1. telegram ji her aliyê ve ji sepana whatsappê gelek kêrhatîtir e, ne ji ber karê min baya, tu carî whatsapp nikarîbû li telefona min cih bigirtaya. her wiha yek ji xususiyeta wê ya kêrhatî û li sepanên din ên hevta nayê dîtin bot in. bot kinkirina peyva robot e û bi kurtasî rê li me vedike ku di hin mijaran de berfirehî tev bidin, encaman bisepînin. felsefeya bot ev e: bêyî derketina ji sepanê, bi bijkokekê gihiştina xizmetên din ên malperan. û telegram, bi vê xizmeta botê, heqê vê felsefeyê dide. û de temam, ji ber populerbûna wê xelk dihere whatsapp bi kar tîne, lê fêm nakim, çima diherin li whatsappê koman vedikin, ji ber ku taybetmendiyên koman ên telegramê sed qat ji ya whatsappê pêşvetir e. her wiha. ![]() @u2bu_mp3_bot mp3çêker e. herin girêdana vîdyoyan ji youtubê bigirin û werin ji vê botê re bişînin dê ew bot wê vîdyoyê wekî mp3* bişînê. lê gelek botên din hene yên heman tişt dikin. botên ji twitter, ji instagramê hwd vîdeo, wêne dikşînin jî hene. tenê ji berê de ez vê bi kar tînim. wêneyê nîşande ![]() @vid YouTube Search. li qûtika peyamê @vid binivîsînin û piştre tiştê ku hûn dixwazin temaşe bikin, binivîsînin, dê encam derkevin û bêyî derketina ji sepanê lê temaşe bikin. wêneyê nîşande ![]() @like Bing Image SearchLikebot, bo koman bir bi kêrhatî ye. derheqê wêneyekî de kesên ku di komê de ne, çi difikirin, bo derxistina wê baş e. (di wêneyê de astên çêkirinê tê dîtin lê em binivîsînin jî) wêneyê bişîne, piştre emojiyên xwe bişîne. û bot dê wê wêneyê bi bijkokên emojiyan bo weşandinê bişîne te. wêneyê nîşande ![]() @bold ev bold derfetê dide we ku hûn di peyamşandinê de nivîsên xwe stûr, paldayî an jî daktîloyî bikin. di normalê de hewceyiya vê botê tune ye, ji xwe tu di telegramê de di nav çar stêrkan da binivîsî, dibe bold; heke tu di nav çar xêzên jêr de binivîsî, nivîsa te dibe paldayî û heke tu di nav du apostrofê de binivîsî ew nivîs dibe daktîloyî. lê ev bot vê kirinê hêsan dike, tenê dema tu dixwazî wiha bikî, @bold binivîse û peyama xwe li cem wê binivîse û vebijarkan de ya dilê xwe hilbijêre... wêneyê nîşande ![]() @bing Bing Image Search. Di motora lêgerînê ya bingê de li wêneyan bigerin û berpêşiya hevalên xwe din. wêneyê nîşande ![]() @ifliptextbot hûn dixwazin hevalên xwe dîn bikin? ev bo vê boteke xweş e. nivîsên we serûbin dike. wêneyê nîşande ![]() @findmusicpleasebot bêhna we teng bû, û hûn eciz bûn. peyvin li vê botê binivîse, bile ji we re stran bişîne * wêneyê nîşande ![]() @definitionsbot tu hînî îngilîzî dibî an jî îngilîziya te baş e lê wateya peyveke nehat hişê te. ev bot ferhenga îngilîzî ye. pênaseyên peyvan bi îngilîzî dide. wêneyê nîşande ![]() @lang_translate_bot boteke ji wergera googleê hatiye çêkirin, xweş e. lê ne tenê ev e, gelek botên werger hene... wêneyê nîşande ![]() @quizbot botekê delal e. ji bo çêkirina testan xweş e, pratîk e. heke koma we hebe, dê pir feydeya wê hebe. wêneyê nîşande ![]() ji bo niha hewqas bot hene. lê bawer kin gelek botên balkêş hene ku teqez yên ku dê kêfa we bê, were pêşiya we. not: mirov dikare bi hinin botan wekî inline kar ke. tenê li qûtîka peyamê @ binivîsînin û dê yên karbar derkevin pêşiyê. yanî îlle pêdivî tune ye ku tu here, li rûpela botan bi wan kar bikî. wêneyê nîşande ![]() |
|
2020.04.14-11:15 ~12:21]|
biruya hayao miyazaki
![]() |
2. @lybot bota ku kêrî daxistina strana tê. Navê stranê dinivîsî û heman demê de ji te re dişîne. Û bi kurdî ye jî. koda kurdî jî birêz Yûsiv nivîsî. * |
|
2020.11.15-22:10 |
yûsiv
![]() |
3. @stickers bota ku ji bo afirandina stickera bi kêr tê. piştî kû peymana whatsappê ya li ser ewlehiyê û hwd. gelek kes derbasî telegramê dibûn, her çiqasî kêfa min zêde jê re newê jî, ez kêm bi kar tînim. lê kesên ku bi kar tînin zehf in. |
|
2021.03.06-18:14 ~2021.03.07 12:57]|
merwano
![]() |
![]() |
navîgiranmezelîwêran [1] |
![]() |
a- [2] |
![]() |
ezcan [2] |
![]() |
terorîst dewleta te ye [2] |
![]() |
serkeftin [1] |