1. Fîlmê golshifteh farahani ye ku dawî tê de leyistîye.Di sala 2020 de derketîye,serlîstikvan, chris hemsworthte. |
|
28.04.2020 14:12 |
merwano
![]() |
2. mi çend roj verê na fîlme temaşe kerde. neftlix de jorê fîlman sey fîlma pêşniyar asayî bî. mi û embazê caykar ma pîyê temaşe kerde. fîlm vernî ra heta peynî aksîyon a. tyler yew leşkerê verên o. gurê ci rizgarkerdişê gedeyê merdimeko pîl o. |
|
29.04.2020 04:40 ~04:52 |
kajav
![]() |
3. êdî bi kurdî dikare were temaşekirin. |
|
30.04.2020 18:24 ~2020.05.16 20:59 |
simurg56
![]() |
4. fîlma ku ji aliyê min ve hatiye wergerandinê ye.Wergera fîlmê de min zimanek nerm bo were fehm kirin bi kar anî.înş wê bi dilê we be. fîlmek gelek xweş e , bi rastî ez fîlmên wiha pirr hez dikim.Di fîlmê de du baronên firoşkerê heşbir de şerr heye û ji wan yek diçe kurê yê din direvîne. Ji bo rizgarkirina zarok jî Tyler re dikevine Têkiliyê û tyler jî operasyona rizgarkirinê erê dike ji bo ku kurê xwe wenda kiriye(xemgîn e) û pere jê re hewce ye.Ji serî heta dawî fûll aksîyon nav xwe de dihewîne. |
|
02.05.2020 01:27 |
brzn
![]() |
5. heke mirovek rabe ji bo aksîyonê vê fîlmê daxe, wê hîç poşman nebe. ji vî alî ve temaşevan ser derzî û striyan dide rûniştin, hêcan û meraq jê kêm nabe. tenê du sehneyan de sekanî heye lê, bila hewqas jî hebe. werhasil mîna avê diherike. lê ji aliyê mijarê ve tu orîjînalîteya wê tuneye. ji xwe êdî di fîlm û roman û çîrokan de giringî ne di mijarê de ye, şêwe û rêbaz yên giring in ku wekî min got heqê şêweyê dane. |
|
03.05.2020 23:50 ~2020.05.06 13:56 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
6. disa leşkereki kevin, bi jêhatibuna xwe mala artêşa dewleteke biçuk viritand, |
|
04.05.2020 22:20 |
hak buddy
![]() |
7. dişibe fîlmên tarkan. leşkerekî Amerîkî dikeve nav kolanên Hindistanê bi hezaran leşker û polîsan dikuje; ji bo zarokekî rizgar bike. lê ferqa wê ji fîlmên tarkan ew e: di dawîya fîlmên tarkan de tarkan namire û bi ser dikeve, lê di vê fîlmê de lehengê me dimire û bi ser dikeve. |
|
06.05.2020 10:46 |
xendekî
![]() |
8. mijar min vekiribû lê min li fîlm darî nekiribûಠ_ಠ ji aliyê aksîyonê ve xweş bû, lê ji aliyê senaryo ve qels bû. mînak ji bo lawik rizgar bikin, tîmeke profesyonel digirin, qaşo nikarin ew bixwe xelas bikin. lê piştre ji bo perê tîmê nedin, dikevina pey neçîra wan. wekî hûn dikarine tîma profesyonel, we çima lawik rizgar nedikir. senaryo rasterast li ser vê xetayê mantiqa xwe winda dike. |
|
12.05.2021 18:25 ~18:26 |
merwano
![]() |
newroz [5] |
|
![]() |
arduino [2] |
![]() |
kampanyaya newrozê ya erzaniya pirtûkan [1] |
![]() |
şêr şêr e çi jin e çi mêr e [1] |
![]() |
kampanyaya newrozê ya erzaniya pirtûkan [1] |