Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 43 peyam
biryara vekirina cîhên danûstandinê - tirşik
biryara vekirina cîhên danûstandinê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Biryarekî eqonomîk e. Tu bingeha wê ya zanistî tuneye. Di çarçoveya tedbîrên Covîd-19 ê hatibûn girtin. Piştî 11 ê Gulanê wê kûafor , berber û cîhên danûstandinê bi qaîdeya nîv qapasiteyê bişixulin wê bên vekirin. Dibe ku ev biryar belavbûna nexweşiyê zêdetir bike û nehêle em jê xelas bibin lê ji bo zikê hinekan zêdetir tije bibe ev divê.



06.05.2020 00:56 | biaqila malê

2. Biryara sitandina virûsê û dana can e. Dan-û-sitandin.



06.05.2020 01:07 | paşopêş

3. dilê wan heye zanîngeha jî vekin, yök'ê îro got piştî pazdê hezîranê hêdî hêdî û bi hindik xwendevanan hun dikarin vekin. hindik xwendevan wê çawa be gelo, ji hineka re emê bêjin hun neyên û ji yên din re jî emê bêjin hun werin. tiştekî tevlîhev û geremol wê çêbibe.



06.05.2020 01:17 | afa

4. Biryara girtina danûstandina ku ji ber vîrûsa koronayê li tirkiyê ku hatibû hildan , piştê bê kontrol kirina şewbayê dîsa tên vekirin.
Biryara ku dîsa hatiye pejirandin ku giyanê mirovan ji bo pergala dewletan ne girîng e.Çi bê kirin ji bo domandina vî pergalê ye.
Her kes bimire jî lê ev pergal wê dîsa jiyana dewletê bidomîne.
Bi kurtasî mebest domandina bazirganiyê ya bo hebûna dewletê ye.



06.05.2020 01:17 | brzn

dengdanên dawîn (yên din..)
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
belki ev jî bala te bikişînin
» biryara guherandina navê xwe
» vekirina mijaran a li gorî kar û beşa xwe
» cîhên herî xweş ji bo xwekuştinê

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî