Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
bahoz baran - tirşik
bahoz baran
(2) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. yek ji navên balkêş yên kurdînûsan e. Tera xwe afate, divê meriv li ber vî camêrî sîwana xwe hazir bike. leyî,aşît,derê teqiyayî ên logaran, tîna bîra meriv. Çi ecêp meriv çima navekî wiha rewşa hewayê li xwe dike?



22.09.2013 20:41 | tivirloismail

2. Kurdiyeke xweş û resen dipeyive gava ku ez bi wî re rûniştim min nedixwast ku gotinê bi dawî bike weka ku dengbêjek bistre niha jî di Kurdî der'ê ya şaxa Amedê de mamostetiyê dike di heman demê de jî di fermiyetê de mamostetiyê Tirkî dike. bi navê rêzimana Kurmancî pirtûkeke jî nivisiye nifirên Kurdî û gotinên pêşiyan berhev dike di kurdî der'ê de nîşên wî tê bikaranîn.. rexneyên pirr tûj û rasteqînê dike



30.11.2013 13:25 | ferhenga şikestî

3. vê dawiyÊ min pirtûka wî ya bi navÊ 'a baş' xwend. xweş nivîsîbû ji çîrokÊn qerfî pÊk tê û tÊde 2 heb pirr xweş hene zimanÊ zilamî jî gelek resen û sivik e



14.01.2014 12:56 | ferhenga şikestî

4. mamoste û nivîskarekî hêja ye. şans û siûda min heye ku ez bûme xwendekarê vî camêrî. min bi wî ji kurdî hez kir û yên bi vî awayî jî ne kêmin. di avahiya kurdî-der ê de hêmanek bingehîn û jêveneger e. hebûna mirovên welê hêviyên me divejînin



22.05.2014 12:37 | renas

5. pirtûka wî ya rêzimana kurmancî ya ji nav weşanên belkî derketiye, çendÎ çapa berfirehkirî û ya didoyê jî be, ne sîstematîk e û xuya ye nivîskarê wê perwerdeya formasyonê nestandiye..



22.05.2014 15:57 | endazer

6. Zimannas û çîroknûsê nifshê dawî. berê xwendekaran dide zargotina kurdî û wan li ser rêzimanê dide fikirandin. Cara ewil bi xêra pirtûka wî ez ji rêzimanê netirsiyam, pirtûka wî pirr sîstematîk e û hêsan e. vê dawiyê pirtûka wî ya chîrokan a bi navê "derb" derket.



23.05.2014 23:30 | rojgar

7. xwedî van hersê pirtûkan e:

(bnr: a baş) çîrok, weşaxaneya belkî

(bnr: rêzimana kurmancî) rêziman

(bnr: derb) çîrok, weşanxaneya avesta



20.07.2014 22:11 | xendekî

8. dîsa nivîseke gelek xweş nivîsiye, mijar dîsa bişaftin e, mesele dîsa kurdî ye:



"Sê çîrokên li ser bişaftinê"

Here lînkê



28.03.2015 14:10 | xendekî

9. nivîsa wî ya nû; (bnr: me go merheba)

Here lînkê



21.04.2015 21:36 ~21:36 | xendekî

10. suphanallah!

ji vir saeteke berê min jê re peyam şiyandibû, û niha ketim tirşikê û min dît ku mijara navê wî li hêla çepê ya tirşikê de ye, ji xwe ketim gumanan*

nivîsarên wî têra xwe qerrese ne bi şeref



21.04.2015 21:43 | ferhenga şikestî

11. meriv dikare ji lînka jÊr ve bigihîje hemî maqale û gotarên wî

Here lînkê



15.09.2015 20:52 ~20:52 | ferhenga şikestî

12. gavek berê min nivîsara wî ya li ser dengê dachekan xwand...bi rastî jî neheqî li kurmancan hatiye kirin * fermo

http://www.amidakurd.net/qunciknivis/pirsgir%C3%AAka_deng%C3%AA_da%C3%A7ekan



02.04.2016 12:49 | jîjo

13. Here lînkê



15.05.2016 00:21 ~2016.05.16 23:37 | binevşa narîn

14. Rexnegireke kurdî ye. Min gotara li jor hatî behs kirin xwend û bi dîtina min jî di piraniya mînakên dayîde mafdar e, di piraniya wande pirsgirêk heye loma nikarim gotinên li jor mafdar bibînim lê ezê gotarên wî yên din jî bixwînim.

Weke Jêrenot jî ez bêjim ez gelekî ji rênas jiyan hez dikim û ezê pirtûka wî jî bixwînim û dîtinên xwe jî paşê li vir biweşînim.



15.05.2016 11:44 | azadixwaz

15. Bahoz baran zimannas e, rexnegir e ango karê wî rexne ye, tehlîl e, nirxandin e hwd...

Camêr bi vê nivîsa xwe ya xweş karê xwe kiriye, ma çi bike? Hûn jê hêvî dikin ku rabe wesf û pesnê romanan bide? Kurd ecêboxliecêb in yav, mariv karê xwe dike radibin dibêjin 'noxwoş e, pozbolond e bla bla bla...'

Devdirêjî çi ye heyran? Hûn hê pênaseya peyv û gotinan jî nizanin, camêr rexne kiriye û di hemî rexneyên xwe de sedî sed mafdar e. Ez jî gelek hej ji rênas jiyan dikim ew tistekî dî ye, lê min spîtama sî rûpel xwende û min nîvco hêlişte ji ber ku qet ne xweş e. De neyse



15.05.2016 12:57 ~12:57 | ferhenga şikestî

16. Kurdên me ecêb in, dibên çima rexne nîn e, yek radibe rexne dike, dibên çima rexne dike.

Min xwand, camêr heqaret nekiriye, rexne kirye. Bineşfa Narîn heke ji te tê, ti jî rabe rexne bike, heke ji te nayê dev ji gotinê tewş berde, gerçî dibên behr bi devê kûçik nalewite...



15.05.2016 18:26 | jîjo

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» bahoz_56
» baranên çilesrî

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî