Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
jinên pêşewayên kurd - tirşik
jinên pêşewayên kurd
(3) (4) (1)
di mijarê de bigere

1. Jinên seyîd riza,

Elîf û bese.
Bese a biçûk e.



02.05.2020 07:37 ~07:40 | rûbar

2. Herwiha diya mele mistefa berzanî û diya kekê mele mistefa(şêx ebdulselam berzanî) ji hev cuda ne.

Bavê wan yek e.

Ango kalê mesud berzanî du jin aniye.



02.05.2020 07:39 ~07:42 | rûbar

3. Mijara ku bawer im ji bo meşrûkirina zewacên pirhejmarî hatiye vekirin. An jî ji bo gengeşiyê...

Bapîrê min jî bi du jinan re zewiciye. Çi bikim ? Biçim 2 jin bînim ji xwe re? Bi sedema çi ? Ev dijminatiya zayendê ji bo çi ye heyran? Hûn ji çi ditirsin? Ji bihêzbûna jinan? Ji jiyanek wekhev û hevpar?

Yaw êdî dev ji vê hişmendiya kirêt berdin. Dema jin xwedî gotinek bin û di civatê de asta mêran de bin, ev nayê wê wateyê ku hûn mecbûr in bawerî, bîrdozî an jî şêweya jiyana xwe biguherînin. Dîsa bawer bikin heyran lê bêyî ku komekê anjî zayendekê bêxin di bin bandora xwe de û wan bikin xulamê xwe.

Dibêjin hevzayendî nexweşiyek(!?) e lê bi min esil newxeşî zayendperestî ye. Nexweşiyek e wisa ye ku bi ti awayî ji laşê civata me nayê derxistin.

Mixabin.



02.05.2020 13:14 | xelîl

4. Rewşen Bedirxan
Lawê min, çaxa em hebûn hûn hîna negihîştibûn îroj jî nemane. Lawê min ji hevdû hezbikin û piştgirîya hevdu bikin. Bila tifaqa we yek be lawê min, ji hevdu belav nebin... Lawê min, yekîtiya Kurdan bi de min, ez Kurdistaneke azad bidime te.



02.05.2020 13:27 | alamutkalesi72

5. Wek Xelîl jî gotiye ji bo meşrûkirina anîna du sê hetta çar jinan ev mijar hatiye vekirin
Heqîqeten kenê miriyan tê ji halê misilmanên ku mejiyê wan di hezar berê de mane û di vê sedsalê de jî piştî çûyîna aşê ketine li pey çeqçeqê...
Eger tu dixwazî here çar jin bîne ew me eleqedar nake lê tu rabî ta ji nebîyê nûh jî hemî mînakan bênî li vir rêz bikî tu nikarî di vê serdemê de anîna pirr jinan meşrû bikî.

Nivîskarê hanê xwe di vê geramolê de ewqasî bê çare û lawaz hîs dike ku ji xelkê mînakan tîne, çimkî nikare baweriya xwe ya rizî û edetên pûçbûyî yên serdemekê yên misilmanan biparêze. Motacî mînakan e.

Sal bûye 2020, îroj ti mêrekî maqûl û xwedan feraset keça nake jina çarem ya mêrekî doxînsist. Belê yê ku di vê serdemê de çar jin ji xwe re bîne doxînsistekî ji dêra hanê ye. Hetta ne tenê doxînsist, bê ehlaq, bênamûs, qebrax, kêmaqil e.
Ji vir pênc şeş hezar berê jî jin pirr mêr dikirin, em çi bikin aniha? Jin jî bêjin bi xwudê mêrekî nikare hem zikê me têr bike hem nikare laşê me têr bike, loma em du sê çar mêr dixwazin, emê bêjin fitrat?

Xwudê aqil dayiye me lê hinekan xwe ji aqil û feraset û kemaliya xwudê bê par hiştine. Hê jî mîna sahabeyên hezar û pênc sed sal berê dixwazin bijîn. Wê gavê telefon tunebû tu çima bi kar tînî? Çimkî dinya jî însan jî xweza jî tim di veguherîn û guherînê de gêrr dibin, yê ku adepteyî dinyaya guherî û veguherî nebe nikare li ser piyan bisekine.
Lê tu bêjî ez bi gorî hesabê xwe tevdigerim, belê ez amûrên rojavayî kar tînim lê çar jin jî tînin, ez dibêjim çanda rojavayî kirêt e lê filmên wan temaşe dikim û kitêbên wan dixwînim û ji zanînên wan ên zanistî îstîfade dikim nexwe tu dirûyekî tam î.

Li gundê me bi navê Mele Mihemed melayekî heye, heya pênc şeş sal berê bi zekatên gundiyan debara xwe dikir û digot ez ne melayê dewletê me. Lê aniha melayekî bi kadro ye. Hiç ji bîra min naçe digot parêzer tev gunehkar in çimkî tim derewan dikin, di vê dewletê de karê parêzerîyê li dijî Îslamê ye. Lê hûn ê bawer nekin belkî lê keça wê aniha li zankoya dijleyê beşa hiqûqê dixwîne. Kî bawerî bi min neyêne bila were em herin gundê me lêkolîna wê bikin bê rast e yan na. Kurê xalê min jê re got te digot awuqatî guneh e? Got keça min soz dayiye min, got ez karê xwe qirêj nakim loma min destûr daye.
Ev mela û Hama bêje hemî misilmanên vî rengî li dijî xwendina keçikan in lê dema jina wan nexweş bikeve dixwazin doktoreke jin wan muayene bike. Ê ehmeq eger em bi gotina te bikin û nehêlin keçik bixwînin, hingê tu yê çawa jina xwe bibî li cem doktoreke jin?

Li Tirkîyê ev desthilatdar li hemî bajaran bi sedan lîseya îmam Hatîp vekirine, bo çi? Ji bo ku nifşeke 'dîndar' xwedî bikin, perwerde bikin. Lê siberojê pêdiviya te bi zanistî, tibbê, farmakolojiyê, teknolojiyên bi her cure çêbe tu yê bi artêşa xwe ya îmaman hewcedarî û pêdiviyên xwe pêk bînî? Lîse jî zanko û akademî jî giş çanda Awropayê ne, madem tu dibêjî dashni dixwaze çanda Awropayê bîne Kurdistanê, wê gavê tu çima di warê perwerdê de çanda Awropayê bi kar tînî? KurêN xwe bişîne medresê, keçikên xwe jî bike jina çarem a mêrekî û xelas!

Li gundê xwe karê çandiniyê bi gamêş û hespan bike, tovê ne bi makîneyên Awropayê bi destên xwe biavêje, nanê xwe di tenûrê de çêke, wexta dinya germ bû Klîmayê bi kar neyêne xwe di nava bajêr de bide li bin sîya darekî, bi ava bi şohbenê germbûyî xwe neşo, bi êzing û sobeyan ava xwe germ bike, firaqên xwe jî cilên xwe jî ne bi makîneyên Awropayê bes bi destên xwe bişo, cil û bergên Awropayê li xwe neke, telefon û kombers û televîzyon û radyo û înterneta Awropayê bi kar neyêne çimkî hemî ji ber çanda azad a Awropayê hatine hilberandin.
Li derekê azadî û serbestî û wekhevî û demokrasî hebe li wê derê, aramî û hizûr jî heye û ancax civatên vî awayî dikarin pêş ve herin. Loma Awropa telefon çêdike erebe çêdike amûrên teknolojik çê dike loma tu jî wisa bi devjihev li pêşketina wan û li alet û edavatên wan ên pêşketî dinêrî û xweziya xwe tînî.

Pêşketin û demokrasî û wekhevî û aramî ji serê we zêde ye hûn herin her roj li jineke xwe kîrê xwe rep bikin. Lê qene di vî warî de xwedan prensîp bibin û xatirê tu jinekê nehêlin. Mesela rojekê herin jina yekem, rojekê ya duyem û rojekê jî ya sêyem û a soxi ya çarem.



02.05.2020 14:05 ~14:14 | ferhenga şikestî

6. Zewaca pirhejmarî di nav çarçoveyekê ku xwedê diyar kiriye de meşrû ye. Mêrek dikare di nav ev çarçoveyê de heta 4 jinan bîn e. Bi cîh anîna xalên vê çarçoveyê zor e bo mêran. Xwedê besiya xwe pê anîna bi yek jinan hêj guncan dibîne ji bo mêran.

Jin, di heman demê de nikarin ji yekê zêdetir mêran re bizewicin.

Herwiha her çeşîdên têkilîyên cînsî bêyî nîkahê heram e, qedexeye.

Maal esef însan xwe dispêrin bi mêjiyê xwe. Lê bê rêber mëjî zûzika dixelê. Hişmendiya kîret zêde pêewlebûna bixwe ye.

Digel vê her cûreyên zilm û zorî, zorandin, bi zorê li yekî tiştekì dan kirin qedexe ye. Ev tişteke aşkereye ne tiştekî veşartî ye.

Perestî tenê ku ji bo xwedê werê kirin meşrû ye. Ji vê dîtir her cûreyên perestiyê qedexe ye.

Heger kesek bi nexweşiya dil ji dayik bê. Û sebr bike. Qure nebê. Tedavî bê. Xwe bispêrê xweda. Tişteke xirab û kîret nekê ev riya rast e.

Her wiha kesek bi nexweşiya hevzayendî ji dayik bibê. Û sebr bike. Tedavî bibê. Qure nebê. Xwe bispêrî xwedê. Tişteke nebaş, nemeşrû û pîs nekê ev e riya rast.

Ku yekî bisexlem hatibe dinê. Hercar tiştên nabaş û nemeşrû bike ev ji rê derketiye nexwe.

Hertişt vekiriye berçavan de ye.

Xweda di qurana kerîmê de dibêje gava me mirovan ji nû ve şiyar kir, dema ku ji gorên xwe rabûn bo hesabê, maweya jiyana ku di dinê bihûrandine wek qasî dema taştêyeke werê wan. jiyana axretê jiyana payîdar û resen e. Belam mirov nizanin. Rêberek heye di destê de bi serhişkiyeke tîr dikevin rika. Naxwînin.

Li bendê bin. Em li bendê ne.

Herwiha ev mijar ji bo danasîna jinên pêşewayên kurdan hatiye vekirin.

Aye ji wan fêdî dikin?

Werin em navê wan hejmara wan gundê wan jiyana wan bilêkolînin. Ferhengek derbixin. Ez amade me. Komek biafirînin. Kitêb bixwînin.



02.05.2020 14:31 ~14:44 | rûbar

7. (bnr: mêrên pêşawayên kurd)



02.05.2020 14:35 | kalo

8. xanimên pêşewayên kurd, di gotar û axaftinên soranî de nemaze yên rojhilatê weke pêşwîn derbas dibin, ango first lady.

sermesel: pêşewa qazî muhemed û pêşwîn mîna xan.



19.12.2020 23:32 ~23:34 | ezcan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» jinên feminîst yên kurdistan
» kurdipedia

Kategoriyên mijarê:: jiyan tekili cand perwerdehi hiquq dirok psikoloji oldin yendin jiyan tekili cand perwerdehi hiquq dirok psikoloji oldin yendin jiyan tekili cand perwerdehi hiquq dirok psikoloji oldin yendin kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî