Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    21 mijar û 33 peyam
    devê xelkê ne doxîna diya min e ku girê bidim - tirşik
    devê xelkê ne doxîna diya min e ku girê bidim
    (7) (6) (7)
    di mijarê de bigere

    1. yek ji gotinên pêşiyan e.

    Yanî tu çi jî bikî xelkê xerîb wê der heqê te de xeber bide û tu nikarî berî lê bigirî. hertim wê fesadî, xeyb û kurtepist hebin.



    2020.05.03-00:31 | xelîl

    2. gotinek wisaye ku min ji nû bihîst. min di der dorê xwe de tu kes nedîtiye ku diya xwe gotinek wisa de bikar bîne. nizanim gotina kîjan herêmê ye.



    2020.05.03-01:05 | de facto hozan

    3. (bnr: devê xelqê ne doxîne ku girê bidim)
    li devera me wisa tê gotin ,
    gelo kê doxîna diya xwe girtî ye?



    2020.05.03-01:17 | shwinsherm

    4. çiqas gotinek ecêbe, çawa meriv doxîna diya xwe digre, şerme, fedî ye wi.
    wek ku nivîskar li jor nivisandiye (bnr: devê xelqê ne doxîne ku girê bidim)



    2020.05.03-02:01 | afa

    5. Li vir ev hevok baş nehatiye fêhmkirin û loma dibêjin çi eleqa. Xelk bi wateya kesê herî dûrê meriv û dayîk jî yê herî nêzîkî meriv e. yanî dibêje xelk ne wek malbata min e ku ez pê midaxale bikim û wan nas bikim û têra hêza min nake bigîhêjim yeko yeko û ji wan hesab bipirsim.



    2020.05.03-02:09 | umed

    6. Li gorî min jî gotineke ne di cih da ye. Her çiqas wate cuda be jî mirov ji bo wê wateyê vê gotinê bikarnehîne dê baştir be. Bikî nekî berê wateya yekem tê bîra mirovan.



    2020.05.03-03:51 | xabûrî

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    zadegan [1]
    (bnr: arîstokrat) (bnr: esîl) Di dîroka kurdan de qîza began, keça a...
    ez jî kurd im lê belê [1]
    Destpêka axaftina kêmaqil, nêmcet, bêmejî û bêfeydeyan e.Teqez...
    nêmcet [2]
    Peyveke dimilkî ye. Piranî Ji bo însanên netemam û seqetan re tê bikar...
    ezxeyic [1]
    Ji xatirxwestina hez nakim. Bi eşkerekirina bêhêviyên xwe hêviyên min ...
    ezxeyic [2]
    nivîskara ku dev ji hemû karên xwe yên li ser înternetê berdaye. min ç...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » deverên turîstîk yên kurdistanê
    » xelke dondurma
    » dîyalog
    » minê ha
    » girêfotik

    Kategoriyên mijarê:: zimangotinepesiyan zimangotinepesiyan zimangotinepesiyan kurdukurdi
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî