Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
jehrmar - tirşik
jehrmar
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navêkî balkeş ji xwe re hilbijartîye. stranbêjekî kurde ku zêde nehatiye nasîn.ew jî di nav hunermendên kurd yên hêja ku şopînerên wan ne zêde ne de yeHere lînkê

ez bi xwe jî ev heftîyek çê bû ye ku wî nasdikim. Tarza wî cûda xuya dikê, ez zêde ji mûzîkê fehm nakim lê stranên wî wek stranên blues xuya dikin.Ji devokan wî, tişta min fêhmkir wek şirnexîyan diaxivê.

mînak;




strana ku min wî pê naskir û favorîya min;




30.04.2020 11:30 ~2020.11.09 12:42 | merwano

2. Stranbêjekî dengê wî gelekî diecibînim. Ez dibêjim qey ji colemêrgê ye li gorî hinek stranên dixwîne. Stranên nû biafirîne dê baştir be.



01.05.2020 12:45 | xabûrî

3. Du-sê hefte berê ez radyoyê de lê rast hatim belê dengê wî xweş e lê qansî ez dibînim her tim stranên gelerî şîrove kiriye. Mirov piştî demekê aciz dibe ji vê rewşê. Ez bixwazim stranên kevn yên gelerî guhdar bikim ez ê herim ji stranbêjên gewre yên zemanên berê guhdar bikim ne ji gîtarîstên îro. Bi ya min ev nîşaneya xelaye di muzîka Kurdî de. Afirînerî tuneye. Ji bo me tiştên nuh divê.



01.05.2020 16:08 | biaqila malê

4. min berî 3 meha tesadûfî li Enqerê dîtibû, li wir wî û hevalekê min stran gotin li destar kafeyê. şevek xweş bû. paşî min li ser YouTube'ê dîsa tesadûfî qenala wî ya YouTube'ê dît, ji wêneyê wî pê der xist ku ew e. min hema wê rojê li hemû qenala wî meyzand, stranên wî guhdar kir, min qenala wî şopand filan. dirêj nekim du hefte berê min dîsa meyzand qenala wî, Weh! ev çi ye babiko. Qenala wî tijî bûye ji şopîneran, hejmara tikandinên stranan firyaye. ji ber ku ez jî qenala asoya helbesta kurdî ya YouTube'ê bi rê ve dibim illeh hejmara tikandinan û şopîneran bala min dikişîne. Vêca camêr hîle kirîye an bi pêra hejmara şopîneran û tikandinan zêde kirîye an jî reklamê gelek gelek mezin kirîye, di heyvek an du heyvan de qenal evqasî mezin bû. her çawa be helal be jê re. ew tikandin û şopîner bi rêya reklamê an jî pereyan çêbûbe jî ew kes heq dike ku gelek kes wî bişopînin.



01.05.2020 21:25 | xendekî

5. gava min strana wê mêze kir kû min tiştekî pir xerab dîd. bin strana wî da kurdên zazaki-dimilkî diaxifin nivîsîne em zaza ne ne kurdin.
hema zazakî me bigetin ew xelazbuna wan e. gelo kurdên zazakî li wê nizanin? :(



01.05.2020 21:50 | doesntmatter

6. Yekî ji xeynî covera nekare tu tiştî bike ye. Coverên wî jî ne xwemal in hemû kopya ne. Mixabin qasa ku dibînim kesên mîna jehrmar û rewşan bi tenê nanê paşerojê dixwin û nekarin biqasî serê derzîyê tiştekê biafirînin, ji hunermendên afirîner bêhtir qedr û qîmet dibînin. Ev nêzîkayî ji bo me şermîyek mezin e.



11.05.2020 19:03 | lîfikê firaxê

7. Stranbêjêkê ku kengî liqayî strana wî ya bi navê kengî dibim *, nikarim derbas bikim, aramiyeke bê hempa dide rihê min.



23.04.2021 03:51 | merwano

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» jehrmar

Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj muzikstrnbj muzikstrnbj kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî