Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
rojî girtin - tirşik
rojî girtin
(6) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. Ibadeta rojî girtinê ibadeteke, perestişeke bi qasî dîroka mirovatiyê kevn e.

''Gelî bawergeran! Rojî li ser we bi vê nevê hatiye nivîsandinê, çawa li ser wan mirovên beriya we de jî bi vê nevê hatiye nivîsandinê, belku bi saya vê bigihîjin teqwayê.''

(2, Beqere: 183)

Heger em nizanibin teqwa çi ye, gihîştina teqwayê çi ye em nikarin bigihîjin ku rojî çima ferz e bo bawermendan û rojî çima dihê girtin?

Teqwa hêj bihestyarbûna mirovan e.
Li hember ferman û qedexeyên Xwedê hej bipêjnbûn e.
Hişyarkirinên Xwedê û wek encama balkişandina wan hişyarkirinan ji hêrsa, ji xezeba Xwedê xwe parastin e.
Teqwa bi sitare bûn e.
Ji berpirsiyariyên xwe haydar bûn e.
Berpirsiyên xwe zanîn e.
Bi berpirsyarane, bi hestyarane tevgerîn e.

Nexwe rojî girtin ji ber ku em rewişta berpirsiyariyê, exlaqa hestyariyê bi dest bixin hatiye ferz kirin.

Li hember kî berpirsyarî?
Li pêşber çi hestyarî?

Pirsên bingehîn ewan in.
Em bersivên wan pirsan rast tebigihîjin wê rast bigihîn ku remezan çi ye, rojî girtin çi ye.

Yekem bi ibadeta rojî girtinê bîra bi hestyarbûna li hember xwe dikin ji xwe re. Pêwîstiyên xwe kêm dikin, pêdiviyên din yên derûnî re girîngî didin. Ji vê aliyê têdigihîjin histgiriyeke.

Duyem li ber birçîbûnê û li hemberî rewşa mirovên li birçitiyê bêgav bûne hestyarî bi dest dixin.

Sêyem hestyariya stûxwarkirina li ber fermanên Xwedê bi dest dixin.

Rojî girtin kiryareke îmanê ye. Mirovê xwedî îman divê vê îbadetê bi cîh bînê. Ayeta li jor nîşan dayî wek ''Gelî bawergeran!'' destpê dike.

Bawerî pê anîn, mûmin bûn angaştek e, îdiayek e. Rojî girtin jî yek ji çeşîden peyitandina vê angaştê ye, yek ji cûreyên piştrastkirina vê îdiayê ye.

Remezan çi ye?

Remezan maweya ku zûla dema rojî girtinê der dibe ye.
(bnr: 2, Beqere: 184 -185)

Di meha Qur'an hatiye daxistin de rojî girtin ji bo dahatina Qur'anê spaskirin e, teşekur e. Bo mirovan diyarî ye, xelat e. Siza nîn e. Ibadeteke wek spasiya kitêba Xwedayê me ku jêderka rehmet û hedayetê ye dikin e. Pêşkêş e, îkram e. Derbirîna spasî û minet e.

Wateya rojiya meha remezanê bi gelemperî bi vî hawî ye.

Di dînê de zorandin nîn e. Hîç kesek rayedar niye bi zorê li yekî tiştekî bide kirin.

Di dînê de diviyatî heye. Heger angaşta, îdiaya bawerî pê anînê bi yekî re hebê divê bi kirinan werê peyitandin. Îman bêyî piştrastkirinê tenê wek angaştek e, tiştek dernabire.



29.04.2020 13:53 ~14:09 | rûbar

3. îbadetek him zehmet him jî xweş e. îsal min ji ber hinek sedeman, 5 rojên ewil negirtin, min dît ku min bêrîya wê kiriye. her çiqas di nava rojê de mirov hinek jê biweste jî, ji atmosfera fitarê hez dikim.



29.04.2020 20:39 | simurg56

4. Îbadetek zehmet e. Çend sal berê min got ezê jî wek wan paşîvê bixwum û heta fitarê jî qet tiştekî naxwum. Berî fitara bi seetekê ji ciyê ku ez lê veketibûm rabûm ser xwe çer gî ez rabûm ber çavê min reş bû. Dest û lingên min nema girt. min bi zorê xwe gîhand erdê û çavên min hatin girtin. heta fitara ban min kirin.
- rabe mele azan da! Te rojiya xwe di xew de xelas kir!
Min fedî kir bêjim welle ez bêhiş ketim. rabûm çûm min fitara xwe vekir. Pir zehmet e welle qet fêhm nakim mirov çawa karin hewqasî tî û birçî bimîne.



30.04.2020 04:18 | f

6. (bnr: raketin)

Ibadeta ku li gor îslamiyetê divê her sal li gor salnama hicrî di meha remezanê ji banga sibê heya banga êvarî kes tu tiştî nexwe û venexwe ye. Çend kesên bi mazeret ji vê ferzê ne berpirsyar in lê ewjî bi çend şerta. Mînak kesên seferî( lê sefera îro û ya berê ne wekhev e), kesên nexweş, pîrekên di halê taybet de. Hin nermî û hêsanî ji van kesan re hatine kirin.

Armanca vê îbadetê têgihiştina halê xizan û jara, fêm kirina lawazbûna laşê mirov û filan e, Lê îroj ev îbadert ji sedî heştê wê bi raketinê û xwe dirêjkirinê derbas dibe.hama bêje tenê bûye wek adetekê, herwiha ji kesên nagre jî dibe êşkenceyek, jiber ew jî nikarin bi rehetî vexwin û bixwin.



30.04.2020 14:50 | tîrêj zana 21

7. li gor fikra min ev îbadet ji bo tendurîstiya mirov ne baş e.
ji gelek hêlan zirarê dide mirov.
mirovê bê av dimîne, ji gurçikên xwe derbê dixwe.
yaw mirovek 16 saet bêav bêxwarin bimîne, wê parastina mirov a li hember bakterî û hwd zirarê bibîne. ji bo zanîna vê doxtorî jî ne lazim e. lê diyanet derdikeve dibêje rojî ji bo coronayê ne rîsk e. ev derew e.

misilman salê mehekê beredayî derbas dikin. ji ber ku birçî ne û tî ne, aciz in û nikarin tu karî bikin.
demên xwe yên vala bi raketinê derbas dikin.
mirovê birçî nikare pirtûkek bixwîne, nikare werzîşa xwe bike; wextê vale diherike diçe.
ev îbadet bi min qet bimantîq nayê. ji bo demên kevin belkî lê ji bo niha qet ne bimantiq e.

û tiştek din. hin kes hene, dema behsa remezanê tê kirin, dibêjin nizam li mala me me wisa dikir, me ev dixwar, nizanim kî dihat û hwd. ev ne kerameta remezanê ye, dîsa li hev kom bibin û wan xwarina bixwin; hûn ê dîsa heman keyfê bistînin.

ez jî bi hevalên xwe re diçim pîknîkê, pisqilêt diajom gelek keyfê distînim, lê vê yekê weke ku tiştek pîroz be naynim ziman. yanê ew ne xweşiya remezanê ye, xweşiyê bi hev re bûn û xwarina bi hev re ye.

xwedê rojiya herkesî qebûl bike *



30.04.2020 23:46 | brusk56

8. Ji ber ku li gorî salnameya koçî tê girtin û ji ber ku saleka salnameya hicrî ji 354 roj û çend saetan pêk tê û salnameya mîladî jî ji 365 roj û 5 saetan pêk tê yanî di navbera herdu salnameyan de 10 roj û çend saet ferq heye her sal li gorî sala berê 10 roj zûtir remezan destpê dike û rojî tê girtin. demên zivistanê ji ber ku roj kurt in dema rojîgirtinê jî kêm dibe ji loma xelk dixwaze bêtir meha remezanê bikeve nav werza zivistanê.

rojî yek ji pênc şertên îslamê ye. mirovên misilman bêyî ku li dû mantiqê bikevin li feyde û zirarên wê binêrin eger mazereteka wan tunebe ferz e li ser wan ku rojî bigirin.

gengeşiyên li ser rojî û îbadetên din di navbera misilman û nemisilmanan de bi min komîk tên. misilman bawerim ji ber ku ji baweriya xwe ne bawer in ji loma dixwazin kiraseke pragmatîst li baweriya xwe bifesilînim li hemberî rexneyên nemisilmanan. misilmanek eger bi rastî jî ji xwudê û ji Îslamê bawer dike tenê ji ber ku xwudê wisa emr kiriye divê rojî bigire û îbadetên din jî pê re. guh nede feyde û zirarên fîzîkî û li vê dinyayê li hêvîya berjewendiyekî nemîne. lê misilman çi dikin? bi hinceta rojiyê tehekûmê li ser yên ne wekê xwe dikin - bi ya min mana li hêviya rêzgirtinê bi xwe jî xweferzkirinek e- li dû feyde û zirarên rojiyê dikevin wekê ku feydeya wê tunebe wê negirin. forsa xwe pê dikin. û zêde mezin dikin. yên nemisilmanan ji xwe xwudê ji wan standî ye hewce nake mirov li ser biaxive jî ;)



01.05.2020 01:52 | endazer

9. bavê min di got; carê ji min dipirsîn te çi qas xwar ji rojîya xwe? di got min yeke tenê nexwarîye. yanî min ew ê din tev xwar. *



24.05.2020 01:17 ~01:17 | xwelî li ser

10. hevalekî rojî ne digirt û diçû dihat digot; welleh me rojî qedande ha! * welleh me jî qedand, min jî wekî pîreka rojkî ji serî yek ji binî xwar û rojên din jî di xewêde ha min dî rojî qediya.



24.05.2020 18:13 | shorbevan

11. Îsal jî em xelas bûn heta salek din xwedê mezin e. Oxira te a xêrê be rojîyê.



24.05.2020 18:46 | xabûrî

12. ferzeke dînê îslamê ye.di meha remazênê de tê girtin.bi birçîbûn û tîbûnê tê naskirin.



24.05.2020 22:32 | jehr

13. Min îro heyfa xwe jê hilda, rojiyê ku min Qasê 30 rojê girtibû û tenê kîloyeke ji bedenê xwe kêm kiribû di nava rojekî de min dîsa bi faîzê wê ve danî ser.

Mixabin...



24.05.2020 23:46 | mîr

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» rojî kurd
» girtina fara erebeyê di rêya tarî de

Kategoriyên mijarê:: jiyan oldin yendin jiyan oldin yendin jiyan oldin yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî