Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 51 peyam
suhbeta hewşê - tirşik
suhbeta hewşê
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bernameya ku pêşkêşkeriya wê ji aliyê mehmî mutlu tê kirin.
Li ser rûdaw tv tê weşandin.

di van rojên karantînaye de gelek kesên hêja dibine mêvanê vê bernameyê.



04.05.2020 20:15 | merwano

2. Suhbeta ku anha dikim e. Li hewşê li binê dara, li ber şewqa lempê, bi malbata xwe re, vexwarina çay û suhbet e. Heke derdor hebikekî hênîk be jî ji kêfa wê re gotin tune. Heçiyê kiribin dizanin xweşiya wê. Lê di van rojên karantînayê de kirina wê hinek xeterî ye. Ji ber heye ku hûn bên ceza kirin.



04.05.2020 20:42 ~20:45 | tîrêj zana 21

3. Bingeha fesadiyê ye, hewş mexelê kurda ye gihayê wê çiqasî tahl be suhbeta wê jî wî qasî şêrîn e



04.05.2020 21:39 | paşopêş

4. suhbeta li hewşê bernameyek tv ya rûdawê ye. Bi pêşkêşvaniya mehdî mutlu tê ser ekranê.

Du roj berê mêvanê hewşê keko roşan lezgîn bû. Piranî li ser kurdiya zazakî diaxiviyan. Di sohbetê de gotinek roşan lezgîn ser mejîyê min olan da * digot em nivîskarên kurdên zaza kurmancî jî dizanin kurdên zaza têkoşîna kurd û kurdayetî de her dem û gav cîh girtine, ne tenê bakûr heta başûrê kurdistan. Îro trt Kurdî bi sê diyalektên Kurdî (kurmancî, zazakî, soranî) weşanên xwe amade dikin. Lê çima îro tv ya rûdaw nîv saetek jî bibe cîh nade zazakî?

Di rastî de jî mijarek grîng e û lazim e bê şîrovekirin.



15.05.2020 04:26 | kajav

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» suhbeta hewşê

Kategoriyên mijarê:: tvradyobername tvradyobername tvradyobername kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî