Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
razana bi goreyan - tirşik
razana bi goreyan
(8) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. li gor min, tiştekî gelek ne xweş e. dema bi xeletî bi goreyan radikevim, ji wê xewa xwe tu xêrê nabînim. eyn weke wê dema ku bi cilên rojê rakevim. dema mirov di nav nivînên paqij, rastkirî de û bi cilên şevê razê, xew gelek xweştir e. jixwe herkes vê zane. lê ji bo min meseleya goreyan jî gelek girîng e. eger gore di lingên min de bin, xew li min heram dibe.
neyse, min meraq dikir ka gelo bingehek wê ya zanistî heye an na. û min lêkolînê kir lê mixabin; li gorî gotinan, berevajî fikra min, razana bi goreyan, tê pêşnîyarkirin jî.
behsa feydeyên wisa tê kirin: alîkarîya eyarkirina germa laşê mirov, kêmkirina atakên sendroma raynaudê, ji bo jinên navsere, kêmkirina atakên germbûnê falan û fîlan.
ya ecêb, li gorî vê malperê (Here lînkê), di seksê de rêjeya orgazmê fîlan jî zêde dike. tobe bismilleh.



27.04.2020 22:35 ~22:59 | simurg56

2. tu nebêje ne belasebe ye, performansa min... tobe estxfirula... di vê şeva ma'rûm... *

tiştê ku di şevên sar de ez dikim, helbet bi goreyên paqij ne bi yên derve. yeaq. lê heta sibê li nigên min namînin. dişemitin bêbavno.



28.04.2020 01:04 | biruya hayao miyazaki

3. Kiryara ku wexta nigên min cemidî bin ez jî dikim. Lê wexta nigên min germ dibin jî min nerihet dike û bi zanebûnî an jî ne bi zanebûnî bi şev ji nigên xwe derdixim.



28.04.2020 09:56 | xabûrî

4. Razana ku bi feydeya xwe ya dawîn bala kesên orgazmhez kişandiya.*

Ne bi goreyan lê di şevên sar ên zivistanê de razana bi patîkan hez dikim.*

(bnr: increase potential orgasm)*



28.04.2020 12:38 ~12:39 | xelîl

5. Çawa alîkarîya eyarkirina germa laşê mirov dike fêm nakim, carinan dema pirr zêde xewa min were ji bîr dikim goreyên xwe ji piyên xwe derînim, piştî xeweke kûr ji ber germbûna lingên xwe ji xewê bi eciziyeke mezin şîyar dibim. Çimkî dema gore di piyê min de be, piyê min zêde zêde germ dibe û Eyn wek difetisim, êdî wê kêlîyê ji pê derxistina goreyan dibe mezintirîn zilumata cîhanê, bi lingekî xwe dikim goreyê li lingê dî derxim paşê bi lingê dî goreya dî ji xwe dikim, lê pirrî caran nikarim bi ser kevim, lazim e ku rabim û bi destên xwe vî emelî bikim lê laşê min î bêzar bi hêşê min ê xewar re dikeve têkoşînekê, dawiya dawîn germbûna laşî li zora xewariya hişê min dibe û radibim goreyên xwe bi destên xwe ji xwe dixim
Off wexta min qal kir jî bêhna min teng bû :/



28.04.2020 15:52 ~15:54 | ferhenga şikestî

6. dinya çiqasî sar bê jî, razana bi goran ne li gorî min e.
car caran bi goran diketim nav lîvînan, heya ku ez hinekî germ dibim, piştre ji lingên xwe derdixim.



30.10.2020 00:44 | merwano

7. biçûkayî dema ku bi goreyan diketim nav ciha bavê min an diya min di gotin goreyên xwe derxe tê kor be. min derand lê dîsa kor bûm. çaveke min hema bêje tune . *



30.10.2020 09:27 | xwelî li ser

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» razana li ser text

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanistitenduristi zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî