Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 79 peyam
extraction - tirşik

tyler rake leşkerek peretîye ku bêtirs û bêxof e. Loma dema kurê malmezinekî cîhana binerdî, tê revandin, ev kar dimîne ser milên wî....
(9 şîrove)
extraction
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Fîlmê golshifteh farahani ye ku dawî tê de leyistîye.Di sala 2020 de derketîye,serlîstikvan, chris hemsworthte.

Fragmana fîlm;




28.04.2020 14:12 | merwano

2. mi çend roj verê na fîlme temaşe kerde. neftlix de jorê fîlman sey fîlma pêşniyar asayî bî. mi û embazê caykar ma pîyê temaşe kerde. fîlm vernî ra heta peynî aksîyon a. tyler yew leşkerê verên o. gurê ci rizgarkerdişê gedeyê merdimeko pîl o.



29.04.2020 04:40 ~04:52 | kajav

3. êdî bi kurdî dikare were temaşekirin.
fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê brzn ve, li kurdî hat wergerandin.

hejmara fîlmên bi binnivîsên kurdî, bû 77.

hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê

ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê

Here lînkê

têbinî-1: me ji bo fîlmê her wiha versîyonek hêdî ya binnivîsê jî amade kir: di vê versîyonê de heta binnivîsa di rêzê de neyê, binnivîsa berê li ser ekranê dimîne. bi saya vê yekê kesên ku nikarin bi lez kurdî bixwînin, wê bikarin demek gelek dirêjtir binnivîsan li ser ekranê bibînin.
ji bo kesên ku nû dest bi temaşekirina bi kurdî dikin, ez dibêm wê baş be.
Hûn dikarin versîyona hêdî jî, dîsa ji rûpela fîlmê daxin.

têbinî-2: temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî/118142



30.04.2020 18:24 ~2020.05.16 20:59 | simurg56

4. fîlma ku ji aliyê min ve hatiye wergerandinê ye.Wergera fîlmê de min zimanek nerm bo were fehm kirin bi kar anî.înş wê bi dilê we be.
Hêviya rexne û pêşniyarên we me.ji bo daxistinê rêbazên mîjara simurg56 de bişopînin heke hûn dibêjin ez nikarim bi van tiştan de bikevim û raste rast ez ê fîlmê temaşe bikim , li ser koma filmên kurdî ya telegramê de hûn dikarin temaşe bikin.Here lînkê

fîlmek gelek xweş e , bi rastî ez fîlmên wiha pirr hez dikim.Di fîlmê de du baronên firoşkerê heşbir de şerr heye û ji wan yek diçe kurê yê din direvîne.
Ji bo rizgarkirina zarok jî Tyler re dikevine Têkiliyê û tyler jî operasyona rizgarkirinê erê dike ji bo ku kurê xwe wenda kiriye(xemgîn e) û pere jê re hewce ye.Ji serî heta dawî fûll aksîyon nav xwe de dihewîne.



02.05.2020 01:27 | brzn

5. heke mirovek rabe ji bo aksîyonê vê fîlmê daxe, wê hîç poşman nebe. ji vî alî ve temaşevan ser derzî û striyan dide rûniştin, hêcan û meraq jê kêm nabe. tenê du sehneyan de sekanî heye lê, bila hewqas jî hebe. werhasil mîna avê diherike. lê ji aliyê mijarê ve tu orîjînalîteya wê tuneye. ji xwe êdî di fîlm û roman û çîrokan de giringî ne di mijarê de ye, şêwe û rêbaz yên giring in ku wekî min got heqê şêweyê dane.

mêrikê me yê sereke, chris hemsworthte, wekî xortê revandî got, naşibe tyler-an lê bradpitî li wî heye. ew di sehneya giriyê de çi xweş girî law, dilê min bijiya. bi rastî jî çavên wê yên giriyê ne. hêviya min ew e ku em wî di fîlmên tijedram û tijetrajediyan de bibînin, bila hêsir û rondikan ji çavên wî yên şînik bibarin û em jî pê re bigirîn. xweş digirî werhasil. mirov ecêb dimîne ku hema carek be jî derhênerî sehneyeke seksê nekiriye nav mijarê. ne ku meraqdarê vî tiştî me, malum di sînemayên amerîkayê de -gelek caran ya azad jî tê de, bi prensîba "seks her car dide firotin" tev didin. mînakek bo vê prensîbê: enemy at the gates/122361 belkî jî ji ber prensîbên farahani?

golshifteh farahani? heqet çima di vê fîlmê de lîstiye? qey xwestiye di hollywoodê de cih bigire yan na tu maneya wê rola wê tuneye. ne karaktera wê karakter e, ne jî di honakê de cihekî wê yê "lîst-avakarî" heye. erê di sehneyên dawî de sniper-iya wê xweş bû lê, di fîlma du saetî de du sê deqe? pênç? qey derhêner û senarîst serên xwe dane hev û gotine eyb e û di dawiya fîlmê de dilê temaşevanan bi rola wê dane rehetkirin.

her wiha.

mirov fêm dike ku hevalekî serhedî wergera fîlmê amade kiriye. destên @brzn sax bin, xweş wergerandiye. mirov bi kurdiya wî ya herikbar bêhnteng nabe, bi hêsanî motîveyî fîlmê dibe. lê hin tiştin neyînî jî hebûn. wekî "xeberda" di pir cihan de pevre bûn. herwiha di gelek cihan de qertafa kopulayê (e, ye) pevre hiştibû. dîsa, belkî ev tenê ji bo min derbasdar e, kesên din nizanim lê, dema replîk bi herfa girdek nehatibe nivîsîn, çavên min çend salîseyên xwe yên giring li wir xerc dike * ku ji xwe replîkek qasî 3-5 saniye li dîmenderê dimîne. ev edetekî pîs e. * her wiha bila her tim wergeran bike ku em ji kurdiya wî ya xweş mehrûm nemînin. her bijî.



03.05.2020 23:50 ~2020.05.06 13:56 | biruya hayao miyazaki

6. disa leşkereki kevin, bi jêhatibuna xwe mala artêşa dewleteke biçuk viritand,
bese yaw ji ramboya ji macgyver'a ji bonda i quzelqurta,
1-here belengazeki xelaske
2-mêrê xerab bikuje
3-xwe bavêje ser jina bedew
ha jitere senaryoya 919938373'emin



04.05.2020 22:20 | hak buddy

7. dişibe fîlmên tarkan. leşkerekî Amerîkî dikeve nav kolanên Hindistanê bi hezaran leşker û polîsan dikuje; ji bo zarokekî rizgar bike. lê ferqa wê ji fîlmên tarkan ew e: di dawîya fîlmên tarkan de tarkan namire û bi ser dikeve, lê di vê fîlmê de lehengê me dimire û bi ser dikeve.

wergera brzn baş bû, seeta wî xweş. wek biruya hayao miyazaki gotî çend kêmasîyên piçûk hebûn, lê ew jî ne ewqas arîşe bûn. destxweşîyê lê dikim.

nîşe: min bi xêra koma @fimenkurdi ku hevalan li ser telegramê ava kirine darî fîlmê kir. ew jî imkanek xweş e, hewce nake mirov fîlmê û jêrenivisê daxe filan bêvan, hema amade ye.



06.05.2020 10:46 | xendekî

8. mijar min vekiribû lê min li fîlm darî nekiribûಠ_ಠ
îro ji bo xatirê golshifteh farahani * min darî kir.


ji aliyê aksîyonê ve xweş bû, lê ji aliyê senaryo ve qels bû.
mînak ji bo lawik rizgar bikin, tîmeke profesyonel digirin, qaşo nikarin ew bixwe xelas bikin. lê piştre ji bo perê tîmê nedin, dikevina pey neçîra wan. wekî hûn dikarine tîma profesyonel, we çima lawik rizgar nedikir. senaryo rasterast li ser vê xetayê mantiqa xwe winda dike.



12.05.2021 18:25 ~18:26 | merwano

dengdanên dawîn (yên din..)
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
belki ev jî bala te bikişînin
» extraction

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinemaflm sinemaflm kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî