1. yek ji navên balkêş yên kurdînûsan e. Tera xwe afate, divê meriv li ber vî camêrî sîwana xwe hazir bike. leyî,aşît,derê teqiyayî ên logaran, tîna bîra meriv. Çi ecêp meriv çima navekî wiha rewşa hewayê li xwe dike? |
|
22.09.2013 20:41 |
tivirloismail
|
2. Kurdiyeke xweş û resen dipeyive gava ku ez bi wî re rûniştim min nedixwast ku gotinê bi dawî bike weka ku dengbêjek bistre niha jî di Kurdî der'ê ya şaxa Amedê de mamostetiyê dike di heman demê de jî di fermiyetê de mamostetiyê Tirkî dike. bi navê rêzimana Kurmancî pirtûkeke jî nivisiye nifirên Kurdî û gotinên pêşiyan berhev dike di kurdî der'ê de nîşên wî tê bikaranîn.. rexneyên pirr tûj û rasteqînê dike |
|
30.11.2013 13:25 |
ferhenga şikestî
|
3. vê dawiyÊ min pirtûka wî ya bi navÊ 'a baş' xwend. xweş nivîsîbû ji çîrokÊn qerfî pÊk tê û tÊde 2 heb pirr xweş hene zimanÊ zilamî jî gelek resen û sivik e |
|
14.01.2014 12:56 |
ferhenga şikestî
|
4. mamoste û nivîskarekî hêja ye. şans û siûda min heye ku ez bûme xwendekarê vî camêrî. min bi wî ji kurdî hez kir û yên bi vî awayî jî ne kêmin. di avahiya kurdî-der ê de hêmanek bingehîn û jêveneger e. hebûna mirovên welê hêviyên me divejînin |
|
22.05.2014 12:37 |
renas
|
5. pirtûka wî ya rêzimana kurmancî ya ji nav weşanên belkî derketiye, çendÎ çapa berfirehkirî û ya didoyê jî be, ne sîstematîk e û xuya ye nivîskarê wê perwerdeya formasyonê nestandiye.. |
|
22.05.2014 15:57 |
endazer
|
6. Zimannas û çîroknûsê nifshê dawî. berê xwendekaran dide zargotina kurdî û wan li ser rêzimanê dide fikirandin. Cara ewil bi xêra pirtûka wî ez ji rêzimanê netirsiyam, pirtûka wî pirr sîstematîk e û hêsan e. vê dawiyê pirtûka wî ya chîrokan a bi navê "derb" derket. |
|
23.05.2014 23:30 |
rojgar
|
7. xwedî van hersê pirtûkan e: |
|
20.07.2014 22:11 |
xendekî
|
8. dîsa nivîseke gelek xweş nivîsiye, mijar dîsa bişaftin e, mesele dîsa kurdî ye: |
|
28.03.2015 14:10 |
xendekî
|
9. nivîsa wî ya nû; (bnr: me go merheba) |
|
21.04.2015 21:36 ~21:36 |
xendekî
|
10. suphanallah! |
|
21.04.2015 21:43 |
ferhenga şikestî
|
11. meriv dikare ji lînka jÊr ve bigihîje hemî maqale û gotarên wî |
|
15.09.2015 20:52 ~20:52 |
ferhenga şikestî
|
12. gavek berê min nivîsara wî ya li ser dengê dachekan xwand...bi rastî jî neheqî li kurmancan hatiye kirin * fermo |
|
02.04.2016 12:49 |
jîjo
|
13. Here lînkê |
|
15.05.2016 00:21 ~2016.05.16 23:37 |
binevşa narîn
|
14. Rexnegireke kurdî ye. Min gotara li jor hatî behs kirin xwend û bi dîtina min jî di piraniya mînakên dayîde mafdar e, di piraniya wande pirsgirêk heye loma nikarim gotinên li jor mafdar bibînim lê ezê gotarên wî yên din jî bixwînim. |
|
15.05.2016 11:44 |
azadixwaz
|
15. Bahoz baran zimannas e, rexnegir e ango karê wî rexne ye, tehlîl e, nirxandin e hwd... |
|
15.05.2016 12:57 ~12:57 |
ferhenga şikestî
|
16. Kurdên me ecêb in, dibên çima rexne nîn e, yek radibe rexne dike, dibên çima rexne dike. |
|
15.05.2016 18:26 |
jîjo
|
tirşik agahdarî [1] |
|
tirşik v3.0 [1] |
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |