Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
ali kemal çınar - tirşik
ali kemal çınar
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. derhênerekî kurd e, wek ku wî bi xwe xwedayî ye nasîn;

Ali Kemal Çınar li Amedê hate dinyayê. Di sala 2004’an de kurtefîlmê xwe yê yekemîn kişand. Bi
tevahî derhêneriya deh kurtefîlman kir û sinaryoyên wan nivîsand. Di 2013’an de yekemîn filmê
xwe yê metrajdirêj ( Kurtefîlm/Kisa Film) ku di bin bandora tecrubeyên kurte fîlmên wî de mabû,
kişand. Filmê Veşartî ku di 2015’an de kişand, di Festivala !f İstanbul ya 15. de xelata Fîlmê Herî
Baş û di beşa SIYAD’ê de dîsa xelata Fîlmê Herî Baş stand. Heman fîlmî di 28. Festîvala Queer
ya Hamburg’ê de Xelata Juri wergirt. Di 2017’an de bi navê Gênco fîlmê xwe yê metrajdirêj yê
sêyemîn kişand û di 28.Festîvala Fîlman ya Navnetewî ya Ankara de xelata Fîlmê Herî Baş bi dest
xist. Di sala 2018’an de bi fîlmê di navberê de/Arada ji Pêşbirka Netewî ya 2018’an Xelata Jurî ya
Taybet û ji 5.festivala duhok’ê ya navnetewî ya Fîlman xelata FIPRESCI stand. Ali Kemal Çınar
hê jî li Amedê dijî û fîlman dikişîne.



01.05.2020 04:40 | merwano

2. Derhênerekî kurd e. Şêwaza filmên wî cuda ye. Lê bi min serkeftî ye. Di filmên xwe de jiyana rastîn û çîrokên surrealîst pev dixe. Ew jî ji çîrokan tirşikekê çêdike ;) lê tirşikeke tamxweş *



02.05.2020 01:01 | berijahr

3. Şêweyeke wî ya sînemayê ya zir-cuda heye. Pêşî kêfa'm ji fîlmên wî re nehat. Dûre min jê hez kir.

Bêhaydarî mirov sehneyek ji fîlmên wî li ku bibîne jê derdixe ku ew fîlm fîlma Elî Kemal Çinarî ye. serbilind im Bi Hebûna wî û bi fîlmên wî ên resen.

Dîyalogên di gêncoyê de ne kurmanciyeke gewr e. Ew kêşe di fîlma di navberê deyê de nîn e. kêmasiyên produksîyonê tim û tim xwe dide der. Qey pere qîm nekiriye.

Vê dawiyê, fîlmên wî li platforma mubiyê diweşînin.



31.03.2022 22:12 ~2023.08.26 11:27 | mirovekirind

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» ali abbasi
» kemal can

Kategoriyên mijarê:: sinemadrhnr sinemadrhnr sinemadrhnr kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî