Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
serhişkên xwedênas vs serhişkên xwedênenas - tirşik
serhişkên xwedênas vs serhişkên xwedênenas

Navê mijarê ya ewil ev bû:yobazên oldar hwd. yobazên ateîst
(11) (7) (1)
di mijarê de bigere

1. yobaz: kesê ku di bawerhişkîyê de pir pêş de diçe, bi ev bawerhişkî rêza wan bi fikrên din olên din nemaye û beramberî hev dijûn û heqeretan dikin e.

Tu ferqa wan yobazan nîne. Dibe ku bawerîya kesek ji te bêwate hat yan komîk e. Çima ser wî de bi dijûnan diçî? xeletîya wan bîne ziman çewtîya wan bi lêv ke fikrên xwe rêz ke ne bes e? Çi hewceyê heqeretan heye? peyva bawerî tenê oldar nebîne hişê we bêbawerîya ol jî ji yek fikrek bawerî ye.

Werhasil her du yobaz jî tenê fikrê xwe rast û durist dibînin. Peyva Bawerhişk profîla wan baş pênase dike.

Edît: helbet li ser ol û oldarî fikrên min jî hene yekî aqilmend peyama jor bixwîne ji xwe fam dike. Tiştekî ecêb e, peyama min li ortê ye lê wer xuya dike dilê yekî pê mayî ye.



25.04.2020 21:07 ~21:43 | kajav

2. Her ku ez van kesan dibînim hêvîya min ji bo dewletbûnê kêmtir dibe. Hîn em di ferhengekê da nikarin bibin yek û rêzê li fikra hevdû bigirin êdî hûn bifikirin.



25.04.2020 21:31 ~2020.04.26 00:18 | xabûrî

3. xizmeta dijberên xwe dikin.
her dû jî ji hev ehmeqtir in û dilê min ji wan dixele. civak, partî û her cûre platforman diherimînin. ji bo tirkiyê dibêjim; di navbera wan de, di mijarên azadîya ramanî de misqalek ferq jî tune. û tiştek wisa jî heye: heçî kesê ji oldarîyek serhişk derbasî xwedênenasîyê bûbin, ji xwedênenasên xwezayî serhişktir in. yanî ev meseleya kesayetîyê ye.
ya rast naxwazim li ser van meseleyan binivîsim.



25.04.2020 21:37 | simurg56

4. Her du alî jî di gotinê xwe yê derheqê hev de mafdar in. Kesên bisilman yên yobaz, li gor wan ji bilî kesên bisilman mafê jiyanê yê çi kesî nîne. Tim û tim devê wan xeberok e. ateîstên yobaz jî , xwe pir aqilmen dihesibînin û kesê ne ji wan ehmeq, hayê wan ji çi tiştî tune dihesibînin. Ji bîr dikin ku ew jî berî reda xweda bikin bawermendek bûn. Madem li gor we ol tu wateya wê tune, berde kî ji çi bawer dike bila bawer bike, bi serê we ketiye. Yê bisilman jî ayet heye dibê ola we ji were ê wan jî ji wan re. De îja hûn dewa çi dikin. Em hatina sedsala 21. Hêj gengeşe û guftûgoyên olî têne kirin. Heya niha ev şer hat kirin lê ez bawer nakim kesî tiştek xistibe serê hev. Yanê her du alî jî tiştek ji hev fêm nakin û piştre dîsa bi ya xwe dikin.



25.04.2020 22:45 | tîrêj zana 21

5. (bnr: xwedê îmana we kamil bike)



25.04.2020 23:44 | brzn

6. mijara ji bo serhişkîya xwedênasan veşêre hatiye vekirin. Kesên herdûyan wekhev dibînin fehmkorin. ger serhişkiya ateîstan dilopek be ya misilmanan derya ye. Nayê muqayese kirin. Ateîst ne xwidan hêzek kolektîf in û tu car dê nebin jî. Ji ber ku ateîzm ne ol e. Qaydeyên wê nîn. Lê ol bi disiplînin, hîyerarşîkin, desthilatin. Hikim li bawermendan dikin lewra bawermend jî bi piranî agresîf û tehdîdkarin.



25.04.2020 23:55 | hespêsor

7. Ji bo pêşketina mirovahiyê herdu jî tehdît in lê bi ya min, serhişkên oldar yên xudênenas dijwartir in.



26.04.2020 01:35 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» serhişkên xwedênas vs serhişkên xwedênenas
» serhişkên xwedênas vs serhişkên xwedênenas
» xwedênenasî

Kategoriyên mijarê:: tirsik yendin tirsik yendin tirsik yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî