Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
survivor 2020 - tirşik
survivor 2020
(4) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. bernameya ku, nîvê zêdetir ê tirkiyê temaşe dike aniha.
piştî karantînayê êdî rêzefîlmên din nikarin beşên nû bikşînin.
acurê gew çûye domînîkê ji xwe re her roj beşekê dikşîne û diweşîne.



01.05.2020 18:19 | brusk56

2. Bernameya TV8 ê.TV8 ya Acun Ilicali ye.Ji xwe mirovek dewlemend e,piştî karantînayê wê zêdetir dewlemend bibe.

Gelo çawa ewqas dewlemend bû ew qeşmer yaww meraq dikim haa...



01.05.2020 20:38 | jehr

3. mixabin kengê malbata xwera rudinim an jî çay wedixwem temaşe dikim.. car caran xweş tê



01.05.2020 22:55 | doesntmatter

4. bernameyeke kû qet jê hesnakim.. Tiştên herî tewş û valaye ji bo min...



01.05.2020 23:22 | drşivan

5. hemû rol berê hatine dayîn û kerîz jî lê temaşe dikin .
ji dora xwe re bêjin ev bername ji bo ker kirina millet e .



01.05.2020 23:37 | shwinsherm

6. Di van rojên karantîna ye de Acun kutaye dîya pera *
Hevalekî min ji Êlih ê şev û roj lê dimeyzêne, bê mêjî ye Xwedê :(
Em pubg dileyizin, di berde lê dimeyzêne, heyy Xwedê yo, ka aqil



02.05.2020 00:48 | merwano

7. De bila biqede yaw. Malbat ew qasî temaşe dike ku birayê min çûye serî lê daye. Diya min jî tovê sewzeyan jê re amade dike. Dibêje ku tu çûyî ji xwe re biçîne ji birçîna nemire. * Bes e yaw *



02.05.2020 01:13 | berijahr

8. bernameke tv 8.e.(bi min pêlîstokek e) acûn ilicalî ya ku li tirkiyeyê di warê entertainment ê de navdar e.
Her sal tiro viro hin kesan tîne pêşberê gelê xwe û bi derewan tv 8 n ve girêdide.Ez bixwe berde tv8 an tv yan temaşe nakim , tv yan berde bernameyên tirkî ên derew temaşe nakim.Mixabin ev çend roj in li karantînayê de êdî neçar mame , bernamyên wek esra erol ,fatih pirteqal ,temizlik benim işimbi dayika xwe re temaşe dikim.Xwedê min efû bike.



02.05.2020 01:55 | brzn

9. Tiştekek ku ez fehm nakim çima mîrov we temaşe dikin



02.05.2020 18:06 | vîta

10. Ez her roj serê sibehê beriya ku biçim karê xwe kurê xwe yê 19 mehî dibim mala xaltîya xwe. Çimkî xanima min jî dixebite li malê kes nin e lê Xwedî derkeve.
Nava rojê jî diçim, hem li mala xaltîya xwe xwarina xwe dixwim û hem jî bi kurê xwe re hinekî dileyizim
Êvarî jî dema ji karî derdikevim diçim mala xaltîya xwe.
Şîva xwe jî li wir dixwim. Hama bêje ji şefeqê heya şevê ez li mala xaltîya xwe me. Ez kengî herim mala wan ev bername heye. Yahu dikim ku biteqim temam em bêjin hûn hej jê dikin lê bi şeref ewqasî jî nabe lo. Li mala ku Demekî ji xeynî Med tv, roj tv, stêrk tv qanaleke dî venedibû, rojê bîst û çar saetan tv8 vekirî ye.

Sê çar roj berê qîza xaltîya min a 12 salî got ' Serhad abê hûn îroj beriya saeta heştan biçin mala xwe nabe? Min got çima? Got îşev li survivorê oyunekî pir heyecanli heye lê ciwan nahêle em temaşe bikin'. Yanî hevalno qîza xaltîya min ji bo ku bi rehetî karibe vê bernameyê temaşe bike, tazîla me da ango wê em qewirandin.

Ez rexne li kesên ku vê bernameyê temaşe dikin û sebra xwe pê tînin, ti car nagirim lê babo meriv saetek an du saet temaşe bike bes e, bi şeref meriv di rojê de deh saet belgefîlm jî temaşe bike mejiyê merivî ditevize.
Bi şev ev bername heye bi roj jî Canik û camêrên qerresa rûdinin li ser bernameyê nîqaşan dikin. Yê nizanibe bêje qey mesele çi ye bi saetan dipeyivin.

Xwudê stara me bike, nifşa ku tê emê ji destê wan hezar xwezî bo nifşa xwe bînin



15.05.2020 01:39 ~01:42 | ferhenga şikestî

11. ji bo nerîneran alternatîf netflix e çunkî di televizyona dewletê de hepkî aqsîyon ûwd hebe ew jî li survivorê ye .



15.05.2020 03:32 | shwinsherm

12. bernameya ku min îsal qet temaşe nekiriye. nîv saeet jî.
min berî 2-3 salan, sezonek temaşe kiribû. wextê mirov pê derbas dibe, her şev hewce nake ku mirov li tiştek bo temaşekirinê bigere fîlan. lê tê derdixist ku ji gelek tiştan re dibû asteng.
sala pê re gelek jê ehmeqîyên wan aciz bûm min di serê sezonê de dev jê berda û nema temaşe dikim. jixwe êdî tenê pêşbazî ye. ya balkêş jîyana li giravê, problem û hewldanên çareserkirina wan bû. niha tenê wek hespan dibezin.



15.05.2020 19:19 | simurg56

13. bernameya herî zêde tê temaşe kirin a li tirkiyê ye aniha.
îsal zêde zêde popûler bû saxiya serê koronayê.

wê rojê, acur weşana zindî kir ji insragram'ê mîlyonek kes temaşe kirin di heman demê de. bi rastî rekorek wisa ye ku belkî bi salan carek din nekare were şkestin.



16.05.2020 12:45 | brusk56

14. Belki ev gotina min zehv sert be jî lê ez wisa difikirim:
kesên rasterast, dile dil û ji dil vê bernameyê dişopînin û bi kelecan teqîb dikin efsene û bê hiş in.



16.05.2020 13:02 ~13:21 | bûtîmar

15. ji ber şewba korona êdî kesek nikarê ji mala xwe wek berê derkevê, û bi xêra korona jî temaşevanên bername jî zêde bû ne.

heya niha temaşekirina min em deynin serhev herê werê qey 2 seat hene yan jî nînin, ew jî ne jiber ku ez tênim serê.
her wekî din jî kesên ku lê temaşê dikin, bila temaşe bikin, tiştekî xerab tê de nabînim



16.05.2020 13:08 | merwano

16. (bnr: karê bêkaran)



16.05.2020 14:42 | xelîl

17. bernameya ku dile dil û ji dil temaşe nakim. lê temaşe dikim *

ez jî dizanim bernameyek vale ye. heta carinan dibêjim belkî hemû senorya li gor rewşê tên diyar kirin.

lê sedemên cûda çêdibin ji bo temaşe kirinê. mîsal ez a xwe bêjim.

ez û hevjîna em bi hev re dijîn. vaye mehek e, xwişka hevjîna min jî li mala me ye.
ez heta êvarê bi zarok mijûl im. wextê mayî de, an ji bo karê xwe dixebitim an jî pirtûk dixwînim. êvarê dema malî hemû li hev kom bûn, nikarim herim odeyeke din û li wir pirtûkek bixwînin an jî tiştek din bikim.

ji ber ku mirov dixwaze bi hev re wext derbas bike û ev yek jî encax bi kirina tiştek hevbeş pêkan e. an na mirov dibe biyanniyên di heman malê de dijîn. lewma êvaran di televîzyonê de survivor vekirî ye gelek caran. gelek caran bala me li ser tiştek din e. yekî bi telefona mijûl e yekî li ser kompeterê felan e, lê survivor vekirî ye.
ji xwe ji bo şopandinê, mirov 5 xulakan carekê berê xwe lê bizivirîne bes e.
ha ez bi serê xwe bijîm, welle hezar sal ser re derbas bibe ez venakim û lê nanêrim. lê aniha ji hebûna wê qayîl im.



16.05.2020 14:51 | brusk56

18. Mala xwedê ava xilas bû. Ji belaya koronayê jî xerabtir bû. Ewqasî rehet bûm e ku nikarim bibêjim. Dikarim niha qurbanekî bidim.



15.07.2020 00:54 | yûsiv

19. Serêmin rehet bû, qene êş canê min çû, qene baskê min çêbû û ez firîyam.Xilas bû ewqas kêfxweş bûm



15.07.2020 01:07 | dilreş

20. Bernameyeke acûnê faşîst e. Carina wexta li cihekî vekirîbe lê dinihêrim lê qet kêfa min jê re nayê. Xelas bû çi ye dê sibê yek din çêbike. Divê kurd qenalên tirkan boykot bikin û bes temaşe bikin!!!



15.07.2020 12:06 ~12:06 | xabûrî

21. Survive temaşe nakim lê tiştekî bahla min kişand. Dema ku cemal can serket û got ku:
-Jiyan kin e, dilê hew ne hêlîn.
Erê, gellek kes henekê xwe lê dikin.lê mixabin Dilê ser wî her kesî tune ye.



16.07.2020 09:04 ~09:08 | dilreş

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» survivor allstar
» 2020

Kategoriyên mijarê:: tvradyobername tvradyobername tvradyobername
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî