Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


33 mijar û 52 peyam
hozan şiyar - tirşik
hozan şiyar
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. hunermend û sitranbêjekî kurd e. Bilbilê Farqînê Hozan Şiyar (1953 - 22 avrêla 2001'ê) Navê hozan Şiyar an jî bi navekî din Şiyar Farqînî yê. di nasnamê de navê wî Celal Sarıkaya ye.


Ew sala 1953 yan li navçeya Farqîn a Amedê hatiye dinyayê. Bavê hozan Şiyar Şerîf li Farqînê wênekêşî dikir. Şiyar di salên xwe yên zaroktiyê da alîkariya bavê xwe dikir. Lê mixabin ku Şiyar hê di heft saliya xwe de bavê xwe wenda dike. Dayika Şiyar tevî çar zarokên xwe yên hûrik dimîne. Dayika ciwan ji bo xwedî kirina zarokên xwe li kar digere. Ew piştî demekî li fabrîqaya Tekelê ya li Farqînê weke karkerekî dixebite. Hozan Şiyar li aliyekî li dibistana razanê dimîne û ji aliyê din va jî ew dixebite, da ku alîkariya malbatê bike. Di van salan de dengê hozanê xweş bala mamoste û şagirtan dikişîne. Ew li şahî û çalakiyên dibistanê de distrê. Di heman demê de jî ew sal salên ku tevgerên pelên şoreşên şoreşgerî û welatparêzî di nava ciwanan da bi xûrtî belav dibe. Hozan Şiyar jî xwe ji ber van pêlan nade alî. Ew jî bi xûrtî cihê xwe di nava tevgera şoreşgerî da digre û ew bi dengê xwe li dijî asîmîlasyonê da derdikevê. Ew bi zimanê dayika xwe bi kurdîya şêrîn stranan dibêje. Hozan Şiyar di sala 1973a de dizewicê û hema piştî zewaca xwe diçê leşkeriyê. Hozan Şiyar sala 1975 an li şubeya leşkeriya Farqînê wekî karmendekî dest bi kar dike. Di ber vî karî ra jî ew komeke muzîkê ava dike. Ew tevî koma xwe li şahî û dawetan stranan bi kurdî dibêje, bi vî awayî jî ew ber bi profesyoneliyê va diçe. Helbet tevgera Hozan Şiyar bala dewletê jî dikişîne. Dewlet biryara sirgûn kirina Şiyar digre. Li ser vê yekê Şiyar dev ji karmendiya dewletê berdide. Hozan Şiyar salên 1976-77 an bi temamî xwe dide kar û barên mûzîkê û tevgera şoreşgeriyê. Di van salan de ew dibe endamê rêxistina Kawa û bi awayekî aktîf beşdarî karê rêxistinê dibe. Sala 1977 an ew qaseta xwe ya pêşî derdixe. Piştî vê qaseta xwe ya pêşî Hozan di navbera salên 1977 û 1980 yan de tevî hemî zor û zehmetî û qedexe kirinan jî ew pênç qasetan di pey hevra derdixe. Ber bi salên 80an nav û dengê hozan Şiyar li bajarên Kurdistanê belav dibe. Ew li bajar û bajarokên Kurdistanê bi stranên xwe yê şoreşgerî banga hişyariyê li gel dike. Hozan Şiyar jî wekî piraniya rewşenbîr, siyasetmedar û hûnermendê kurd para xwe ji cûntaya leşkeri ya sala 1980'î digre. Rejîma leşkerî Şiyar digre û davêje zîndanê. Ew qasî dû salan di zîndana bi nav û deng ya Amedê da dimîne. Piştî dû salên zîndanê Şiyar tê berdan. Gelek dem li ser berdanê de derbas nabin sala 1984 an ew careke din jî ji ber deranîn û belav kirina qasetên kurdî tê girtin. Ew sala 1986'a jî tê berdan. Hozan Şiyarê bi înad û aht stranên kurdî distre. Dewlet jî bi israr wî digre û işkenceyên giran li wî dike. Di sala 1990'î de Şiyar bi qasetên nû derdikeve pêşberî hezkirên xwe. Navê wê qaseta nû “Şêrîna min”e. Lê her ku diçe rewş girantir dibe. Xwedî kuştin û kiryarên ne diyar navê Hozan Şiyar di listeya xwe de dinivisînin. Êdî Şiyar nema dikare ji mal ve derkeve. Ew çar pênç mehan di malê da dimîne, heta ku ew xwe davêje Stenbolê. Li vir ew bi Navenda Çanda Mezopotamyayê ra têkiliya xwe datîne. Piştra sala 1992'yan ew diçê Swêdê. Hozan Şiyar sala 1998'a bi qansêrê dikeve û ew di 22 avrêla 2001'ê di saet 8:55 deqiqeyan de tevî hesreta Farqînê di dilê xwe de li Stockholmê diçe ser dilovaniya xwe. Li gor daxwaza dilê wî, li Farqînê li goristana Şêxelîlê hat veşartin.

çavkanî:
Here lînkê

nivîsek bi tirkî Here lînkê

pir guhdar dikim. çend dibihîsim xemginiyek dikeve dilê min de. helbestên wî yên têr û tijî dengek xweş... bi rêz û hurmet bi bîr tînim cihe te bihuşt be.

ev sitrane nebe nabe





23.04.2020 03:02 ~04:46 | de facto hozan

2. Taybetî bi "şêrîna min" a wî, amed a ku zarokatiya min bi awayek efsûnî dixemiland tê bîra min. Yanê di hooorta amedê de jî jê dûr jî bêriya wê amedê dikim*



16.12.2020 22:10 | rizgarm

dengdanên dawîn (yên din..)
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
tehdîdên kurdî [1]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
babetna - khosha hawraman

...
îy yo hee [2]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
belki ev jî bala te bikişînin
» hozan hemîdo
» şiyar sipan

Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj muzikstrnbj muzikstrnbj kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî