1. Nîgaşên ku herkes bi fikrê xwe derdikeve qada şer. bi rastî jî wek şere,lê bi axafitinê an jî car caran bi pênûsa(tişta rast van roja bi klavya ye) tê kirin. |
|
02.05.2020 15:44 ~15:51 |
merwano
![]() |
2. niqaşên ku bi piranî ji ber acizî û êriş û cirnexweşiya ê/a olperest dixetime û dibe sedeme şer û xeyidandinê. |
|
02.05.2020 15:58 ~17:45 |
brusk56
![]() |
3. nîqaşên wala ne. yekî wek oldarek berê ez ji mêjiyê xwe dizanim. baweriya min a ji malbata xwe, mizgeftan, şêx û melleyan standî ji agahiyên zanyaran, û mamosteyên dibistanê pitir bû. her çibe jî min aliyê baweriya xwe digirt. ji ber ku navê wê bawerî ye. |
|
02.05.2020 22:44 |
de facto hozan
![]() |
4. tiştekî beredayî ye, tirşik.net ne mizgefte, ne camîye, ne cihê propagandaya olî ye, kesek li vêderê ne hewceyî van gotin û şiretane, bi tenê em hemû ji bo çand û zimanê xwe yê delal hatine ba hev, ez çiqas van niqaşên olî dibînim li vêdera, ez aciz dibim. ku dilê min hebe ji xeberdanên olî re, bi hezaran cih henin ez dikarim herim wan dera, bi hezaran malper henin, lê li ser tirşikê gere ji kurd û kurdewarî pêva tiştekî din nebe sedema niqaşê. |
|
02.05.2020 23:05 |
afa
![]() |
5. Ew niqaşin ku heke bi zanebûn û bi nermî bêne kirin heye ku tiştekî têxin serê hev. Ji bo fikirandina kesên fêmkor ji dêlava hevokên hişk, hevokên pirsyarî dê çêtir be. Heye ku bi saya van pirsên di cih de hinekî ser û mêjiyê xwe bixebitînin û li sedema hin tiştan bifikirin. Ew tiştên ku bê jêpirsîn pejirandine heye ku hinekî lêbikolin û serwextî hin xalên girîng bibin. |
|
02.05.2020 23:34 |
tîrêj zana 21
![]() |
6. Niqaşên ji xeyidandin û dilhiştinê pê ve bi kêrî tiştekî nayên. Hûn çi bêjin jî fêde nake, Kesê bawermend dê hêrs bibe û hew. Ma we got qey dê bibe xwedênenas? Bawerîya herkesî ji wî ra ye. Lê wexta li ser navê bawerîyekê neheqîyek li te hat kirin wê çaxê tu mafdar î û em ê jî piştgirîya te bikin birayê min. |
|
03.05.2020 04:03 |
xabûrî
![]() |
7. Her tim dûv datikin hev ê. Rastî bibêjim baweriya min a xrîstiyanî jî ya misilmantîyê jî heye. Gava dikevim di nav misilmana - cemaatê - her tim behsa xirîstiyana dikin, dibêjin ola xwe guhertin e Încîlê guhertin e rastî tu tiştê jî nizanin tenê bi wan re wisa hatiye gotin - filan bêvan. Dema dikevim di nav cemaata xirîstiyana vê carê jî dûv datikin misilmana. Nizanim xeberdana pişt mirovekî pişt olekê dilê mirova şah dike? Ma nizanin rasteqîn dilê mirovan de ye? |
|
20.06.2020 22:11 ~2020.06.30 14:13 |
yûsiv
![]() |
![]() |
pirtûkên ku nivîskarên tirşikê vêga dixwînin [1] |
![]() |
cejna vejînê [1] |
![]() |
kolaya zer [1] |
![]() |
roja mamosteyan [1] |
![]() |
gulêê [1] |