Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
pêwendiya bill gates û vîrûsa koronayê - tirşik
pêwendiya bill gates û vîrûsa koronayê
(8) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Naxwazim behsa komplo û dekûdolaban bikim lê çend heftene meseleyek bala min dikişine.
Her kijan malpêrê vedikim bill gates û hewesa wî ya derbarê vîrûsa koronayê derdikeve pêş min.
Carna behsa derzî û qutanî dike
Carna çînê bona serkeftina vîrûsa koronayê pîroz dike.
Îro jî min dit, gotiye bona serkeftina li hember vîrûsa koronayê 5 mijar divêt bên kirin;
Here lînkê
Di nav wan 5 mijaran de yekê bala min kijan. Behsa contact tracing dike.
Mirov guman dike. Dibe ew gotinên ku dibêjin ew vîrûsa bona çipan bi mirovan kin hatiye çêkirin rast be.



24.04.2020 00:00 | cinorek

2. bill gates mirovek pirr jêhatî ye.piştê axaftina wî ya 2015 an derbarê şewbayê de gotiye ez gihîştim vî hizrê.Bifikirin ku ev camêr 5 sal ewil van rojên ku em tê de ne her wekî bi nîz ve dîtiye.
Bi rastî carnan mîna melaîketek bixûyê jî mirov nikare kesên dewlemend bawer bibe.Mirovên mîna bill gates dewlemend ceribandinên bereday jî dikarin bikin.




24.04.2020 00:59 ~01:01 | brzn

3. Weka go dibêjin tekiliya wî bi malbatên super-dewlemend heye. weka rockafeller, rotschield hwd. Tiştê go ecêb çima ewqa pere ji xebatên derziyê covidê ra belav kir û çi elaqa eî bi van mijaran heye. Diçe daxuyaniya ser tiştekî medikal dide go ew bixwe bê elaqa ye. Qe baweriya min bi vî zilamî nîn e û tiştê go dibêje li ba min vala ye.



05.12.2020 22:56 | hueyn

4. têkiliyek heye lê ev ne sedem-encam e, yanî sedema vîrûsa koronayê, bill gates nîn e. camêr her tim xwestiye dinyayê ji bo nexweşiyek wekî virûsa koronayê hişyar bike Here lînkê ku ez bixwazim bi rêya nexweşiyekî dinyayê zept bikim, ez ê wana berî hişyar bikim? * dev ji van teoriyên komployê berdin Here lînkê
.
û her wiha di dinyayê de têkiliyên hema hema hemû karsaz, siyasetmedar û bûrokratên mezin bi hev re û bi mirovên wek gates, rockafeller û rotschieldê re hene, dinya di serdema gerdûnî de bûye gundekî biçûk, her kes bi her kesê re yekser an jî neyekser di nav têkiliyê de ye.

em mirovên xwenda û perwerdekirî ne û hemû nivîskarên tirşikê herî kêm du ziman û pirranî jî inglizî tê de herÎ kêm sê zimanan dizanin. vekin bikolînin û lê binêrin ka bill gates kî ye, çi kiriye û çima van tiştan dike.

her çiqas bill gates xwediyê microsoftê be û di warê teknolojiyê de hatibe nasîn jî ev bûye 6 sal karê xwe berdaye û ev bûye 30 sal bi rêya weqfa bill û melinda gates di warê tendûristî, pêşketin, perwerdehî û mafê mirovan a civakên paşdemayî de gelek xebatan kiriye Here lînkê.

yaw erê hûn tev axaftin û xîreta wî ya di derbarê virûsa koronayê de dibînin (her wiha ji bo Covid-19ê heta niha nêzê 450 milyon dolaran bexşandine welatên paşdemayî Here lînkê), lê hûn çima xebat û xîreta wî yên beriya virûsa koronayê ji bo virûsên wek lerzeta (malaria), aids, werem û hivê nabînin Here lînkê.
li gorî datayên heta 2015an weqfa wî û ya jina wî 21.4 milyar dolar ji bo pêşî lê girtina nexweşiyên şewbê, pêşxistina derfetên tendirûstî û pêşketinên aborî xerc kirine Here lînkê. ma wan nexweşiyan jî gates derxistine?

Camêr bi salan e li ser nexweşiyên şewbê dixebite, li Afrîkayê û asyayê alikariya milyonan însanan kiriye, ji bo mafê gihiştina tenduristiyê zor dide hikûmetan û saziyên navneteweyî, dewlemendên din ên milyarder (super-dewlemend (!?)) ji bo alikariyê teşvîk dike û enstîtuyeke qerese ji bo lêkolînên li ser van nexweşiyan ava kiriye. Dê ew li ser vê meseleyê neaxive, dê kî biaxive?

û her wiha weqfa gatesê xwedî polîtîkaya rêtêberiya vekirî ye (open access policy) Here lînkê, yanî çi dikin hemû ji aliyê sazî û mirovên serbixwe tên tomarkirin û ji bo raya giştî tên parvekirin Here lînkê.

bill gates di sala 2009an de soz dide ku nivê mal û milkên xwe ji bo xêrxwaziyê xerc bike û heta niha 21 milyar dolar jî xerc kirine û dike Here lînkê.

bi milyonan saziyên zanistî û mirovên zanistyar ên ku di vî warê de dixebitin û emrên xwe dane vî karê hene. ku ev virûs bi destê mirovahî hatibe çêkirin û belavkirin, dê ev zanistyar pê nehesin? dewletên wek rûsya û çîn lê nenêrin?
ku di nav wan vaksînan (aşı) de çîp û maddeyên kîmyewî yên ziyanok û nizamçik hebe, ma ew sazî û mirovên pispor ên ji welat, netew, ol û bîrdoziyên cûr bi cûr tên, dê lê nenêrin û nepirsin de ka di nêv vê vaksînê de çi heye gelo? bê pirsiyar milyaran mirov werin vaskînkirin? haşa dûrî civatê, ev mirov ker in? di destê gates de çi teknolojî hebe, di destê wan mirovan de jî ew teknolojî hene.

wê berde, tenê di tirşikê de bi dehan bijîşk û xebatkarên tendûristiyê hene (bnr: di tirşikê de pirbûna bijîşkan), ku tiştek wisa hebe, dê ev nivîskarên tirşikê neyên li vir nenivîsin?

binêr min 10 deqqan de van agahiyan dîtin, ma nikarin xwe hinek aciz bikin û lê bikolin û van agahiyan bixwînin?



06.12.2020 01:51 ~05:27 | xelîl

5. Dê çîp were saz kirin. Ez dixwazim, keremkin saz bikin. Jiyana min ne ewqasî muhim e.



06.12.2020 13:19 | ezxeyic

6. Dixwazin hijmara mirova daxinini 250 mîlyonan. Ji ber wê yekê vîrûs anîn holê. Ê dimrin jî ne vîrûsê xestixanê dimrin.
Here lînkê



06.12.2020 14:02 | dilreş

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» pêwendiya bill gates û vîrûsa koronayê
» bill withers
» vîrûsa rombertik

Kategoriyên mijarê:: nuce cihuwar nuce cihuwar nuce cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî