Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
logarîtma - tirşik
logarîtma
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Di lîseyê de wekî piraniya zarokên nekamil, kêfa min jî ji matematîkê nedihat, bi ser de min jê nefret dikir û di azmûnan de timî sifir û yek distendin. lê di sinifa deha de mamosteyê me, ji bo sparteka heyamê mijara logaritmayê dabû min. wê demê min sond xwaribû, ez ê ji vê spartekê puaneke bilind bistînim. bi vê cîdiyetê min kona xwe danîbû pirtûkxaneyê û li ser vê mijarê vekolandibû. tiştê pêşîn ê bala min kişandibû, ev bû: heke hûn dixwazin meşên kevokan hesab bikin dikarin sûdê ji formulên logarîtmayê bigirin.têkiliya kevok û logarîtmayê çi kêfa min anîbû. lê berevajiya hebûna kevokan. ji ber ku kêfa min tu carî van heywanên reben nehat, min ditirsînin û bav û birayên min jî şivanê kevokan in, şer û xeber û gazînên wan ên bo kevokan her tim bêhna min teng kiribûn. her wiha, qey ji ber logarîtmaya razber û kevokên şênber di hişê min de ahangiyeke ava kiriye ku ez bûbûm heyranê wê û min sparteka xwe jî pir xweş çêkiribû. di pêşkêşiya li ber textê kêfeke mezin dabû mamoste û helbet xwebaweriya min jî zêde kiribû. pir baş nayê bîra min lê 85 90 tiştekî wiha bû ku ji bo xwendekarekî 20 û 25an ev şoreşekê bêhempa û nedîtî bû û tu carî ev mijar hişê min derneket. bi saya wê polînom û fonksiyon û yên din jî di hişê min de cih girtbûn. lê tevî vê bîranîn û ceriba xweş û bêhempa di hemû jiyana min a lîseyê bi kerba matematîkê derbas bû, heke em geometrîyê wekî meb-ê jê veqetînin.

ew mamoste yê ku ji min hez kir û wê salê bi puanên bilind dan min, piştî sê çar salan, di xwendigehekê cuda de bû mamosteyê xwişka min û du sal ser hevûdin wê ji dersa xwe hişt. qeder.

her wiha ev mijar ji ber agahdariyekê www.academia.edu hat bîra min ku di agahdariya xwe de bo xwendina gotara bi navê BI KURTASÎ LOGARÎTMA Û DÎROKA WÊ ya Mehmet YILDIRIMÇAKAR (Mem Dildar KURDISTANÎ) bang min dikir.

jêgirtinek ji gotarê:

Logarîtma, nûvedaneke bêhempa ye. Li serê sedsala 17. de ji bo kirariyên qada esmanzaniyê bi lez bêne kirin hatiye vedîtin. 300 salî zêdetir bûye metodek e hisabê. Di sedsala 19. de, zayîna moşenên hisab yên ne elektronîk û di sedsala 21. de jî derketîna moşenên hisab yên elektronîk, kirariyên logarîtmayê kurttir kirin e. Em di gelek hi sabên zanistî de logarîtmayê bikar tînin. Wek mînak : pîvana erdhejê, pîvana tunda deng, di kîmyayê de pîvana pH ê, di hisabên serjimêrê de, di astronomiyê de, di qada banqeyan de, di amûrên pêşokê de û hwd tê bikaranîn. Di matematîka teorîk û nerîtî de cihê logarîtmayê gelek taybet e
Here lînkê



21.04.2020 00:23 ~00:36 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» logarîtma

Kategoriyên mijarê:: zanistifeza zanistifeza zanistifeza
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî