Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
hemê hacî - tirşik
hemê hacî
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. stranbêjeke wanî ye ku meraq dikim gelo jidil hacî ye an na.

straneke wî yê bi navê berxê çavreş heye û pir xweş e.





05.01.2014 11:16 | oxir

2. strane wî ya kewê bi nav û dengê .





06.01.2014 17:34 | newenda

3. (bnr: çiyayê bagokê)



06.01.2014 18:18 | endazer

4. performansek wî dI star tv.DE

de http://youtu.be/29vltpR7IRU



21.10.2014 02:13 | seydayê_peyvan

5. Hemê Hecî ; ew stranbêjê ku di Newroza 2015yan de li Enqere , Newroza hêzên ewlehiyê yên derdora qadê pîroz kir , le qe behsa Pêşmerge nekir, e.



10.06.2015 18:25 | medê

6. nêşîyayo xo kompleksa bindestîya ra bişo.



11.06.2015 11:28 | teberkerde

7. Strana gula min wekî ku ez dizanim hunermend birêz hemê hecî digot, wek bi navê şehîd tahti ji layê qesîdevanî tirk omer karaoxlu ve hatiye dizîn. Awaza stranê ji sedî sed eynen û ligel guhêrtinê mijar û bêjeyên stranê jî hatiye dizîn. Ji xwedê natirsin lawo, him dizî dikin him jî bi ser de qesîde dibêjin.
Hemê hecî gula min;



Ê dî;




Şerm e, eybekî mezin e bi xwedê.



28.08.2017 03:15 ~03:20 | rûbar

8. hacî nîn e hecî ye



28.08.2017 12:06 | çarçoveya bextewariyê

9. hemê hecî, li navçeyeke wanê li bêgirê ji dayîk bûyê
li zaningeha van yüzüncü yıl, mamostatiya polê xwendiye.

ji aliyê mûzîke de di bin bandora dengbêj reşo û şakiro de ma ye.

albûmên wî;
1-STRANÊ HEKİMO SERHEDÊ (1996)
2-BARGİRİ (1998 )
3-AYDIL (1999 )
4-MEŞA AZADİYÊ (2001 )
5-HUNER (2005 )
6-DEWRÊ (2009 )
7-CAN
8-Azadî

strana wî ya ewil ku min lê guhdar kiribû;




04.05.2020 19:52 | merwano

10. divê sernivîsk bibe "hemê hacî"
ew navê xwe hemê hacî dinivîse, lê nizanim çima, her kes wî wek hemê hecî dizane.
dengbêjekî hêja ye, gelek stranan xwendiye, lê ez bi piranî ji ya lawikê metînî hez dikim
keremkin




04.05.2020 23:56 | afa

11. Di stranek xwe de dibê
'axîn dikir di naliya ax welatê min' .......



05.05.2020 03:45 | sarya

12. Stranbêjekî xwedî dengek gelek zîz e. Ji Bêgiriya Wanê ye. Çîroka xemgîn bûna dengê wî heye.
Nêzî 30-35 sal berî niha dema zanîngehê xilas dike tê gundekî navçeya ebexê mamostetî dike. Li wî gundî çav berdaye keçikekî, navê keçikê gulê ye. Bi evîndarîyekî kûr jê hez dike û dixwaze bi wê ra bizewice lê çi bike jî keçikê nadin wî. Ev evîn jê ra dibe sirûş û hest. Hin stranê ku bixwe nivîsî û hinek stranê gelêrî bi vî dengê xwe yî xemgîn dibêje. Stranê xwe da ji bo hezkiriya xwe bernavkê leyla bikar aniye. Çend mînak:
Mirim:




bejna zirav dihejîne
Dilê xortan dişewitîne
Ez mam li vê xerîbiyê
Çavê min kesî nabîne

Mirim mirim dayê mirim
Mirim mirim bavo mirim
Çavê reş û belek birin
Çavê reş û belek birin

Ez ê herim ji vê xerîbiyê
Mirim ji destê bêwariyê
Bîra dayîk û bavo dikim
Ez ê herim ji vê xerîbiyê

Leyla:




Bejna zirav bilind e çavê belek çi rind e
Dev û lêvê şekirê min re bû xem û derd e
Leyla leyla layla leyla
Leyla leyla

Ez xort im ez tenê me
Gul û darê eşqê me
Natirsim bav û birê te
ne ez Hemê Hacî me
Leyla leyla layla leyla
Leyla leyla

Sazbend im ez bêwar im
bi şev bi roj dinalim
Ber hisn û cemala te
pir digirîm dîn û jar im

Leyla leyla layla leyla
Leyla Leyla

Dîlbera min:





Sibê zû ye dîlbera min çû ser kanîyê
Şe kiribû porê şil berda ser enîyê
Dîlbera min ji xwe ra dikir gilî û gazincê
Xazginî li mal rûniştin man li hêvîyê

Wellehî nabe billeh qet nabe
Ez çiqas dixazim dil qayîl nabe
Wellehî nabe billeh qet nabe
Ez çiqas hiz dikim dil qayîl nabe

Hunê rabin gazî muftî û mela kin
Keça ciwan ji mêrê kûtî ra nabe
Hunê rabin gazî muftî û mela kin
Keça rindik ji mêrê xirab ra nabe

Sibe zû ye dîlbera min ji xwe ra dimile
Serê xwe şûştibû gulîyê wê şil e
Dane mêrê kûtî/xirab dilê wê bi kul e
Dîlbera min digirî dergûş di mil e

Leyla yar:




min go heftê tê go heştê Quling firîyan xwe dan deştê Leyla yar
Min xwestibû bavê neda ji cîgeram xwîna reş tê Leyla yar
Leyla Leyla tu Leyla min î tu delaliya dilê min î Leyla yar
Dinya alem tev dizane tu bermaliya mala min î Leyla yar

Min dît Leyla wê jêrda tê bazinê zendê çiqas lê tê Leyla yar
Ez bûm aşiq bav zulim kir jî cîgeram xwîna reş tê Leyla yar
Leyla Leyla tu Leyla min î tu delaliya dilê min î Leyla yar
Dinya alem tev dizane tu bermaliya mala min î Leyla yar

Lê Hemê hacî, ji van stranan gelek zêdetir e. Xeynî van stranan gelek stranên gelêrî, dengbêjî, yên ku bixwe nivîsî, yê welatparêzî û stranên wî yê civakî jî hene. Tenê albûma da 82 stranên wî heye. Xebatên wî yê herî girîng gorî min stranê gelêrî ne. Wek; kanîlkê, laçî, nêrgîz, serê malan, porê delala min sor e, ji êvarda, xanûman, çît lê lê... Hwd.
Stranên welatperest; meşa azadiyê, berxê Çavreş, dê lêxin... hwd. Jî gorî wî zemanî girîng e (gorî min)
Berxê çavreş:



De lêxin:




17.07.2023 22:30 ~22:50 | pêşewa

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» hemê bavê zêdo
» hacî qadirê koyî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî