Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


12 mijar û 19 peyam
1 gulan 2020 kampanyaya danasîna tirşikê - tirşik
1 gulan 2020 kampanyaya danasîna tirşikê
(16) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. silav gelê tirşikvanan !
ez dixwazim em hemû, 1'ê gulanê saet 20.00'an de kom bibin û li ser hesabên xwe yên twiter'ê û li malperên din ên medyaya civakî dest bi danasîna tirşikê bikin. em tagek hevpar diyar bikin û heta derengê şevê, tweetên di derbarê tirsik.net'ê de bişînin.

beriya çend salan**, me 2-3 mehan carekî, kampanyayek wisa çêdikir û bi rastî wê demê me gelekî feyde jê dît. gelek nivîskarên tirşikê, bi vê kampanyayê bi tirşikê nas bûn.

--wan salan, li ser twitter'ê ev qas zimanhezên kurdî tune bûn. ên ku bi kurdî dinivîsin hindik bûn. lê aniha bi hezaran profîlên twitter'ê tenê bi kurdî dinivîsin.

--ji xwe van pelên dawî , bi qasê ku ez dibînim, li ba ciwanên kurd, eleqeya kurdî gelek zêde bûye. beriya çend mehan li amedê fuara pirtûkan çêbû û li wir weşanên kurdî digotin em ji bala li ser kurdî gelek qayîl in. ji xwe mirov dikare vê rewşê li ser medyaya civakî jî bibîne.

--piştî şewba coronayê belav bû her derê welat, herkes li mala xwe, heta êvarê li ser twitter û instagram û tiktok'ê ne. bi min ji bo ku em herkesî bi tirşikê bidin nasîn, demekî guncantir tune ye.

--me salên borî, ji bo ku kesên navdar jî tevlî kampanyayê bibin, ji wan re peyam şandin û ji wan xwestin ku ji bo tirşikê tweetek bişînin. gelek gelek kesan, ji bo tirşikê tweet avêtin wê demê.
me wan rojan ji bo ku em wan bidin zorê, me lîsteyek amade kiribû *
lîsteya kesên ji bo piştgiriya kampanyaya danasîna tirşikê alikarî bê xwestin

--ji bo di danasînê de were bikaranîn, caps û sloganên xweşik lazim in. bi wan capsên komîk mirov dikare bala gelek zêdetir kesan bikşîne. me sloganên xweşik dîtibûn û bikaranîbûn. min aniha wê sernivîsê nedît. dema min dît ez ê di bin vê sernivîsê de zêde bikim.

--li tirşikê, teqez bala we kişandiye, beşa caps'an heye. li jor di rêze 5'emîn de ye. li wir di beşa "caps û karîkatûrên kurdî" de 681 karîkatûr û caps hene û bi piranî komîk in. ger em van caps û karîkatûran li tweetên xwe zêde bikin, ew ê tenê ji bo parvekirina wan bê retweet kirin.

--ev sernivîs jî belkî kêr we bê : hesabên twitterê yên nivîskarên tirşikê


ji kerema xwe re ger pêşniyariyên we hebe li vir binivîsin. hê 2 roj heye em amadekariya xwe bikin.



29.04.2020 11:42 ~11:43 | brusk56

2. bi rastî jî ez amade me ji bo danasîna tirsik.net, wek birayê @brusk56 jî gotiyê di van rojên karantîna ye de, herkes şev û biroj li ser tora civakî mijûl dibe. Yek ji wan jî ez im *

1 gulanê tagê ve bikin û bêhelin ku endamên tirşikê zêde bibin.De heyde jê nemînin!



29.04.2020 19:03 ~19:07 | merwano

3. di rojên koronayê de divê encamek baş bide. ya rast, haya piranîya kurdînûsan ji tirşikê heye lê dîsa jî bila ji wan re bibe vexwendinek din.



29.04.2020 20:49 | simurg56

4. Ji bo ku tevlî kampanyayê bibim piştî 3 salan dîsa li Twitterê de me.



29.04.2020 21:09 | kajav

5. bi rastî li dora min kesî kurdî xwandî tinne
facebooka min jî bi temamî 8 şopînerê wê hene.
divê bi malperê mezin re bê axaftin .

hayê herkesî jî ji tirşikê tinne malperek min î mezin hebû li ser instayê(a kurdî bû) lê min îsal bihîst .



29.04.2020 21:12 | shwinsherm

6. min dest bi danasîna kampanyayê kir.
danasîna kampanyaya danasînê *
ji kurdînûsan re peyam dişînim û van vedixwînim kampanyayê. bila haya wan ji niha jê hebe.
hûn jî dikarin kurdînûsan re peyam bişînin û ji wan piştgirî bixwazin ji bo roja îniyê.



29.04.2020 21:31 | brusk56

7. Kampanyaya ku ezê jî beşdar bibim. Lê belê ji niha de bêjim hesabê min yê tiwîtirê tu şopînerên min tunin. Berya çenda kî ji bo şopandina çend kesan min vekiribû ev hesab lê dîsa jî tiştê ji dest min hat ezê bikim. De bila ji niha ve ser xêrê be.



29.04.2020 22:27 | tîrêj zana 21

8. kampayaya ji bo ku deng bîne divê hemû tirşikvan bi awayekî çalak beşdar bibin û hinek kurdên navdarên tirşikê ji piştgirî bidin.



29.04.2020 23:10 | xelîl

9. ji bo bala herkesî bikşêne,pêşnîyara min ew ku bila herkes profîla xwe bikê logoya tirşikê.
Lê bila logoya herkesî standart be! wê baştir çê bibe li gorî min.

lê aniha kîjan logo ya dawîya nizanim. Ger hûn jî qebul bikin, moderetor bila biryar bide û li vir parve bike.
@simurg56
@brusk56



29.04.2020 23:37 | merwano

10. di derheqe danasînê de min amade kir*
Here lînkê



30.04.2020 00:10 | merwano

11. çalakiyek başe, ez jî dest davêjimê.



30.04.2020 03:45 | afa

12. min ji niha ji 2-3 kesan soza piştgiriyê girt.
ger nasê we hebe, ên xwedî pir şopîner, hûn dikarin ji wan tweetek bixwazin.
(bnr: lîsteya kesên ji bo piştgiriya kampanyaya danasîna tirşikê alikarî bê xwestin)

ji bo tagê, çi pêşniyarî heye gelo. bi min em tagê jî, hilbijêrin ji niha tweetên xwe bi wê tagê bişînin.

pêşniyariyên min ;

#tirşiknet
#warêkurdî
#tirşikakurdî
#ferhengakurdî



30.04.2020 13:03 | brusk56

13. kampanyaya ku ez hêviyek mezin jê dikim.

tiştek din jî heye.
divê em ji îşev pê ve despê bikin û tirşika xwe amade bikin.
yanç divê tirşik têr û tijî be ji hêla sernivîs û peyaman.
sibe êvarê wê bi sedan kes cara yekem navê tirşikê bibihîze û wê werin lê binêrin.
lewma divê tirşik baş xûya bike..



30.04.2020 13:07 | brusk56

14. Sibê ji xwe în e, yanê roja weşandina wergera filma ye. Divê fîlm berî çalakiya me li tirşikê bên barkirin. Herwiha wek hevalê brusk jî gotiye divê ji niha de sernivîs û peyamên tirşikê yê têr û tijî bên nivîsîn. Lê mijarên siyasî tunebin dê çêtir be.

Herwiha ji niha pê de qene ji bo 2-3 roja peyamên kin û naveroka wan vala neyên nivîsîn dê baş be. Ji ber heye yek bê û li tirşikê binehêre, û tev peyamên bê wate bin dê tesîra tirşikê lê neke û ewê here.

Hemû nivîskarên tirşikê werin ji kerema xwe van roja qene heya çalakî xelas dibe binivîsin, ez bawerim ewê tiştek pir xweş derê holê. Herwiha sibê demjimar 20.00 an heya derengê şevê kesên beşdarî çalakiyê dibin , binivîsin û her binivîsin.

Pêşniyarên min jî bo tagê,

#tirşiknetdisalaheftadeye
#ansîklopediyakurdî


Ha vêya jî bêjim tirşikvanê tiwîtira wan tune, bila ji bîr nekin ji bo çend roja hesabekî ji xwe re vekin. Vekirina wê ne pir zehmet e. Di 10 çirka felan de dikarin bibin xwedî hesabek.



30.04.2020 14:32 | tîrêj zana 21

15. afîşa danasîna tirşikê amade ye. Her kes dikare li ser hesabên xwe yên medyaya civakî de parve bike.

Fermo: Here lînkê



30.04.2020 18:26 | xelîl

16. a ku wê piştî 2 saet din despê bike û wê heta derengê şevê bidome.
hûn amade ne hevalno ?



01.05.2020 17:52 | brusk56

17. bi twitên dimilkî-zazakî ezê beşdar bibime. ez amade ye.



01.05.2020 18:54 | kajav

18. Danasîna ku ji bo wê min hemû alavên xwe tije şarz kiriye ye. Piştî demjimarekê dê bi taga #tirsiknet were destpê kirin. Heya ji destwe tê screnshotê peyamên pêkenok parve bikin bi ya min dê çêtir be. Heya derngê şevê bê navber divê peyam werin şandin. Berê jî min gotibû şopînerên min tune lê di bin tagê ezê parve bikim. De hadê ji me hemûya re serkeftin.



01.05.2020 18:58 | tîrêj zana 21

19. danasîna ku bêhnek jî bi hashtagên:

#tirsiknet

#ferhengakurdî

wê destpê bike.*



01.05.2020 19:43 | xelîl

20. kampayaya despê kirî ye.
em bi taga #tirsiknet ê li twitterê ne kerem kin.



01.05.2020 20:10 | brusk56

dengdanên dawîn (yên din..)
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
belki ev jî bala te bikişînin
» gulan
» 2020
» kampanyaya serûbinkirina anketa rûdawê
» danasîna fîlma ersîn çelîk li ser malpera tirkî ya sinemalar.com de
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî