Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 35 peyam
nîqaşên olî - tirşik
nîqaşên olî

Navê mijarê ya ewil ev bû:nîgaşên olî
(18) (3) (1)
di mijarê de bigere

1. Nîgaşên ku herkes bi fikrê xwe derdikeve qada şer. bi rastî jî wek şere,lê bi axafitinê an jî car caran bi pênûsa(tişta rast van roja bi klavya ye) tê kirin.
Û di dawîya nîgaşê jî tiştek nakevê destî keskekî din jî .


Ez bi xwe gelek caran ketime nav van nîgaşa û tiştek jî ne ketiye destê min.
herkes bi ramanên xwe bawerîyên xwe diparêze.
Dema salên min yên pêşî di zaningehê de, li wargehê gelek caran em û hevalên xwe diketin nav van meselan de, mixabin hevaltîya me bi van tişta xera dibû.


Hevalekî min batmanî hemû, di dawîya nîgaşê de gote me, hûn kafirin, hûn erîşî olê me dikin, hûn henekên xwe pê dikin.Min xwe jê nexeyîda, niha em hêjî hevalê hevin.
Û tişta rastî nıha ew bi xwe henekên xwe bi ola tîne *

Welhasil ez dûvdirêj nekim, ji bo tiştên beredayî hevaltîya xwe xera nekin ne hewceye, bila herkes bawerîya xwe bi çi bêne bila bêne.
Serê xwe pê neêşênin.

edît:Eynî di wê salê de, youtuberekî tirk hebû, sixif dikirin xwedê û pexember, min jîî digot ka kesek nînê vî bikûjê jsjsjs, çi ji min re dqn.
Ma vê Xwedê û pexember bi van gotinan piçûk be.(Bawerîya min ji Xwedê heye, bela xwe li min nedin, ez bersiva we nadim,bi piranî kesên olperest *)



02.05.2020 15:44 ~15:51 | merwano

2. niqaşên ku bi piranî ji ber acizî û êriş û cirnexweşiya ê/a olperest dixetime û dibe sedeme şer û xeyidandinê.

mirovê olperest be, ji xwe re dogma û mîtan çêkiriye an jî qebûl kiriye. nirxên wan ên pîroz hene, deme tu wan red bikî, aciz dibin.
mesela tu behsa qaîdeyekî a ola wan bikî û bêjî tewşomewşo ye, derî aqil e; wê dîn bibin belkî li we jî bixin.

divê mirov bizane bi wan re biaxive. ên gelek tund û hişk hene, tu ji wan re rasterast behsa fikrên xwe bikî, ew ê bêje qetlê te helal e * divê hêdî hêdî, gav bi gav bên kedî kirin..



02.05.2020 15:58 ~17:45 | brusk56

3. nîqaşên wala ne. yekî wek oldarek berê ez ji mêjiyê xwe dizanim. baweriya min a ji malbata xwe, mizgeftan, şêx û melleyan standî ji agahiyên zanyaran, û mamosteyên dibistanê pitir bû. her çibe jî min aliyê baweriya xwe digirt. ji ber ku navê wê bawerî ye.

dema halê xwe yê berê difikirim, hinek xemgîn dibim, hinek li xwe dikenim... dilê me yê saf tiştên ecêb xistin tê de bi navê baweriyê. ya tiştek din jî min zanî; ez bi mêjiyê xwe yê berê re nakevim çi nîqaşan, ji ber ku dinyaya wî ol û baweriya wî ye.



02.05.2020 22:44 | de facto hozan

4. tiştekî beredayî ye, tirşik.net ne mizgefte, ne camîye, ne cihê propagandaya olî ye, kesek li vêderê ne hewceyî van gotin û şiretane, bi tenê em hemû ji bo çand û zimanê xwe yê delal hatine ba hev, ez çiqas van niqaşên olî dibînim li vêdera, ez aciz dibim. ku dilê min hebe ji xeberdanên olî re, bi hezaran cih henin ez dikarim herim wan dera, bi hezaran malper henin, lê li ser tirşikê gere ji kurd û kurdewarî pêva tiştekî din nebe sedema niqaşê.



02.05.2020 23:05 | afa

5. Ew niqaşin ku heke bi zanebûn û bi nermî bêne kirin heye ku tiştekî têxin serê hev. Ji bo fikirandina kesên fêmkor ji dêlava hevokên hişk, hevokên pirsyarî dê çêtir be. Heye ku bi saya van pirsên di cih de hinekî ser û mêjiyê xwe bixebitînin û li sedema hin tiştan bifikirin. Ew tiştên ku bê jêpirsîn pejirandine heye ku hinekî lêbikolin û serwextî hin xalên girîng bibin.

Her kesek şêwaza wî ya fêm kirin û rave kirinê ji hev cûda ye. Her peyv û bêje bo her kesî nayê heman wateyê. Her peyv di mêjiya mirov de digel serpêhatiya xwe cih digre. Weke mînak dema "tirşik" tê gotin herkes tiştên cûda dihizire. Dîmenên ciyawaz têne heşê mirov. Yanê hinek tirşika beroşê, hinek tirşik.net, hinek tirşika kartola, hinek tirşika ku bi zarokatî de xwariye, hinek tirşika li daweta xwarie û filan û bêvan tê heşê wan. Ev tişt ji bo têgînên olî jî derbasdar e. Yanê dema peyamber, xwuda, milyaket, şeytên û hwd. Tê gotin di serê her kesî de heman dîmen pêk nayê.

Wer hasil divê di gengeşayn de mirov tenê bi yek alî û fêmkorî naxive. Mirov yê pêşberî xwe baş guhdar bike ku baş têbigihêje bê ka çi dibêje û karibe li gor hizrên wî bersivê bidê. Lê mixabin ev çand û edeta guhdar kirinê li ba me kurda tune ye. Fikreke awha heye ku dengê kî pir derê an kî pir baxive, mafdar e. Heya carna yê dengê xwe zêde bilind bike û ji aliyê çend kesan jî were çepik kirin ew mafdar tê dîtin. Lê li welatê pêşdeçûyî bilind kirina deng û bang kirin eyb e, şerm e, fedî ye, hetk e.



02.05.2020 23:34 | tîrêj zana 21

6. Niqaşên ji xeyidandin û dilhiştinê pê ve bi kêrî tiştekî nayên. Hûn çi bêjin jî fêde nake, Kesê bawermend dê hêrs bibe û hew. Ma we got qey dê bibe xwedênenas? Bawerîya herkesî ji wî ra ye. Lê wexta li ser navê bawerîyekê neheqîyek li te hat kirin wê çaxê tu mafdar î û em ê jî piştgirîya te bikin birayê min.



03.05.2020 04:03 | xabûrî

7. Her tim dûv datikin hev ê. Rastî bibêjim baweriya min a xrîstiyanî jî ya misilmantîyê jî heye. Gava dikevim di nav misilmana - cemaatê - her tim behsa xirîstiyana dikin, dibêjin ola xwe guhertin e Încîlê guhertin e rastî tu tiştê jî nizanin tenê bi wan re wisa hatiye gotin - filan bêvan. Dema dikevim di nav cemaata xirîstiyana vê carê jî dûv datikin misilmana. Nizanim xeberdana pişt mirovekî pişt olekê dilê mirova şah dike? Ma nizanin rasteqîn dilê mirovan de ye?

Ma mirov ji bo ola xwe bilind bike divê olekê din bixe bin erdê. Bi dûv avêtine tu kes nikare pesnê xwe û pesnê tu tiştê bide. Rastî piştî cihekî mirov pirr aciz dibe û ji wan mirovan sar dibe. Tenê xirabî ye ne tu tişt.



20.06.2020 22:11 ~2020.06.30 14:13 | yûsiv

dengdanên dawîn (yên din..)
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
belki ev jî bala te bikişînin
» nîqaşên pîr û kalan
» olîmpîyatên zivistanî ya soçî

Kategoriyên mijarê:: jiyan tekili jiyan tekili jiyan tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî