Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
ezxeyic - tirşik
ezxeyic
(13) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. Piştî 1 gulan 2020 kampanyaya danasîna tirşikê hatiye.
berî niha min li ser înstayê navê wê bihîsti bû.
Malpereke wê li ser zimanê kurdî hebû.
Aniha jî li ser youtube qenaleke xwe vekiriye.
Here lînkê

serkeftin !
Bi xêr hatiye *



04.05.2020 21:09 ~2020.07.30 01:32 | merwano

2. Tirşikvana nû ye. Hatina wê bixêr e. Her wiha hatina wê serkeftina danasîna yekê gulanê ye. Li ser înstagramê şopînerê wê bûm. Hêvî dikem konê xwe ji vir barneke û li vir daîm be. Dîsa bi xêr hatiye.



04.05.2020 21:22 | tîrêj zana 21

3. Kurdekî youtuber e û dixwaze xwendin û nivîsîna xwe pêş bibe.Carnan li ser kanala xwe ya youtubê tiştên kurdî dixûne.
Bi ya min kesek zana ye û xwe bi her aliyê ve pêşte biriye.hînbûna wê ya bo zimanê kurdî gelek pîroz e.Heke kesek din bûya wê bigota ez ttrkim û dev ji ziman , çand û dîroka xwe berda lê wê wisa nekir , berevajî wî yekê dixwaze zimanê kurdî hîn bibe û zêdetir nîzkayî bi zimanê xwe û gelê xwe bike.
hêvîdar im , mayînde bibe û bi xêr hatiye.



04.05.2020 21:44 | brzn

4. Ez xeyic bûye endamê ferhenga tirşikê pîroz be dotmira kurdan



04.05.2020 21:45 | hakan bulut

5. Wek min çomez e herhal, ez rojekê bibim nivîskar ezê mafên wê/wî jî biparêzim, nizam ewê çi bike? ezê bişopînim. Bijî çomezîzm



04.05.2020 22:23 | paşopêş

6. kesa ku min iro li ser youtubeê vîdeoya wê yê bi navê pirtûkek û 4 belgesel dît.
Navê vîdeoyê bi Kurdî bû, gelek kêfa min hat.
Lê paşê min dît naverok bi Tirkî ye, min xelas jî nekir.
Xwezî bi Kurdiya xwe ya nû-hatiye-hînbûyî vîdeo çêkiriba.
Bi her awayî ji yên Tirkî xweştir dibûn.
Ez dizanim zêde nedihatin temaşekirin lê dîsa jî..



08.05.2020 12:29 | gulêê

7. Nivîskara nû ya tirşikê. Bi xêr hatiye.

Divê ji çewt nivîsandinê fedî neke û çi dixwaze binivîse da ku heta çewtî û kêmasiyên xwe yên rêziman û rastnivîsê xilas bike (bi rastî çewtiyên kesê xilas nabe*). Dema ku çêtir nivîsand bila vegere peyamên xwe yên kevin û wana sererast bike.



10.05.2020 19:20 | xelîl

9. ji ber bedewiya lînka te dê nikanim bilivim .

ka ji nuvde lînkê bar bik .

edît
lînk hatî ye serrast kirin .
wextê xwede rûlela min jî bi navê kurdish etimology hebû ..
her min digo ev peyv bi érebî ye dûjin û sixêf li min dihat kirin .
a dawî min rûpela xwe girt ewro ewro jî instagrama min tinne jixwe hewce jî tinne .

lê karê kesî ne ji youtuba merê ye brêz xecê.
guh nede wan cahil ,bîrnebir li hemû derê nin ..



04.08.2020 16:04 ~20:25 | shwinsherm

10. nivîskara ku dev ji hemû karên xwe yên li ser înternetê berdaye. min çav li qenala wê ya youtubeê gerandibû û min dişopand. bi qasê dizanim xwe nû hînî kurdî kiribû û xwe bi nasnameya kurdîtîyê germ dikir.
meseleyê nizanim lê hesaba xwe ya instagram û youtubê vala kiriye. dibêm qey dilê wê ji hinek kurdan maye. ev jî yek ji dersên kurdîtîyê ye; eger tirk carek li te bixin, wê kurd du caran lêxin.



04.08.2020 18:02 | simurg56

11. Ji xatirxwestina hez nakim. Bi eşkerekirina bêhêviyên xwe hêviyên min jî brîndar dikin.

Sedeme xatirxwestina wê ne diyar e. Ez jî wek simurg56 difikirim Dibe ku hinek kurdên qure dilê wê şikandibin. Gelek caran min ditiye çend ehmeq dev davêjin Kurdiyê wê ji ber ku kurdî baş nizane. Ez fêm nakim armanca wan kesan çiye? Tu dibê qey her der Kurdî tê axaftin tenê ev kes bi axaftina xwe zirar dide Kurdî bi Gotinên giran rexneyan Lê dibarînin. Şûna piştgirî û piştevanî, bi rexneyên nebaş hewes û daxwaza mirov dişkînin. Xêrê nebînin.

Nivîskara ku Dest pê youtuberî kiribû. Her kes nikare ev karî bike. Bi ya min gelek serkeftî bû. Bo wê dibêjim di vî rê da pêşî her tiştî lazim e mirov bêxem bibe. Di medyaya civakiyê de cûr bi cûr însan hene. Ger huh bide her gotinê nikare rêya xwe bibîne. Bila tenê bi zanebûna xwe bimeşe.



04.08.2020 18:42 ~18:44 | kajav

12. Nivîskareka tirşikê ye. Di heman demê de li gelek platformên tora civakî jî çalak bû. Lê van roja hemû hesabên xwe betal kiriye û xatir ji şopîner û dostên xwe xwestiye. Lê dibêm qey hêj twittera wê çalak e. Li instagram û twitterê min wê dişopand. Lê bêyî ku sedema wê aşkera bike xwe ji qada tekoşîn û berxwedana sîber vekişandiye. Bi qasî ku min ji parveyên wê yê twitterê yên berê fêm kir dibe ku ji ber kesên wê tacîz dikin girtibe. Lewra di tweeteka xwe de gotibû kesek bi peyaman min tacîz dike û cihê mala min jî dizane. Her ku ez navê hesabê xwe diguherînim û wî asteng dikim jî dîsa bi rêya hesabên fake tê û min dibîne. Paşê çend roj berê jî di tweeteka xwe de gotibû mirov naxwaze kesan li vê dewletê gilî bike. Lewra jî heşê xwe bi serê xwe din, min aciz nekin!

Heye ku têkiliya van buyera bi girtina hesabên wê hebin. Lê heke sedem ne ev be û jiber dilê wê ji hin kesa mabe, neheqiyê li xwe dike. Hewldana fêrbûna kurdî kiryareke pîroz e. Min hêvî heye ji bo mişkekî agir bernede kadînê.



04.08.2020 21:34 | tîrêj zana 21

13. Min jî hewla wê ya ji bo hînbûna ziman li ser tirsik , twitter , youtube dişopand.Gelek jîhatî ye û asta xwe aliyê xwendinê ve gelek bilind e.Ji ber ku nû zimanê kurdî hîn dibe , dibe ku devdorê wî bertek nîşanda bin û xwestibin kurdî û kurdbûnê berçavên wî reş bikin û bibêjin ku ev hewla te vala ye û hwd.
Lê ez vî yekê bêjim , ez ti car kesên ku tirkî binvîsin anku biaxivin naşopînim lê min bi rastî ew çirûsk li ser ezxeyîc dît.Ji ber ku heke kurdî baş fêr bibe wê gelek tiştê hînî me bike.
Divê ji kurdên me yên nezan (ku ji dayikê ziman hînbûne lê guh nadin ziman û kurdbûnê) û polîtîkaya kurdan ya şaş dûr bikeve.
Ev herdû pirsgirîk derdixin her tim.Ev herdu mirov ji kurdbûnê û çandekî dûr dixin.



04.08.2020 22:23 | brzn

14. Nivîskara me ya jîr û jêhatî vê heftiyê jî vîdeoyek parve kiriye:



Vîdeoya hefteya din ku li ser jiyana mestûre erdelan:




Xwezî car caran serî li tirşikê jî d'ba *



02.12.2020 20:51 ~20:54 | merwano

15. Tirşikvan û twetervana kurd e. Îro tweeteke wê di hesabek instagramê ya ku 41h şopînerên wî heye, hatiye parvekirin.

Here lînkê



29.12.2020 20:34 ~20:36 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» ezxeyic

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî