Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


41 mijar û 73 peyam
van zarokên mediyan hildan tola ariyan - tirşik
van zarokên mediyan hildan tola ariyan

Navê mijarê ya ewil ev bû:van zarokên medîyan hildan tola arîyan
(8) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Di straneka rojda şenses de derbas dibe.

Van zarokên Medîyan,
Hildan tola Arîyan.
Van zarokên Medîyan,
Hildan tola Arîyan.
Ala azadî hildan.
Xof ketin li Romîyan.
Ala azadî hildan.
Xof ketin li Romîyan.






Gotinên wê stranê rojda bixwe çêkiriye. Çi hûnermendek îlkel û nijadperest *
ez ji wê re peşniyar dikim bila here ji xwe re çend heb pîrtûkên serokatî bixwine.



05.05.2020 08:00 ~08:04 | cinorek

2. Dadwer cinorek xeber da û biryara xwe aşkere kir; îlkel û nijadperest.
Heyran bicehime wan biryara xwe hunermend a tirka ra bêje. Û biçe çend heb pirtûkên mirovahî bixwîne



05.05.2020 12:54 | lonw karda

3. (bnr: Îronî çi ye çawa tê kirin)



05.05.2020 13:24 | xelîl

4. nivîskar cînorek ji xwe re îronî kiriye lê nivîskar lown karda ji îroniya wî fêm nekiriye mixabin.

aniha henek jî genek jî li aliyekî em bikevin li dû rastiyê û em hem analîza vê stranê bikin û hem di ser vê stranê de analîza mûzîka sloganîk a kurdî bikin.

hercî gelen bindest in, ji ber bindestîya xwe ji gelek amûr û enstruman û derfetÊn ku bi saya dewletbûnê bi dest dikeve, bê par in. gelên bindest ji bo ku bigêjin miraza xwe; edebiyatê, hunerê, sînemayê, mûzîkê...wek amûra birêkxistinê bi kar tînin. di vê curê berhemên hunerî de girîngîya zengînî, rengîniya hunerê, bingeheke xurt a felsefeyê û geşedaneke lihevhatî û pêşketî ya modernîzmê tune ye. di vir de bi tenê armanç bidestxistina mirazan e.

pirrî cana hunermend ji xwe re cihaneke xeyalî ava dike û ew cîhana xwe ya xeyalî wek rastî û heqîqetekê pêşberî xelkê dike. pirrî caran jî di xeyal û fantazîyên xwe de rastîyê bermeqlub dike û miqabilî heqîqetê cihaneke derewîn saz dike.

aniha em ger krîtika vê stranê bikin emê bigêjin vê tespîtê:

van zarokên medîyan,
hildan tola arîyan.

di van gotinan de rastî û heqîqet bi çi qasî li hev tên. ji zarokên mediyan qesta wê kurd in, li gorî stranê kurd tola nijada arîyan hildane. bi rastî jî kurd tola arîyan hildane? (ji arî jî qesta wê kurd in lê belê di vê derê de jî şaşîyek heye, em ji bo farisan jî dikarin bêjin arî, hetta hitler digot arîtirîn netew alman in). nexwe kurd tola kurdan, farisan almanan, hîndûyan falan û bêvanan hildane? çawa hildane, kêngî hildane, ji kê hildane?

ala azadî hildan.
xof ketin li romîyan.


em giş pê dizanin qesta hunermena me rasterast pkk û şerê pkkyê ye.
aniha em li rastiyê binêrin pkk ala azadiyê hilda û xof kete li romîyan?
sembol û rîtuelên azadiyê hene, dema netewek azad dibe ji xwe re edetan çêdike, carinan li ser tradîsyonel disekine û mît û efsaneyên xwe yên kevnare vedijîne, carinan jî ji xwe re mît û efsaneyên nû diafirîne. mesela kawayê hesinkar; mît û efsaneyekî kurdan e, piştî şerê pkkyê ev efsane zêdetir li kurdistanê belav bû, ji vir pencî sal berê belkî bi tenê yên xwenda û zana meseleya kawayî dizanibû, lê aniha hama bêje ji heft saliyê heta heftê saliyê hemî kurd vê meseleyê dizanin û pê kawayê hesinkar serbilind dibin. hemî partî û dezgeh û komelayên kurdan vê mît û efsaneyê bi kar tînin.
hemî gel ji xwe re efsaneyan diafirînin. wek mînak efsaneya ergenekona tirkan.
efsane bîr û bawerî û netewperweriya milletan xurt dike, ango dînamoya liv û tevgera xwîna netewperestiyê ye. heta li vê derê tu problem nîn e.
lê em nikarin di van gotinan de rastî li efsaneyên kurdan jî bên. çimkî hunermend ji xwe re efsaneyeke nûjen afirandiye. em dizanin ku di mîtolojiya kurdan de ti rêç î şopa romîyan yanê tirkan tune ye, têkiliya kurd û tirkan piştî şerê melazgirtê xurt bûye. ji piştî wî şerî heya şerê sedsala bîst û yekemîn kurd ti car li dijî artêşa tirkan bi ser neketine, dibe ku carinan xisarê dane lê her carê ji wan zêdetir xisarê dîtine, îroj kurd di bakur de bindestê romîyan in û li vê xakê ala azadî ya romîyan li ba dibe.

bi kurt û kurmancî di nav gotinên vê stranê de ti şop û rêça heqîqetê tune ye.
pekî çima kurd stranên vî rengî li hev tînin?
wek min cara ewil gotibû, ji bo birêkxistina miltekî. hunermenên kurd stranên xwe yên sloganîk ji bo armancekê diafirînin; zindîkirina ruhê neteweyî û di wî warî de xurtkirina pkkyê.

ev îstatîstik bi çi qasî rast e nizanim lê ez dibêjim qey eger heta aniha sed hezar ciwanên kurd derketibin li serê çiyê belkî pêncî hezar ji wan ji ber tesîra stranên koma berxweda, şivan perwer, ciwan haco...hwd derketine çiyê. bi tenê bi strana helepçe ya şivan perwer bi hezeran kurd berê xwe dan çiyan.

hûnê bi çi qasî wek min nefikrin jî rastiyekê me heye, kurd ne xwenda ne, ji vir sî çil sal berê ji vê rojê xirabtir bû rewşa wan a xwendinê. yanî pkk cara ewil sempatîzanên xwe ne bi rêya xwendin û dazanînê tevlî şerî kir, kurd ji ber zext û zordariya dewletê eciz bûbû. ev cure stran hestên wan ên netewî xurt kirin û kurd bêtir bi saya 'hunerê' bûn şervan.

bila kes xwe eciz neke lê ev rastiya me ye.
di zimanê kurdî de di stranên sloganîk de du cure taktîk hebûn, yek jê wek strana jor, ya dî jî stranên demogojîk, di stranên demogojîk de jî di yên sloganîk de jî mînakên baş jî hene lê mixabin hebûna van stranan ji ber hesta netewî ne, ne ji ber xema huner û hunermendîyê ne.

lê îcar em werin li ser îroniya vê stranê: ev stran di salên notî de dê bi kêr bihata, lê bes gotinên stranê û plan, program û retorîka pkkyê bi hev nakin yanî li hev nayên. ez bawer im îronîya cînorek jî ev e. yanî ne serokê pkkyê, ne pkk ne jî partiya wan a legal piştevanên van gotinan nîn in.
tolhildan, ala azadî, têkbirina romiyan hwd êdî rastiya rêxistinê nin in.
divê rojda xanim dev ji popûlîzma erzan û bêhnketî berde û ji xwe re li ser esasa çareseriya demoratîk î xweseriya nizamçik stranan li hev bîne.



05.05.2020 15:00 ~15:07 | ferhenga şikestî

5. Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pir zoramin diçe. Ez wisa zan kirim ku peyama cinorek da tiştek wisa heye. Ez li vir leborîn dixwazim ji cinorek ê.
Nivîskar Ferhenga şikestî bi avayê xweş ji mera analîzek çekirîye. Erê wekî ferhenga şikestî jî dibêje divê em hemû realîst bibin û her tiştê bi çawên wisa bixwînin.



05.05.2020 15:15 | lonw karda

6. Gotinekî vala ye û tu para rastiyê di hundirê xwe de nahewîne. Berê kêfa min ji gotinên vî cûreyî re dihat , têsîrê didan ser min lê anha hew heyfa min tîne. Çimkî yek jî ne rast e. Ne serkeftin heye ne tolên hatiye hilanîn. Hew tiştên ji destê me çûne hene û nirxên em bi zorê di destê xwe de digrin.



05.05.2020 17:42 | biaqila malê

7. medîyan nîne, tiştek wusa tune
medyan e, ji medya tê, med, medya, medyan.

dear moderators, for your info jkx



06.05.2020 01:31 | afa

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» van hewayên xweş ez mehf kirim
» zarokên zemên
» tolaz

Kategoriyên mijarê:: nuce muzikstrn cihuwar nuce muzikstrn cihuwar nuce muzikstrn cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî