Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
kanala filmên bi kurdî ya telegramê - tirşik
kanala filmên bi kurdî ya telegramê
(7) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Rêyek hêsan e bo temaşekirina fîlmên kurdî (fîlmên ku jêrnivîsa wan bi aliyê koma wergera fîlman ya tirşikê ve hatine kirin) ye.Heke hûn jî wek min naxwazin bi daxistina fîlman bi torrentan,jêrnivîsan bikin dikarin biçin telegramê û cîhê lêgerînê de binvîsin "Fîlmên Kurdî" û beşdara kanalê bin.Girêdanka kanala fîlmên Kurdî ; Here lînkê
Here lînkê
Niha ve kesên ku beşdar bûne gihîşt 180 ê kesan.Piştê temaşekirina fîlman hûn dikarin deng bidin heke kêyfa we ji fîlmê re hatibe ango nehatibe.
Here lînkê
(bnr: les filles du soleil) , fîlma ku ji aliyê koma wergera fîlman ya tirşikê e.Hûn dikarin li ser telegramê bi rehetî , bê pirsgirîk temaşe bikin.
Here lînkê
Ji bo fragman bo (bnr: les filles du soleil) ;



Ji bo fragman bo (bnr: enemy at the gates) ;



(bnr: telegram) , bernameyek gelek ewleh e û bikaranîna wî gelek hêsan e.Heke hûn jî dixwazin tev li kanala fîlmên kurdî li ser telegramê bin, ewilî xwe re telegramek daxînin.Telegram ji bo kompûter , telefonên androîd û ios heye zêde cîh nagre.Belaş e û pêşeroj de wê cîhê whatsappê jî bigre.
Heta niha 12 fîlm hatine amade kirin û her diçe zêde dibe.
Jê nemînin : )



02.05.2020 15:23 ~15:26 | brzn

2. Tişta ku ez duh pê hesiyam e. Bi rastî tiştek pir pir kêrhatiye. Min heya duh jî fîlmên ku hatine wergerandin temaşe nekiribû. Ji ber torent û daxistin filan, min hem jê fêm nedikir û hem jî di kombersa min de nedixebitî. Lê duh dema ez bi vê xopanê hesiyam û hama raste rast ez çûm dikana sepana û ji xwe re telegramekê kirî. Paşê çûm lînka ku li jor hatiye parvekirin û her tişt bi xwe çêbû . Birastî fîlm bêyî ku tu daxî dikarî temaşe bikî. Fîlm qet nacemidin û herikbar dileyize. Şîroveyên fîlmê min temaşe kirine jî ezê dawiyê bikim.



02.05.2020 15:36 | tîrêj zana 21

3. qudretek e.

erê torrent jî nîmetek e. lê ji bo temaşekirina fîlmekî divê du sê kar bê kirin: daxistina fîlm, daxistina jêrenivîs, kontrola ahengiya vîdeo û jêrenivîs... ji bo kesên dizanin van tiştan edetî ne, tew ne ya qalkirinê ye jî. lê ji bo kesên din ên ku berê tu carî serê xwe bo van tiştan neêşandine, zehmet e.

telegram di vê girekê de digihêje hawara wan kesan. ji ber ku bêyî daxistinê fîlma ku hatiye wergerandin dide xizmeta her kesî bi jêrenivîsan. ha heke hûn bixwazin dikarin fîlman daxin jî. koleksiyoneriya fîlmên bi kurdî edetekî nû ye. *

ji bîr nekin! sepana sermasê ya telegramê jî heye. yanî hûn dikarin telegramê li ser kombersa xwe saz bikin û fîlmên xwe li dîmenderekê fireh de temaşe bikin.



02.05.2020 15:55 ~16:01 | biruya hayao miyazaki

4. Tiştekî zahf kêrhatî ye. Ez hîna nuh pê hesiyam û min cîh de telegramê bar kir li ser telefona xwe. Ne serê te bi torrentê diêşe ne jî bi barkirina binnivîsan. Ecêb kêfa min hat *



02.05.2020 15:55 | biaqila malê

5. Gelek kêrhatî ye. Min gava ewil torrent û fîlm daxist Lê negihiştim armanca xwe. Mijara torrentê hinek tevlîhev e. spas telegram



02.05.2020 16:00 | kajav

6. ê ku yaw "welle destê we sax be" *
ev projeya telegramê gelek baş bû. ji bo niha baş e lê divê ji bo pêşerojê teqez malperek were vekirin.
divê malperek hebe û fîlmên me wergerendî lê barkirî be; çawa herkes rasterast dikare fîlmên bi binnivîsa tirkî temaşe bike, divê ê kurdî jî wisa hesan be ku gelek kes temaşe bikin..



02.05.2020 16:02 | brusk56

7. Nimeteke mezin e ji bo kesên wek min ên di heyata xwe de tiştekî ji torrentê danexistine. dest û pêçiyên misebiban xweş be.



02.05.2020 16:44 | henûn

8. ji web.telegram.org ê sêr kirina wê hêsantir û xweştir e. bi xêra vê mirov dikare li ser kombersê sêr bike .



20.05.2020 13:53 | xwelî li ser

9. Bi rêya telegramê her kes dikare ji telefon , tablet , kombersan bêpirsgirîk temaşe bike.Xwelî li ser jî gotiye heke hûn bixwazin ,dikarin ji web.telegram.org ê jî temaşe bikin.
Ji bo telefon sepan
Ji bo kombers bernameya li ser masê ya telegramê
Heke bibêjî na , ne herduyan jî , wê demê bi https://web.telegram.org ve bê daxistina telegramê , dikarî temaşe bikî.
Gelo we ji webê ceriband ? Na , ka li vir Here lînkê pê lê bikin li milê çepê de li "fîlmên kurdî" bigerin û biceribînin ka çawa ye.



20.05.2020 14:21 ~14:22 | brzn

10. koma bi navê @filmenkurdi ya li ser telegramê gihiştiye 1000 kesî.piştê du meh nîvan hejmarek gelek baş e.
Ser xêrê be.



31.07.2020 20:30 | brzn

11. Kanala ku ji aliyê koma wergera fîlman ya tirşikê ve ji bo weşandina fîlmên bi binnivîsa kurdî hatiye avakirin. Û heta niha ji 60an zêdetir fîlm hatine weşandin û roj bi roj hejmara fîlman zêdetir dibe.

Lînka kanalê: Here lînkê

Û herwiha:

(bnr: hesabê tirşikê yê înstragramê)

(bnr: hesabê tirşikê yê twitterê)



15.12.2020 21:17 ~21:18 | xelîl

12. qenalek gelek serkeftî ye. netflix'a kurdan e.
ji bo kurdan tu hincet mincet nahêle ku fîlmên bi kurdî temaşe nekin. (ha pardon, vê carê jî dublajê dixwazin necamêrno).
vê gavê nêzikî 1.200 endamên komê hene. û li gorî îstatîstîkên komê, her vîdyoya ku di qenalê de tê weşandin, ji 2.000 caran zêdetir tê nîşandan.
me heta niha aqil nekiribû lê ji niha pê ve ez ê lînka komê jî di tirşikê de di binê her fîlmê hatî wergerandin de jî binivîsim.
divê tirşikvan hemû jî bibin endam û derdora xwe jî bikin endam.



15.12.2020 22:03 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» kanala suweyşê
» filmên absurd
» kurdîkirina google translate

Kategoriyên mijarê:: nuce nuce nuce
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî