Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 68 peyam
duolingo kurdi - tirşik
duolingo kurdi
(8) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Li twitterê jibo pêk anîna vê xeyalê min hesabekî vekir: @duolingokurdî
Duolingo platformekê ku xwe dinasîne wek yekê ku zimanên di bin talûkeyê de jî fêr dike ye, di serî de Navajoyî û Hawayî. Û bi rastî jî di fêr kirina zimanan de sepaneke gelek serkeftî ye. Lewra divê ev yek jibo Kurdiya Kurmancî jî pêk were. Ku civaka Duolingoyê ya mezin û tim dilxwaza fêrbûna zimanên nû were berçav kirin, dîtina zimanê Kurdî ya li wir dibû mihteşem. Jibo pêkanîna vê yekê pêwist e em peyda kirina fêrxwazên ya kêmtirîn bi hezaran jî garantî bikin. Eger hewldaneke wisa çê bibe dîsa pêwist e em garantiya peyda kirina profesyonelên jêhatî jibo pêk anîna vê yekê jî bikin. Di vê hesabê de ez ê hewl bidim ku nîşan bidim em dikarin dengê xwe çawa bilind bikin jibo pêk anîna vê xewnê di forûmên Duolingoyê de û agahdar bikim ji prosedûra serlêdanê jibo ew ên ku dixwazin bibin xwebexş.



03.05.2020 07:21 ~07:22 | roverandom

2. duolingo ji ber kampanyayan tu ziman tênexistiye nav lîsteya xwe lê min li hin cihan xwendin ku pirbûna daxwazan/ şîroveyan jî li ser hêrana "qebûlkirinê" bandor dike. lê divê ev daxwaz her dem bêne, ne ku kampanyayek li twitterê hat li darxistin û sê rojan çûn û hatin li wê derê şîroveyan zêde kirin. Ev xweş e. feqet 362 rojên din ên mayî ew rûpel bêdeng bimîne, xêra vê tuneye. Mixabin. hûn li duolingoyê binêrin, her sal yek du heb derdikevin, tije dikin, û winda dibin. domdarî divê.

Her wiha heke ji we bê rabin çend tiştan li van deran binivîsînin. ji bo kurdî ya herî xirab jî çêtir e:

îngilîzî Here lînkê
îngilîzî Here lînkê



03.05.2020 11:36 ~11:45 | biruya hayao miyazaki

3. Xwedîderketina li vê kampanyayê girîng e, li foruma esas a Kurmancî ya Duolingoyê di hefteyekî de em gihîştin nêzikî sê sed şîroveyan: Here lînkê
Û hesaba me ya twitterê jî dihere ber bi hezarekê ve: Here lînkê
Em jibo piştgiriyên hesaba twitterê ya tirşikê jî spasdar in.
Jibo agahiya zêdetir bimînin li pey şopa hesaba twitterê: @duolingokurdi



10.05.2020 19:06 | roverandom

4. pêşnûmayê mezin e.

(bnr: înisiyatîva duolingo kurdî)

Lo kurdo bik xebat !



10.05.2020 20:20 | fîriko lao

5. daxwaza vekirina qursa kurdî ye li duolingoyê de. her roj dikevim foruma kurdish(kurmanci) de û şîroveyan dikim, daxwaza qursê dikim.
hêvîdarim vekin wê qursê.



10.05.2020 20:48 | de facto hozan

6. Ew dikare ji her xebatek zimanî ya ku di deh salên dawîn de ji hêla kurdan ve hatine kirin, bêtir têkeve aliyekî. Sîroveyên li ser forûmê zêde bûn, proje balê dikişîne. bêtir şîrove hewce dike. Heke em bi zorê bikin, dê ev projeya mezin îsal temam bibe. piştgirî daynin!
înisiyatîva duolingo kurdî/124919



22.08.2020 00:58 | fîriko lao

7. Her ku dibînim ev stran tê bîra min. *
Ding dingo banî sero
Duolingo duolingoo




06.12.2020 15:11 ~15:12 | xwelî li ser

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» duolingo
» kurdiya kumandayê

Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî