Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


5 mijar û 6 peyam
aqilmendkurd.com - tirşik
aqilmendkurd.com
(14) (0) (8)
di mijarê de bigere

1. Forumeke Kurda ye. Di gelek mijarên zanîstîde kesên ku lekolînan dikin, dikarin hemû lekolînên xwe li vir parve bikin.

wekî ku ew dibêjin: aqilmend kurd foruma Kurda ye ji bo Kurda bi keda helal hatiye afirandin.
Here lînkê



2020.04.24-02:34 ~2021.01.05 01:16]| merwano

2. foruma ku aniha haya min jê çêbûye ye û li gorî min weke bihuşt e. çiqasî forumeke giştî be jî ji aliye teknolojî û bernamesazî ve çalaktir xuya dike.



2021.01.05-12:13 ~12:15]| hueyn

3. Gelek xweş xuya dike. Ez rojek bibim endam



2021.01.05-23:46 | dilreş

4. Aqilmend Kurd cîhe şêre mera ye :D

Silav hevalên min yên delal, hêvî dikim ku hûn hemû baş bin. Di cîhana îro de, gelê Kurd ne xwediyê axa xwe ne. Ji ber vê yekê em wekî neteweya Kurd li pey hemû gelên din in.

Lê bes e, teknolojiya îro tenê li ser şopa tiliyên we ye em ji Bakur in û em dixwazin dest bavêjin ser cîhana teknolojiyê. Ji ber vê yekê me biryar da ku malperek çê bikin (AqilmendKurd) da ku hemû mirovên Kurdistanî di bin yek malekî de bihêlin. Bakûr, Başûr, Rojava, Rojhilat û hemû mirovên me yên ku li dûrî welêt dijîn.

Dê ev malper bibe Forum, ku em dikarin zanyariyên xwe bi hevûdu re parve bikin, lê ji bo ku malpera me bi dawî bibe, pêdiviya me bi alîkariya we heye.

1- kî bixwe ji XenForo fêm dike em dixwazin ku ew ji me re bi alîkariya wergera ziman ji bo XenForo bike.

2- Grafîker.



Bi me re têkilî deynin li ser
admin@aqilmendkurd.com



2021.01.07-20:09 ~20:18]| hebu_n

5. malpera ku divê her kes rêya xwe pê bixe û parveya bike ye. jixwe malperên bi kurdî yên ku mirov dikare tê de binivîsin gelek kêm in. ji ber vê jî li ser înternetê agahiyên bi kurdî hema bêjin nîn e. Ku mirov ji tewşê twitterê 5 dq'ya xwe bide jî baş e.

Here lînkê



2021.01.07-20:50 ~20:52]| hueyn

6. bila bi xêr be, ez jî bûm endam. serkeftin jî were



2021.01.07-22:39 | doesntmatter

7. Spas hejano, ka mijara bineren hege ko daxwaza we cebibe derbare mijareki de min re bibejin ez we re bibim arikar. u biborin kilavya kurdi tune min wilo nivisand vi peyamaxwe.



2021.01.08-00:43 | hebu_n

8. malpera ku ji bo bikaranîna aqilmendkurdê vîdeoyek weşandine ji aliyê @hebu_n ve.











dema ez nû beşdarî forumê bûbûm, vîdeo fln nîn bû, ez bi serê xwe hîn bûm, her wiha zêde ne tevlîhev bû jî. lê dîsa jî hin kêmasiyê mirov çê dibin. bi vê vîdeoyê bawer im wê ew kêmasî jî çareser bibin.



2021.01.11-00:22 | merwano

9. wê di pêşerojê de bibe çavkaniyekê zahf mezin ya kurdî belê haya kesî jê nîn e. rojê 2-3 kes ya çalak dibe ya nabe. ez jî ji roja ku pê hesiyame hewl didim ku naverokan ji aqilmendkurd.comê re amade bikim. ji ber wê jî nikarim weke berê li tirşikê binivîsim. tevî tirşikê, ji bo zêdebûna agahiyên kurdî yên li ser înternetê malperekê zahf girîng e.



2021.01.21-22:38 ~22:40]| hueyn

10. Gelo bikarhênerên Tirşika delal derbarê Forûma me da çi difikirin ?



2021.02.14-03:50 | hebu_n

11. forûmek e gelek baş e.Kêmasiyek wiha warê înternetê de hebû bi rastî.Ev rûyê dawî gelek baş xûya dike û serkeftî bûye lê jiber ku hin cîh nivîsên tirkî dihewîne , rewşekî ne temamkirî anku rewşekî bêberpirsyar dide der.Tenê hin cîh wisa nin.
Xeynê nirxandina jor , divê xwedî û rêvebirên forûmê bi sebir bin jiber ku xwînerên bi zimanê kurdî dixwînin pirr kêm in.Ev jî dibe sedemek ne domandinê.Lê çiqas bidome û çiqas zindî be wê her tim bala xelkê bikişîne.



2021.02.14-10:42 | brzn

12. Spas ji bo gotinên te derbarê forûmê da, bii rasti em ji zanîn hin cîh hej tirkî ne û em dikin ko wergerînînê Kurdî lê bi xwe karê ki gelek zehmetê, û wek te got xwendkarên kurmaci gelek kêmin lê xem nîne armanca me ewê ko kurdî û kurd jî teknolojîye da pêş bikevîn, bila çavkanîyên kurdî ji hebun ser înternte înşAllah emê serbikevîn.



2021.02.15-08:59 | hebu_n

13. Forumek bê wext, îhaleya tirşik forumê jî nastînin gelo * ji bû muzika kurdî wê arşivek baş be ez dizanim, jiber di destê mede tenê muzîk heye * wekî din xebat û lebatek başe ji bû kurd û kurdî bi heviya bêhtir lêbarkirinan .....

ji wêde hatiye, ji helebê heya bigihêje qamişlokê



2021.02.15-20:42 | shorbevan

14. malperek xweşik e. berê malperên kurdan yên wisa pir hebûn lê tabî mixabin bi tirkî bûn. tu konsepta wan jî tune bû. gelemperî stranên kurdî dihatin parvekirin: sivan_perwer-tum_sarkilari_full+full_rapidshare.part-1

aqilmend kurd, xwerû kurdî ye. divê teqez! wisa bimîne. gelo di malperê de behsa her tiştî were kirin baştir e an tenê li ser teknolojî/nivîsbarîyê bisekine, nizanim ya rastî. divê rêveberîya malperê baş li ser vê yekê bifikire.

malperên kurdî piranî ne domdar in. lewra wek li jor jî hatiye qalkirin, xwendevan/bikarhênerên kurd hindik in. lê divê xwedîyên malperê vê yekê ji xwe re nekin derd. bila xem bikin lê bona devjêberdanê, nekin hincet. eger 3-4 kes jî di wir de hêdî hêdî parvekirinan bikin, hema tenê zanîna xwe li wir li pêş hemû dinyayê pevre parve bikin, wek bloga xwe ya şexsî an jî lênûska xwe ya şexsî jî bi kar bînin, wê piştî çend salan çavkanîyek bêhempa derkeve holê.
belkî hûn ê bibînin ku çawa ji nişka ve çend xortên nû hatine û ji tiralbûna we gazînan dikin û dixwazin malperê ji we bistînin da ku wê geştir bikin.



2021.02.15-21:01 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (Yên Din..)
xanimî gulfiroş [1]
Sitranek zekeriya abdulla ye. Bi zaraveyi Soranî ye, gelek xweş e ....
postmodernîzm [7]
Postmodernîzm, tevgereke berfireh e ku di nîvê sedsala 20n de li ser f...
botên telegramê yên kêrhatî [2]
@stickers bota ku ji bo afirandina stickera bi kêr tê. piştî k...
xelatên tirşikê 2020 [15]
xelatên ku xwedîyên wan dîyar bûne. (ji bo derengmayînê bibexşînin.) ...
wê hingê [2]
Wê hingê “o sirada” Vê hingê jî dibe. wekî Wê hingê çopir ji dûr l...
belki ev jî bala te bikişînin
» aqilmendkurd.com

Kategoriyên mijarê:: niviskar niviskar niviskar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî