku hê tirşik çênebûbû, jixwe hebû. Di sala 2006an de vebûye.
Ka ez çîroka qenala tirşikê bêjim:
Hebû nebû, rehmel dê û bavê me tevde bû. Xortek hebû. Navê wî Simurg56 bû.
Xwidê wî ji serê me kêm nekê, Simurg56 hingî dest bi YouTube'ê kiribû. Hê hingî YouTube weke îro ne belav bû. Ez bawerim yekemîn youtuberê kurd Simurg56 e. Gelo berî wî ti YouTuberê Kurd hûn dizanin hene? Na. Ez jî nizanim.
Werhasilê kelam ev qenala Simurg56 bi mottoya bila biçûk be, bila bi kurdî be dest pê kiriye. Û 2.800.000 carî hatiye temaşekirin. Li gorî hingî hejmareke ecêb mezin e.
Lê were meyzêne, dîse çi ecêb e, nêzîkî 2.500.000 temaşê, yên vîdeoyên devlet bahçeli ne *.
Nizanim, belkî Simurg56 heyranê bahçelî be jî *
Piştî ku Tirşik hate dinyayê, nizanim kengî navê vê qenalê jî bû tirşik.net.
Erê canik û camêrno, çîroka qenala tirşikê ev e.

Ev jî tirşik-youtube e ⏩ Here lînkê



14.04.2020 01:08 ~01:42 | gumgumok

2. qenala ku ji hebûna xwe zêdetir bi çîroka xwe ez kêfxweş kirim. *



14.04.2020 01:29 | xelîl

3. Qanala ku hînê me kiriye ku tirşik bê batlîcan nabe *
devlet bahçeli û tirsik.net



14.04.2020 02:12 | bûtîmar

4. ne qenalek zêde aktîf e.
weke gumgumok serî lê danîye, nexwe ez jî bidomîm.
ev hesab di eslê xwe de hesaba min ya şexsî bû. ne wek youtuberek bûm lê min hinek tiştan parve dikir. bi taybetî li ser linuxa kurdî û bernameyên wê.
wextekê min vîdyoyek devlet bahçeli bar kir. ji ber ku di youtubê de ew vîdeo tenê di hesaba min de bû, gelek hat temaşekirin. min ji wê vîdyoyê bi pereyê wê demê zêikî 500 tl pere qezenc kir.
wê demê malpera me wergerine.com hebû (te dît binnivîsa 55 fîlmên me yên berê, ji xebata wê demê bû.). wê demê min ji bo ferhenga kurdî, bi peretî peyvan didan wergerandin. weke mînak wergerandina 100 peyvên îngîlîzî, 10 tl fîlan. bûha tam nayê bîra min. min wê pereyê tev de ji bo wê xerc kir û bi saya ehmeqîya devlet bahçelî bi hezaran peyvên îngîlîzî li kurdî wergerandin.

piştî ku me tirşikê ava kir, min hinek vîdyo amade kirin ji bo tirşikê û li vê hesabê bar kirin û loma min hema navê wê jî kir tirsik.net. mesele ev e yanî.

vê gavê ev hesab tenê ji bo vîdyoyên perwerdehîyê tê emilandin lê di pêşerojê de xwedê zane belkî em tiştekî bikin.



14.04.2020 18:29 | simurg56

5. Qenala ku vîdeoyên ulkuciyan tê da gelek in. Çewa li ser nigan maye û nehatiye girtin ez heyirî mam bi rastî.



14.04.2020 20:43 | xabûrî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» qenala ava entertainment
» tirşikê de îhtimala xwandina peyamên taybet
» youtuberên kurd ku tirkî diaxivin

Kategoriyên mijarê:: tirsik malper tirsik malper tirsik malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî