Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 51 peyam
berî her tiştî kurd im - tirşik
berî her tiştî kurd im
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. gotineke di helbesta mamoste cigerxwîn de hatiye gotin. bi min ew jî biwêjek kurdî ye. di helbesta bi navê ez mirov im dawiya her çarînê de heye. wateya wê ku ji bo wan ên ku bixwazin fêm bikin pir hêsan e. dibêje; ola te, partiya te, hebûna te ne pêşiya kurdbûna te ye.

wextê em hemû kurd ji hev re bêjin berî her tiştî ez kurdim, bawer dikim ku êş û elemên niha em dikêşin wê pir kêmtir bibin.

helbesta "ez mirov im" (nivîsa helbestê ji ekşi sözlukê hat standin )


markisîme , dixwazim ,
li her derî dibazim ,
kûbîme – serfirazim ,
berî her tiştî kurd im .

sofiyatim bîrewer ,
emrîkîme divêm şer ,
asyewîme bi tevger ,
berî her tiştî kurd im .

li efrîqa dikim şer ,
li ewrûpa dikim ger ,
ez mirovim li her der ,
berî her tiştî kurd im .

viyetnama gernasim ,
hindîme bê kirasim ,
ez birçîme pê-xwasim ,
berî her tiştî kurd im .

gernasim , mil ji pola ,
nema dibim , ez kola ,
diçim şerê engola ,
berî her tiştî kurd im .

dijminê koledarim ,
ne razame , şiyar im ,
bi dijmin ez dikarim ,
berî her tiştî kurd im .

ez dijminê kevnarim ,
jêhatîme , dijwarim ,
ez mirovim , ne harim ,
berî her tiştî kurdim .

ez karkerim dest qerêj ,
dêwê reşim , çîm dirêj ,
serê dijmin dikim gêj ,
berî her tiştî kurdim .

ez cotarim diçim cot ,
bi dest min tim dar û rot ,
pî çirî û serî qot ,
berî her tiştî kurdim .

heçî axa , heçî şêx ,
bigre darê xwe , tim lêx ,
serê dijmin bipelêx ,
berî her tiştî kurdim .

qada mine , bê cîme ,
dexla mine , birçîme ,
ez sofîme , heccîme ,
berî her tiştî kurdim .

petrol diçî destê kê ,
çi hiltênim , didim gê ,
kara min çû di ber bê ,
berî her tiştî kurdim .

hetta ku em nebin yek ,
dest navêjin dar û çek ,
emê bijîn wek parsek ,
berî her tiştî kurdim .

divêt , ko em şiyar bin ,
ji cengê re li kar bin ,
tim dijminê neyar bin ,
berî her tiştî kurdim .

navêm kevneperestî ,
ez dixwazim serbestî ,
ma kî divê bindestî
berî her tiştî kurdim .

divêm bigrim ez welat ,
ez dizanim , ko felat ,
dostaniya sofiyat ,
berî her tiştî kurdim .

ev destûra kevnare ,
tev qerêj û gemare ,
wê em hiştin ji pare ,
berî her tiştî kurdim .

hetta karker û cotkar ,
bîrewer û xwendekar,
hemî nebin em şiyar ,
berî her tiştî kurdim .

em nikarin herin pêş ,
kes nadî me dora êş ,
wê me bixun gur û mêş ,
berî her tiştî kurdim .

qata jor û qata jêr ,
dest qelêr û xwedî zêr ,
zikê birçî , zikê têr ,
berî her tiştî kurdim .

îro bûye dubendî ,
"beg û axa " û " gundî " ,
em nabin yek bi rindî ,
berî her tiştî kurdim .

gerek bibin : partîzan ,
benda reben-pir xizan ,
em rê nedin van dizan ,
berî her tiştî kurdim .

ka li kûye berê me ?
kî bûne rêberê me ?
ka çi hate serê me ?
berî her tiştî kurdim .

bixin destên xwe hevsar ,
xwedî dewlet , xwedî dar ,
yefşê nedin koledar ,
berî her tiştî kurdim .

lê ez kurdim markisî ,
kara xwe nadim kesî ,
naxum nanê bi tisî ,
berî her tiştî kurdim .

ez kurdekî dilbirîn ,
li nav dînan bûme dîn ,
hetta ciger me kir xwîn ,
berî her tiştî kurdim.


sitran- koma amed




23.04.2020 19:05 ~19:14 | de facto hozan

2. Her dema kû kesera têkçûyina qewmê pezkoviyan xwe li dilê min dipêçe zimanê min bi xwe lem lem dike û bi dengek (bnr: evdilmelik şêxbekir) î ji xwe re vê stranê dinale. Stranek pir hestiyare ji bo min...



23.04.2020 19:24 ~19:26 | rizgarm

3. divê hemû kurd, dema xwe didine nasîn berî navê xwe vê gotinê bêjin



23.04.2020 20:17 ~20:17 | merwano

4. Yek tiştek hebe ku hemû Kurdan bike yek, ew jî ev e, Kurdayetî, kurdîtî, Kurdbûn û anîna ziman ya van gotinan. Çend qirnin ku ev tişt êdî derketiye holê, divê ya kurd bibin kurd û bibin xurt yan jî wenda bibin.



24.04.2020 00:14 | afa

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» berî ez bimirim
» her
» tiştîr
» kurddunya. net

Kategoriyên mijarê:: zimanbiwej zimanbiwej zimanbiwej kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî