Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


41 mijar û 73 peyam
gengeşeya di navbera dashnî murad û romî harkî de - tirşik
gengeşeya di navbera dashnî murad û romî harkî de

Navê mijarê ya ewil ev bû:romî harkî vs dashnî murad
(15) (15) (1)
di mijarê de bigere

1. hêja netirk li ser twîttirê bûyer bi şiklekî zelal di vîdeoyekê de gotiyê û piştgirtîya xwe dide dashnî murad. Her wekî din jî çend hunermendên Kurdan jî bi vîdeyoyan piştgirtîya xwe anîne ziman;

Here lînkê



01.05.2020 04:21 ~04:21 | merwano

2. Ne meseleyek şexsî ye. Ancax kesê tiştek ji civatê fahm nekiriye û nikare ber pozê xwe bibîne dikare ji bo vê meseleyê bêje "şexsî". Nizanim nivîskar di peyama xwe de trolî kiriye an na.
Te mijarê vekir divê tu bi xweşikî binivîse jî. Mesele ji vir dest pê dike romî harkî di bernameyekê de dibêje "Li başûr hêjmara jinan ji ya mêran zêdetir e. Mêr dikarin çar jinan bikin. Jin lawaz in" Dashnî jî di heman bernameyê de dibêje " Na , jin ne lawaz in. Leyla Qasim heye hwd" Behsa jinên Kurdan dike. Pişti van gotinên Dashnî , Romî li ser medyaya civakî vîdeoyek parve dike û dibêje "Tu nikare bibe Leyla Qasim , tu jî avrûpa hatiye û tu dixwazi adetên civata Kurdan xerabike ". Di ser de jî sponsorê Dashniyê Berî çend salan wêneyekî Dashniyê li ser înternetê belav kiriye di wêneyê de etegê jinikê ji bela bayê rabûye hewa. Niha jî bi vê wêneyê êrîşî Dashniyê dikin û wê bi bêedebiyê tawanbar dikin. Ev ne pirsgirêkek civakî be çiye ?



01.05.2020 09:19 | biaqila malê

3. Nivîskarê ku vê mijarê wek versusek vekiriye ez dibêJim qey nizane versus çi ye. bi tu krîteran tu nikarî her du yan di ser wezinekê de bipivî. Yanî ev muqayese dişibe wek ciwan Haco vs emrah serbang, Şivan Perwer vs berdan Mardînî, Meryemxan vs Xecê herdem, hetta lionel Messî vs sabri Sarıoğlu... Hwd
Min deh sal berê dashni moradê dinasîbû lê min ev qeşmerê romî harkî ye çi devqûz e hê do nasî.
Ez ji vî devbelaşî rica dikim eger siberoj keçikên te hebin ji kerema xwe keçikên xwe di çardeh saliya wan de bide mêrekî xwedan sê jinan, bila keçikên te jî bibin jina çarem a mêrekî.
Hûn bawerî pê tînin ku wisa bike?

Ez Hama bêje pênc sal in sosyal medyayê bi kar nayênim, loma pirr bi hizûr û aram im, min carubaran insgê vedikir û heftiyeke şûnda ji ber tevgerên spastik ên xelkê min dîsa betal dikir. Hemd ji bo wî kesî ku xwe ji vê sergoya medyaya şexsî î kirêt berrî kiriye.
Do min bi hesabê hevalekî, hinekî ji ber vê tesqeleyê li rojeva kurdan nêrî. Ya Rabbel âlemîn! Ya yezdanê dilovan û dilovîn ya pêxemberên Xemcivîn û xemrevîn em kurd bi çi tecrûbe dibin? Ev halê karaset ku hatiye li serê kurdan ji ber kîja gunehkariyan e? Zilamek radibe, di sedsala bîst û yekemîn de di televîzyonê de li gel jinan dibêje mêr li başûr dikarin çar jin bikin, jinên li gel wî dikenin nabêjin ev çi kerranî û Ehmeqiya te ye? Te xêr e? Lê dema dashni dibêje eyba we zêdeyî serê we ye, hemî civaka başûr wê jina bi rûmet ricim dikin.
Ehmeq pirr in, nayên hesabê, mirovê ku hemî amûr û amrazên Awropayê bi kar tîne, bi çek û teqemenîyên wan dijî û şer dike, siwarî erebeyên wan dibe û bi telefonên wan wêneyê xwe digire û bi rêya bername û sepanên wan wêneyê xwe yê kirêt bo kirêt û gendelên dî parve dike, hatiye dibêje dashni dixwaze çanda Awropayê bîne başûr! Hey ez di çanda te de nihyayo hay min di mêjîyê tê yê sist de Kutayo! Çanda te çend qûrûş e ehmeqo? Hey tu bi qurbana çanda Awropayê bibî, ji ber însanên wekî te li Kurdistanê Heyat her dojeh e. Çanda te çi gû ye? rişwet û gendelîyên li ber deriyên sînorê? An teralî û tembeliyên ji ereban hînbûyî? Kîloyek jole li porê xwe gêr kiriye, purtên rûyê xwe kiriye mîna asfaltên Almanyayê, li ber erebeya Amerîkayê poza conconên Adanayê dayiye û hatiye behsa çandê dike.
Dashni morad ji sibehê heya êvarî li dû mafê kurdan digere, aktîvîsteke têra xwe jêhatî ye lê ev pisê heram hatiye aqilê xwe yê ku ji kîsê xelkê ye, rexne lê digire.



01.05.2020 13:40 ~14:09 | ferhenga şikestî

4. ji romî we yî misilman e ,
li gor şertên îslamê ti qisûra jina éwil tinne be (nezê , her ro pêvçûn be , gellacî hwd.)

anîna ji yekê zêdetir qedexe ye .

û ew kesên di bandora romî harkî de nin qûnekê wek wî nin . (kultura éreba)
gava gotina 4 jinan dibihîzin tenê 4 qûz tê hişê wan .
û tiştek dinê heye
çima navê wî romî ye?
qey ti nav nema?

yaw ez dipojinim romî jî mitirbê xwedê ye incax mitirbî yê bike .
tu kî ye lawê mi li ser mafê jinan kêm û zêde dike?

çina masturbasîona xwe bike lasê her !



01.05.2020 14:21 ~23:41 | shwinsherm

5. meseleya ku rewş û fikra başur anîye ber çavan.
Me dît ku hê gelek rê li ber heye, hê rêyeke gelekî dirêj li ber me ye ku em bêjin jinên Kurd azad in.
mixabin kesên mîna Harkî, bi hezaran in.
û me dîsa dît ku jinên başûr bêdeng in, deng ji wan dernaye :/ an jî dîtirsin ku mîna Dashni wêneyên wan bê parve kirin.



01.05.2020 21:56 | gulêê

6. nîqaşeke di navbera du kesan xûya dike lê rastî mijar derbarê mafê jina ye û di dawî de neheqiya li ser dashniyê ye. ew bernameya dashnî û romî tevlî bûy bi pêşkeşvaniya sê jinan ve tê weşandin. dema dashni gotinên romî rexne dike jinên din jê re dibêje ew sihbet bû tiştek xirab ne gotiye. yanî mirov divê wê perspektîfê jî biaxive; çima wan sê jinan hemberî romî tiştek ne gotin û bi gotinê wî keniyan?
min got neheqiya li ser dashniyê ye, ew jî wisa; alîgirên romî wêneyek dashnî a ku çend sal berî bi dizî ve hati belavkirin, -bi destê produksyona ku ji bo karekê wêneyên wê dikêşiyan- parve dikin û li ser de şîroveyên xirab dikin, dashnî tehdît û lînç dikin. di wextî de dashni ji ber wê wêneyê pir hatibû lînçkirin û li gor twîta wê, dibêje 'dadgeha çi, kêfxweş im ku nehatim kuştn'.

dixwazim wisa bêjim ku mirov bi fikran şer bike divê pê fikran biaxive tiştê bê hemd an jî bê hezkirina mirov hatiye kirin divê nebe qoz di destê hinek din da.


ji bilî dijûndan û bêedebiyan, ez wan alozî û nîqaşan ji bo pêşerojê baş dibînim. kurdên başur dê hêj gelek wan mijaran axivin lê êdî divê hinek biguherin û divê xwe bikin wek dewletek rêzdar û qanûnên derbarê mafê jinan, mafê xweza û heyvanan jî ava bikin, dadgehan saz bikin. ger ev qanûn hebin jî divê di nav hemû welatiyan bê ferq û cudahî bê cî anîn.



01.05.2020 22:37 ~22:37 | de facto hozan

7. ku navê yekî Romî be her tişt jê tê! lê bi ya min problem ne ya Romî ye ya wan her sê jinên ehmeq e ku li hemberî heqaretek ev çend servekirî bi navê suhbetê meşrû dikin û berevajî dixwazin hêrsa deşniyê bitemirînin. deşnî jî bi dîskorseke xelet di şerê li dijî vê kerrîtiya bavsalar de çeper û kozikên sist û leq ji xwe re datîne. leyla qasim û çi? çi hewce ye tu pişta fikra xwe ya ji xwe rewa didî leyla Qasimê??

li Îraqê mafê mêrekî heye heta çar jinan bîne lê li başûr qedexe ye ji loma gelek mêrên ji xelkê başûr diçin parêzgehên Îraqê jinê tînin ser jina xwe. başûrî nizanim çima zêde zêde doxînsist in, ketî û miriyê jinan e û pê re jî zêde exlaqfiroş in wekî navê xwe dizanim ku piraniya wan kesên li ser sosyal medyayê ew wêneyê deşniyê parve kirine pêşiyê di dinyaya xwe ya red light district de ewkê xwe pê nermijandine pê re lê rabûne pêdarê, lê hatine xezebê, lînc û ricmê!



01.05.2020 22:40 ~2022.01.13 11:42 | endazer

8. Silav û aferin bo romî harkî. Birastî zor biedeb axiviye. Helbet kêmasiyên wî jî xuyaye hîn tiştan de gelek e. Lê belê gotinên wî li gorî afirîşa mirovan, li gorî fitrata insanan guncan e, lêhatî ye.

Bi dax e ku ew sê keçên pêşkêşker hem ji aliyê exlaqa îslamî ve hem jî bo rewîşta civakî bi hîmî nelirê peyivîne.



01.05.2020 23:37 | rûbar

9. ez pir meseleyê nizanim lê wer xuyaye romî harkî niheqe lê ev kîna lihemberî îslamê derketiye holê çiye? Romî weka ku îslamê temsîl bike tê nîşandan ev çi devquziye devê we bi libe quz jê dertê * îslama rast dibêje eyvê hev biveşêrin lê ezê wisa nekim û îslam dibêje bixweynin nezan nemînin, bawerbikin, dilê kesî nehêlin, kesî tehl nekin, tiştek ne di rêde nekin, alîkariya belengaza bikin, heramiyê nekin,nexwin, qenciyê bikin, dîsa jiyan a weye hun bi kêfa xwene.. dashni jî evan zagonanre ji romîyê devquz bêhtir şiyare.
yek xêra xwe ji romî herkî re bibêje Kurd û kurde warî jî dibêje jin zeîf û nazenîne dest li jinê nayê bilinkirin bi jinêre şer nayê kirin...

Dashnî dibe kî dibe bila bibe jiyana wê/wî û ne jî jiyana kesî misilmana eleqedar nake li vê dinyayê mafê me misilmana emê tenê hişyarbikin, bihêlin ji wanre û roja mehşerêre. Ev jî şaş neyê fehmikirin îslam dibêje cihê ewradên xwe, an xwe bigrin yanî devê xweyî quzikî bigrin. ayetek ku bibêje serqot an çîm rût negerin tune mirovên nezan tev li me wisa kirine..

Ez jî misilmanek dixwazim kurd cûr bi cûr reng bi rengbin, hecî û sofî jî hebin porno star jî hebin daku em temaşebikin wel hasil em hewqas demokrasin kes ji jiyana kesîre nebe dadger ez dixwazim hinek jime kurda herin cinnetê hinek herin cehnimê em li her derî hebin



02.05.2020 00:54 | telebê hz mêdî

10. Mîjara ku hevek tevlihev û çewtî hatiye fêhm kirin dû re jî Romî harkî axaftinek bereday kiriye.
Di axaftinê bo dashnî dibêje "tu ne ji vir î (bo kurdistan) û tu nikari bibî wek leyla qasim".
romîyê bê aqil , kurdistan axa her kurdî ye û ev miqayaseya leyla qasim jî wek tiştekî kertî ye.
tu ne mafdarî , xwe ker bike û lêborîn bixwaze!



02.05.2020 01:02 | brzn

11. lî wê dînyayê materyalda tenê tiştek hezdikim ew jî realîzme. kengê hun realîzmê biqetin hunê xwe bîrkin. sal 2020 e û em hemû zanin mixabin hê jinên kurd ne azadin.
hê bin destadanin. çare feminisme.
bîşîya feminismê jî çare xwendine. bawer dikim kû jinên kurd mîta jinên elman, fransi û îngîlîzî azad bin.

equality more more equality



02.05.2020 01:26 | doesntmatter

12. mirov ne bênamûs be ne bêehlaq be ne neheq be, ji bo têkbirina ya pêşberî xwe serî li rêyên pîs nade. romî fikrên xwe yên kirêt yên li ser jinan li pêş sê jinan got, helbet ne tenê li pêş sê jinan li pêş ekranên TV'yê, li paş ekranê belkî bi hezaran kesan darî kir. heke piçek aqil di serê wan de heba divê îro romî herkî serê xwe kiriba ber xwe de û dîsa derketiba ser ekranê û ji hemû jinan lêborîn bixwesta. lê mixabin ne ew çand heye ne ew ehlaq. şûna wê hevalbendên romî bi namerdî êrîşî daşnî kirine.



02.05.2020 07:53 | xendekî

13. Min îsal Dashni Morad bi xêra tiwîtirê naskir. Ez mûzikên ku Dashni çêdike guhdar nakim ji ber ku ez ew cûre mûzik hes nakim. Lê dizanim ku Dashni jinek gelek zîrek e. Jibo mafê kurdan dixebite, aliyê penaberan dike. Bi kurtasi aktîvîstek hêja ye. Hewceya me bi jinên wek Dashni gelek heye. Em sibê heta êvarê bibêjin jin jiyan azadî jî heta ku ji vê hêşê rojhêlata navendî xelas nebin, nikarin çar bihust bi pêş ve biçin. Rast e kurd gelek teşqeleyan li paş xwe hêşt. Jinên kurd li hemû cihanê wekê şervanê azadîyê tên nasîn. Lê çima jin tenê wextê şer dike bi qîmet dibe? Di her xalê jiyanê da ku mafê jinê tinebî, çima ev qas kes dimirin?
Ev meseleya çar jin. Li başur rewş çawane baş nizanim lê li bakur hindik e bawerim. Rastê zewaca çar jinê nehatime lê kesên bi du jinî nas dikim. Mixabin civak ev tiştê normal dibînê. Hê ji vî jî kambaxtir zewicandina zarokên keç in. Ev xal di civaka kurd de gelek e. Zarokên 13-14 salî "didin" kerên 30-40 salî. Bi min ev kujeriyê xerabtir e. û min gelek büyerên tirajîk ditîye û bihîstîye. Hin çirok hen e tu dibêjî di filman an romanan de jî ev tişt nabe lê mixabin tên serê jinên me.
Em xwe nexapînin, em wiha demoqratikin, mafê jinan wiha ye nizam çi. Jinên me piranî nezanin, mêrên me piranî wek romî herkî ye. Nabêjim tev lê piranî. Dibe ku zilamên kurd hêrs bibin û bibêjim em ne wisan in. ê welle tenê jin dizanin jiyana wan çawa ye...



02.05.2020 12:10 | rozerinbitlisi

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» gengeşeya di navbera dashnî murad û romî harkî de
» navbera min û xwudê ma bostek
» murad celalî

Kategoriyên mijarê:: jiyan tekili jiyan tekili jiyan tekili kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî