Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
besta beleka - tirşik
besta beleka
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. besta beleka gundekî silopya ye. li ser çûyîna besta beleka stranek xweş a gelêrîya botan heye. di versîyonên gelêrî de hodeng ji yên koma çiya xweştirin û zêdetir hevok hene lê şîroveya vê komê xebatek rêkûpêktir e. yên dixwazin dikarin ji stranbêjÊn herêmî jî guhdar bikin.

peyvên stranê

Çûme Besta Beleka ay lê lê lê ay lê lê
Êvar dema heneka ...
Cehnima herdû çêleka ...

Berçem berçem diçûme ay lê lê lê ay lê lê
Likayê gewrê bûme ...
Ji xelkê ez dîn bûme ...

Kolana teng û tarî ay lê lê lê ay lê lê
Pişta wê da dîwarî ...
Heçku min şekir xwarî ...






kolana teng û tarî, pişta wê da dîwarî, heçkû min şekir xwarî. çi romantîk e :-)



14.04.2020 18:33 | hespêsor

2. stranek ya herêma botan e û bestek li herêmê ye. jixwe mijara stranê jî li wir derbas dibe ji ber wê yekê navê stranê bû ye besta beleka. çiqas rast û çiqas derew nizanim rojekê ez û yekî Cizîrî li Amsterdamê rastî hev hatin. me li ser çanda botan piçekê civat kir nizanim çawa çêbû mesele hat li ser vê stranê. Got ''li cizîrê zilamek hebû ji jina xwe gelekê ditirsîya. jina wî bi hêncetokên beredayî her dem lê dixist. ji bo nexta jinikê jî du çêlek dabû malbata jinikê. rojekê dîsa jinik bi darekê (dibe ku tiştek din jî be ew der tam nayê bîra min) li mêrik dixe. mêrik jî ji mal direve û diçe besta belaka di şikeftekê de xwe vedişêre. jinik dikeve li pey zilamî û zilamî di şikeftê de dibîne. bi şimika xwe dikeve li ser zilamî tîne heta cizîrê û di rê de lê dixe heta malê. zilam hingî dixwaze nikare berde jî, dibêje 'cehnima çêleka bikin ka min berdin' welhasilêkelam zilam rûdine û li ser xwe van gotina dike û ji wir pê de stran ziman bi ziman digere tê heta vî zemanî''. Çîrokek wisa ji min re got çiqas rast e an çiqas derew e nizanim vêca



14.04.2020 19:25 | soryazyus

3. Strana ku min ji hesabê mao_4734 yê Instagramê cara yekem bihîstiye. Mao mêrdîniyek e û qeşmeriyên bi kurdî û Tirkî parve dike. Lê bi rastî jest û mîmîkên wî pir serkeftî ne. Hevalê kajav ji wî heznekir*
Edît: min ji bîr kir bêjim stranek pir xweş e.
Here lînkê



14.04.2020 22:27 ~22:29 | xabûrî

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» besta beleka

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn cihuwar muzikstrn cihuwar muzikstrn cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî