Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 27 peyam
tirşikvan ji bo kêfê çi dikin - tirşik
tirşikvan ji bo kêfê çi dikin
(11) (4) (1)
di mijarê de bigere

1. Li ser youtube videoyên kenok dimeyizenim



01.05.2020 02:20 | hûteheftserî

2. dansa beradayî li gel her muzîkê..



01.05.2020 02:29 | shwinsherm

3. (bnr: difirkênin)

şaş fêhm nekin, car caran dema ez serê xwe difirkênim, li xweşîya min diçê *



01.05.2020 03:39 | merwano

4. çêkirina xwarinên çuda



01.05.2020 20:23 | bûtîmar

5. kêfa herî mezin a vî cenabê gerîn e.*



01.05.2020 20:33 | xelîl

6. Survivor2020 temaşe dikim.



01.05.2020 20:52 | jehr

7. (bnr: ma kêf ma ye)*



01.05.2020 21:31 | de facto hozan

8. Bo belavbûna tirşikê li twitterê bin tagên #tirsiknet û #ferhengakurdî de ditirşikînim
lkcvnzxjjk



01.05.2020 21:32 | brzn

9. cixare û çay
berê delalikê ber dilê min hebû, êdî ew jî nîn e.



01.05.2020 22:34 | gulêê

10. pîştî danasîna kampanyaya tirşik.net ê westîyan û aniha diçin kêfa xwe li pubgîve bikin *



01.05.2020 22:36 | merwano

11. tirşiklemîş dikin



01.05.2020 23:00 | bacanêfiringî

12. bi sitranên ingilizî karaokê diceribînim paşî nikarim û têm li vir ditirşikînim.



01.05.2020 23:24 | de facto hozan

13. Çêkirina pasta û xwarinê, piştî parêza serkeftî xwarina xweştirîn pasta yê li cîhanê, piştî xwarinê cixare, fîlmekî ku ez tenê lê dinêrim, ber êvarî meşa hêdî ya li sikaka li ber dengê bajêr, ger û seks û dîsa ger.



02.05.2020 00:52 | hewdibi

14. Xew. Raketin wekî mirinê mirov ji her derd û elemê dur dixe. Ji xwe çend xewnên xweş jî were dîtin kêf kêfa min e.



02.05.2020 15:02 | kalo

15. lîstika woleybolê û ajotina duçerxê.û têketina tirşik.net ê *



02.05.2020 17:06 | golikvan

16. çay, netflix, tirşik, twitter



02.05.2020 17:13 | doesntmatter

17. Hama bêje ev deh sal in neguheriye, zewicîm û bûm xwedan law jî dîsa jî li malê kêfa min a herî mezin piştî Têrbûna zikî, li gel çayeke paqij kişandin an vexwarina cixarê.



02.05.2020 20:01 | ferhenga şikestî

18. Çer ez bûme hemşîre raketin e ji bo min. Erê ne ji bo pêdiviyê ji bo kêfê radikevim. Ne rast e lê dibêjim qey çiqas rakevim qusa xewa min nayê di nobetan de.



02.05.2020 20:25 | biaqila malê

19. voleybol em dilîzin, tîmên min yên ji bo kura û ji bo keça henin li zanîngehê, dibe ku ez hinek zêde hînî vê lîstikê bûbim, niha li mal jî em dilîzin, min qadeka piçûk çêkiriye, hema kî tê ez divêm were û ez wan hîn dikim. bi rastî lîstikeka gelek xweşe.



02.05.2020 23:13 | afa

20. +pubgî
-tirşik
+pubgî
-tirşik
+twitter
-tirşik
+youtube
-pubgî
+dîsa tirşik
-hindik mabû ez ji bîr bikim fîlm *



02.05.2020 23:19 | merwano

21. Li telegramê fîlman temaşe dikin. zlkcvxmsdnlj



03.05.2020 00:04 | brzn

22. Xew dikim. Kêfa min gelek ji xewê têt.



03.05.2020 03:01 | hesinkar

23. Di demsala biharê da temaşekirina xwezayê. Kulîlka bûkanî(em dibêjin kulîlka bûk û zavê) û beybûn di nav şînahîya gîha da çiqasî dîmenekî xweşik e.



03.05.2020 03:46 | xabûrî

24. (bnr: reşşik didin)*



03.05.2020 04:27 | xelîl

25. Ava simaqê vedixwin



03.05.2020 14:48 | soryazyus

26. ji bo bidin dostoyevski daxwaza ji xwedê dikin ..



03.05.2020 15:02 | shwinsherm

27. rêzefîlman temaşe dikim, gûhdarîya stranan dikim û paşêroja xwe ramîn dikim, difikîrim.



03.05.2020 15:12 ~15:25 | doesntmatter

28. Ti tişt nakim :( di vê pandemî û zivistana kambax de em ê çi bikin? Xwedî xwedan li me qelaye, em mane pepûk û êsîr li malê. :/



30.11.2020 22:57 | xelîl

29. Kêf çiye? Li cem me tiştek wisa tuneye.



01.12.2020 00:05 | lonw karda

30. Bandê kevnar vedikim li wan dihesînim û bipêra jî wan dinivîsim wekî yên Miradko, Faris.



01.12.2020 00:31 | zîzo

31. Ez zimanê Swêdî û Rûsikî hîn dibim. Şîret û şêwira min li hemî tirşikvanan hînbûna zimanê biyanî ye.



01.12.2020 01:43 | lawkegoyi

32. (bnr: sex) lîstina(bnr: csgo) temaşekirina (bnr: netflix)



01.12.2020 13:47 | doesntmatter

33. Tûtna xwe dipêçim, çaya xwe dadigirim û j'telfûnê muzîka rapê vedikim. J'alîkî va hilmkê dikşênim, j'alî dî hewl didim go gotinê rapê bêjim. Em jî wilo strêsa xwe tavêjin.



01.12.2020 21:07 | hueyn

34. li tirşikê dinivîsim ji bo ku kêfa min bê.



02.12.2020 17:15 | xwelî li ser

35. Tiştên ku têkildarî kurdî dikim gelek kêfa min tînin. Wekî dema ders didim dotmama xwe gelek kêf digrim. Dema helbestên wêjeya kurd û farisan jî dixwînim gelek bextewar dibim.
Bi min mirov dikare ji her tiştî kêf bigre, wekî min.



06.12.2020 18:41 | yûsiv

37. Di gta de sîvîl dikûjim.



22.06.2021 17:22 | heval.js

38. Rêzeflîma bavê teyar temaşedikim



22.06.2021 23:49 | xunceleb

40. We got kêf? Kêf çi ye? Ez di depresyonê de me van demana, ji min re qala kêfê nekin jkx.



22.08.2021 00:35 | xabûrî

41. Ewro saet 10 de hewn ra warista mi heya arayîya xo amade kerd saet bî 12. tira dima mi xo tembûr rey meşgûl kerd. Tayek kîtab wend la mi ti kêf nê çîyan ra nêgirewt.



22.08.2021 01:05 | kajav

42. Ji ber ku kêfa min piranî tunneye, diçim yan şêranî çêdikim, yan kara dikim ku xwe ji bîr bikim yan diçim meşê...



22.08.2021 01:06 | pîroz

43. ez bi gelemperî xwe davêjim derve û bi duçerxeyê digerim. carna di nav zevî û daristanan de, carna jî di nav bajêr de.



23.08.2021 00:54 | ozmoz

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
sallana sallana nietzsche ser avê [1]
Yekê din jî wiha nivîsiye:
(bnr: kurê min nietzsche ji derve sa...
sallana sallana nietzsche ser avê [3]
Li ser che guevera jî straneke heye:
(bnr: gulê ne-che)...
sallana sallana nietzsche ser avê [3]
Navê straneke, ji bo nietzsche yê hatiye nivîsandin nîvî tirkî...
[1]
bi zimanê korevî tê me'naya district.
minak; yongsan-gu, dondae...
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Qewî gur li kû miriye......
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikvanên pubg dilîzin
» çilo

Kategoriyên mijarê:: sinema sinema sinema
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî