Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
hozan mizgîn - tirşik
hozan mizgîn
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Mizgîn, bi sekna xwe û dengê xwe jina mezin a ku bûye ronîkera jinên Kurd e. Gerîlaya jin a ku şaxên hişkbûyî bi dengê xwe şîn dike ye. Jina ku bedewiya doza xwe teyisiye dengê xwe, Hozan Mizgîn. Xwedawenda ku awayê şoreşê ya jinê di dengê xwe de dide jiyîn e. Heke em niha bixwazin te vebêjin, divê ji têkoşîna te dest pê bikin heta dengê te biçin. Mizgînek bû, lê niha di her malên Kurdistanê de bûye bi hezaran Mizgîn.

Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin), di sala 1962an de li Êlihê ji dayîk bû. Mizgîn, hêvî û bedewiyê di çek û dengê xwe de daye jiyandin. Hozan Mizgîn, bi şehîd Mazlum Dogan re Partiyê nas kir. Di sala 1982an de têkoşîna azadiyê nas kir, bi xwîngermî nêzîkî têkoşînê bû û bi şehîd Mazlum Dogan re bi xebata kuryetîyê dest bi xebatê kir. Rêheval Mizgîn a ku sembola jinên ku girêdayî axa xwe ne ye, di xebatên xwe de deşifre bû û derbasî Lubnanê, qada Serokatiyê bû. Di perwerdeya leşkerî ya Akademiya Mahsun Korkmaz de birîndar dibe û demeke kin tedawî jî dibîne. Demekê li cem Serokatî ma û ji ber ku temenê wê piçûk bû ne li welat, ji bo birêxistinkirina Koma Berxwedanê tê şandin Ewropayê.

Dema ku xebatên çandê yên Ewropayê dimeşand, di avakirina Hunerkomê de kedeke mezin da. Di jiyana jinan a ku bi kedeke mezin hatiye strandin de weke çemeke herikiye Heval Mizgîn. Dema ku dengê wê bi hunera şoreşê re dibû yek ji aliyê her kesî ve dihat ecibandin. Bi bedewiya dengê xwe û bi nasnameya şoreşger ku dabû hunerê demekê di xebatên hunerê de ma. Êş, dilşadî, bawerî û têkoşîna jinên Kurd, di huner û dengê xwe de wê bide jiyîn.

Hevala Mizgîn, di sala 1988an de dîsa vedigere akademiyê û wek delege tev li kongreya sêyemîn a PKKê dibe. Demekê li Rojava xebata girseyî dimeşîne û li wir gelê me yê Rojava jî nas dike. Ezmûnên xwe yî berê û yên Rojava dike yek û bi bibîryariyek mezin a têkoşînê berê xwe dide çiyayan. Piştî akademiyê wek Kordînatora Eyaleta Mêrdînê, Hozan Mizgîn dibe yekemîn fermandara jin a eyaletê û giraniya peywirên xwe dizane; bi vê nêzîkatiyê şehîd Mizgîn wê bibe mînaka herî baş a têkoşîn û vîna jin.

Bi şehadetên hevalên rêveberiya eyaletê jî zor û zehmetî dikişîne. Di sala 1990an de wek berpirsiyara eyaleta Mêrdînê tev li Kongreya 4. a PKKê dibe û di dawiya kongreyê de, di sala 1991an de derbasî Eyaleta Xerzanê dibe. Têkoşîn û vîna jinên Kurd ku cîhanê bi şoreşê re dane naskirin, çavkaniya xwe ji mîlîtanên wek Mizgîn ku mohra xwe li cîhanê dane, digire. Şaxên têkoşîna jinan ên ku li ser bingeha ku Mizgîn çêkiriye xwe mezin dike, roj bi roj bi qasî ku ji ezmanan şînahiyê bîne mezin dibe. Heval Mizgîn di ferqa wê de bû, can û giyana wê xulamtiyê nedipejirand. Tarîtiya jina xulam ji ser xwe avêtîbû û ber bi jina azad a ku Rêber APO afirandibû, dimeşiya.

Di sala 1992an de, ji bo ku xebatên eniyê venihêre derbasî Tetwanê dibe. Mala ku lê ye, tê serdegirtin. Gilî çêdibe û mal tê dorpeç kirin. Heya hilm û fîşeka xwe ya dawî şer dike û bi lehengî şehîd dikeve û di têkoşîna azadiya jinan a Kurdistanê de cihê xwe yê birûmet digire.

Mizgîn, ji dîrokê re, aliyên jinên Kurd ên berxwedêr, bibîryar û têkoşêr dide nivîsandin. Dengê Mizgîn, niha ji bo her hevalên xwe yên şehîd dibe giryanok. Jinên Kurd dipêçe û axa welatî hembêz dike. Dengê wê mîna keda jinê ku ji axê hatiye girtin bû. Mizgîn fermandar bû, şervan bû, fîdayî bû, hunermend bû, ji her tiştî wêdetir Mizgîn jineke şoreşger bû. Şoreşa xwe bi dengê xwe strand. Dema ku Hozan Mizgîn tê gotin, tenê hevokek tê bîra her kesî; ”Xwediya nav û deng”. Her çiqas navê xwe ji dîrokê re bi dengê xwe dabe nivîsandin jî, her wiha bi kesayetiya xwe ya dilnizm û bandorker û bi bûyîna yekemîn fermandara jin a eyalatê jî da nivîsandin. Mizgîn bû Kurdistan, bû kaniya jinê ku ji çiyayan diherike. Û di riya têkoşîna azadiyê ya jin, ku wê vekir de, em bi giyan û baweriya Mizgîna Hozan û Fermandar dimeşin.

Çavkanî: Stêrka Ciwan, Nîsan 2020, Çand û Huner



27.04.2020 11:00 | mergehez

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» hozan dilgeş
» mizgîn ey şehîd

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn muzikstrnbj muzikstrn muzikstrnbj muzikstrn muzikstrnbj kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî