Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    11 mijar û 14 peyam
    razana bi goreyan - tirşik
    razana bi goreyan
    (5) (0) (6)
    di mijarê de bigere

    1. li gor min, tiştekî gelek ne xweş e. dema bi xeletî bi goreyan radikevim, ji wê xewa xwe tu xêrê nabînim. eyn weke wê dema ku bi cilên rojê rakevim. dema mirov di nav nivînên paqij, rastkirî de û bi cilên şevê razê, xew gelek xweştir e. jixwe herkes vê zane. lê ji bo min meseleya goreyan jî gelek girîng e. eger gore di lingên min de bin, xew li min heram dibe.
    neyse, min meraq dikir ka gelo bingehek wê ya zanistî heye an na. û min lêkolînê kir lê mixabin; li gorî gotinan, berevajî fikra min, razana bi goreyan, tê pêşnîyarkirin jî.
    behsa feydeyên wisa tê kirin: alîkarîya eyarkirina germa laşê mirov, kêmkirina atakên sendroma raynaudê, ji bo jinên navsere, kêmkirina atakên germbûnê falan û fîlan.
    ya ecêb, li gorî vê malperê (Here lînkê), di seksê de rêjeya orgazmê fîlan jî zêde dike. tobe bismilleh.



    2020.04.27-22:35 ~22:59]| simurg56

    2. (bnr: mirin xweştire ji vî halî) *



    2020.04.28-00:17 | merwano

    3. tu nebêje ne belasebe ye, performansa min... tobe estxfirula... di vê şeva ma'rûm... *

    tiştê ku di şevên sar de ez dikim, helbet bi goreyên paqij ne bi yên derve. yeaq. lê heta sibê li nigên min namînin. dişemitin bêbavno.



    2020.04.28-01:04 | biruya hayao miyazaki

    4. Kiryara ku wexta nigên min cemidî bin ez jî dikim. Lê wexta nigên min germ dibin jî min nerihet dike û bi zanebûnî an jî ne bi zanebûnî bi şev ji nigên xwe derdixim.



    2020.04.28-09:56 | xabûrî

    5. Razana ku bi feydeya xwe ya dawîn bala kesên orgazmhez kişandiya.*

    Ne bi goreyan lê di şevên sar ên zivistanê de razana bi patîkan hez dikim.*

    (bnr: increase potential orgasm)*



    2020.04.28-12:38 ~12:39]| xelîl

    6. Çawa alîkarîya eyarkirina germa laşê mirov dike fêm nakim, carinan dema pirr zêde xewa min were ji bîr dikim goreyên xwe ji piyên xwe derînim, piştî xeweke kûr ji ber germbûna lingên xwe ji xewê bi eciziyeke mezin şîyar dibim. Çimkî dema gore di piyê min de be, piyê min zêde zêde germ dibe û Eyn wek difetisim, êdî wê kêlîyê ji pê derxistina goreyan dibe mezintirîn zilumata cîhanê, bi lingekî xwe dikim goreyê li lingê dî derxim paşê bi lingê dî goreya dî ji xwe dikim, lê pirrî caran nikarim bi ser kevim, lazim e ku rabim û bi destên xwe vî emelî bikim lê laşê min î bêzar bi hêşê min ê xewar re dikeve têkoşînekê, dawiya dawîn germbûna laşî li zora xewariya hişê min dibe û radibim goreyên xwe bi destên xwe ji xwe dixim
    Off wexta min qal kir jî bêhna min teng bû :/



    2020.04.28-15:52 ~15:54]| ferhenga şikestî

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    kurdên femînîst [1]
    helbet rexne li femînîstan were kirin. mîna ku em kurd ji sibehê heta ...
    kurdên femînîst [1]
    jinên ku ji nav civakeke ew qas bavsalar û kevneperest mîna şêran derk...
    kermêş [1]
    Topa ûris li wan bikeve yek nemînin Mala mirov xira dikin, tu tama xe...
    di dîrokê de îro [1]
    îro, 11ê tîrmeha 2020an Bûyer 1405 – (vbnr: Amîral...
    eliyê pûrto [1]
    Kilameke gelêrî ya dengbêjî ye ku navê xwe ji lehengekî bi navê Eliyê ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » razana li ser text

    Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanistitenduristi zanistitenduristi
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî