Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


47 mijar û 85 peyam
di navberê de - tirşik

Osman li senayîyê karkereke û heman demê de xortek berzewace û ji bo wê di lêgerînekê de ye. Lê pirsgirêkek Osman heye ku nikare du kara bi hev re bike, lewma keçik zû jê aciz dibin û naxwazin pê re b...
(3 şîrove)
di navberê de
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Filma dawî ya (bnr: ali kemal çınar) e. Di vê filma xwe de ji ser pirsgirêkek camêrekî bal kişandiye ser pirsgirêka miletekî. Ji bo vê yekê hebekî polîtîk tê hesêb. bi hişmendiyek cûda nêrînek nû ava dike di qada pirsgirêka zimên de. Ji ber wê film bala min gelek kişand.


osman di senayiyê de xwediyê dikanekî ye tevê şirîkê xwe. Karê wê di cih de ye, debara xwe pê dike lê nezewiciye û ji ber tenê nemîne dixwaze bizewice. Ji ber pirsgirêka osman kes lê nanêre. Pirsgirêk ev e ku osman nikare du kara bi hev re bike. Mînak bi keçikekê re diçin rûdinin û tiştekî wê vebixwin. Osman heger vexwe heta wêî tiştî neqedîne nikare bipeyive an bipeyive nikare wî tiştî vexwe. Keçik bi vîya dihesin şûnde yekcarî jê dûr dikevin. Xalekî din bala me dikşîne ku der û dora osman hemû kurdî diaxive lê bes osman tirkîya amedîya dipeyive. Rojekî mamosteyek lê digere ji ereba xwe û bi tirkî dipeyive lê osman jê tika dike ku kurdî biaxive lê vê tika xwe jî bi tirkî tîne ziman. Belê bi vê awayê ji hevdû fam dikin. Mamoste ji bo pirsgirêka ereba xwe tê dikane û jê dipirse ka ev çi meseleya zimane û osman bi vê hevokê pirsgirêka miletekî bişavtî tîne ziman "zimanê ku pê diaxivim fam nakim, zimanê ku jê fam dikim nikarim biaxivim". Û ji bo vê çi astengî dîtine yeko yeko vedibêje ji mamoste re. Mamoste jê re dibêje ku ev encama nîv hînbûna zimanê dayikê ye û jê re hînbûna zimanê kurdî pêşniyar dike. osman jî qebûl dike û diçe qursa ziman. Pişt re ji diya xwe dipirse ku ev pirsgirêka wê ya nikare du kara bi hev re bike kêngî destpê kiri ye. Diya wê tîne bîra xwe dibêje "tu diçûy dibistanê rojekî tu giriyay û hatî. Te got ji ber ku min kurdî qise kiriye mamoste li min xistiye, carek din bi min re kurdî qise nekin. wê rojê de ye ev pirsgirêka li te derketiye". Osman diçe qursa ziman û dinêre tenê nine. Gelek meriv mîna wê hene. Û carna diaxive jî. Êdî ne mîna berê ye. Di dawiyê de em erebeyek ku dixwaze di navbera du erbeyan de park bike dibînin. Erebe piştî çend ceribandinî cih dide xwe û dawî.


Li ser meseleyek muhîm sekiniye û pirsgirêka ziman û nebûna dewletê bi awayek fambar aniye pêş çavê me.

Karin ji vir temaşe bikin:





24.04.2020 20:37 ~20:39 | rizgarm

2. Fîlmê ku min îşev sêr kir. Fîlm tweetê trollekî ya jêrê anî bîra min, her çiqas ji bo tirane xwe bîne parvekiribe jî dîsa ji me ra mesajekî rastiyê nîşan dide. Ev tişt Ji boyî wan komîk ji boyî me trajedî ye, werhasil tiştekî Trajîkomîk e.

Here lînkê

Fîlm bi mijara xwe ve gelekî baş e, bawerim problema Osmanê gelekî zêde berbelav e.

Minakekî bidim we, kalikê min ê rehmetî Gava yekî ji wî ra Tirkî xeber dida jê ra kurmancî cewab dida heke kurmancî xeber bida Tirkî cewab dida, bala min dikişand min ferq dikir ku taybetî kesên ne nasên me ne, ne gundiyên me ne, yan jî kesekî xwendî be ji wan ra USA dikir.

Ez bi xwe jî kesên ku gundiyên me ne, gava wana kurmancî xeber didin nikarim bi hêsanî ji wan ra suhbet bikim yên xerîb bin û bixwazin kurdî xeber bidin ji wan ra rehettir im. Hema eleqeya xeberdanên gundiyên me ev e, ewana kurmanciyeke tabiî yên gundê xeber didin di navberê da êêê ooo nakin, gava xeber didin beriya gotinê xwe nafikirin, hema ez pêşî li mêjiyê xwe da cewabên xwe hazir dikim paşê dibêjim loma kesên ku ji min ra xeber didin sebra wan nayê diyalogên xwe jixweber dizîvirinin Tirkî jixwe zimanê şirîk Tirkî ye destên wan da disekine.

Ji aliyekî din jî Di soqaqan da wesayîtan bîna otobês, trên û teyarê da bi rehetî nikarim kurdî xeber bidim, navê wê çi ye tirs e, şerm e êdî çi bibe bila bibe rastiyekê min ê wekî Osman jî heye.

Em ji 1985 an da ji Welatên xwe derketibûn berê xwe dabûn bajarekî Tirkan, dê û bavê me ji me ra kurdî em ji wan ra tirkî cab didan, jixwe şerm û metirsiyeke hebû gava wana ji me ra kurdî xeber bida. Piştê 20 saliya xwe meraqê xeberdanê, xwendin û nivîsandinê kurdî ji min zêdetir bû, hê jî kêmasiyên xwe temam dikim.

Werhasil Zimanê zikmakî yê nîvçomayî ji aliyê psîkolojîk ve xesarekî dide mêjî û psîkolojiya meriv. Kesên ku pisporên psîkîatrî û psîkolojiyê ne jî wê tiştê baş dizanin, heke bi heqaniyê bêjin ne pisporên miletê serdest bin.

Wekî gotina mamosteyê gulbîn ev mesele ne tenê ya Osman e nexweşiyeke giş miletê me ye. (Anliyorum ama konuşamiyorum) tirs, metirsî, şermkirin temamê wan ji me xistiye vê halê mixabin
---
Em heke kalîteya fîlmê lê binêrin listikvan, kişandina fîlmê, diyalogên ku hatiye nivîsandin zêde nebaşe, bîna qemereya telefonê destê ve, pê listîkvanan amator hatiye kişandin. Him jî zêde tematîk e, fîlm dixwaze mesajê xwe dîrek bixe çavên me, mesaj di nav Senaryoyê da ne veşartî ye, naxwaze em ê jê fehm kin ew ji me ra bi zorê dide fehm kirinê.

Dîsa jî mijareke zehf baş e ku dest avêtinê jê ra, dest û emegên ku senarîst û listikvanan sax be boyî xîretan wan spas...



26.04.2020 02:32 ~02:41 | mîr

3. mijara fîlmê xwestî bal bikşîne li ser, mijarek girîng e. Lê mixabin lîstikvan zehf xirab bûn. lîstikvanîyek evqas çêkirî jî nabe lo! yanî mirov ji ber lîstikvana nikare fîlmê xilas bike. bila kes vê wek êrîşekê qebûl neke. ev rexneyek e.



26.04.2020 04:30 | soryazyus

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
belki ev jî bala te bikişînin

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinemaflm sinemaflm kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî