Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
suhrewerdî - tirşik
suhrewerdî

Navê mijarê ya ewil ev bû:suhreverdî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. feylesofeke felsefeya îslamê ye. di heman demê de avakarê felsefeya îşraqê ye.

navê wî yê esil, şahabeddî yehya bîn habeş bîn emerîk ebû'l futûr e.Nûçikên wî şehîd, meqtûl, şeyhul îşraq in. di sala 1234an de li bakurê îranê li gundê suhreverdî ku bi ser zencanê de ye ji dayîk bûye. lê belê sala jidayîkbûna wî baş nayê zanîn jî li gorî çavkaniyên heyî diguhere.

mirina wî jî gelek balkêş e. suhreverdî gelek li amedê û kurdistanê maye tê gotin ku piraniya jiyana xwe li kurdistanê derbas kiriye. wê demê kurdistan û axake gelek berfireh di bin destê eyyubîyan de ye. wê demê selahaddîn eyyubî jî dijî. ji ber hin fikrê suhreverdî feqiyên wî bi sedema zindiqiyê ji ber ku fikir û nêrînên wî bi aqideya îslamê li hev nake tê gilî kirin. kurê selahaddîn eyyubî melîk zahir guh nade vê giliyê. piştî ku giliya wî bi selahaddîn eyyubî dikin, ew ferman derdixe û dişîne . melîk zahir her çi qas bê dilê xwe be jî vê fermanê pêk tîne û di sala 1208an suhreverdî tê kuştin.

suhreverdî pêşî di nav meşşaiyan de cih digire ji wan ders digire û hevalê wan e. piştî ku fikrên wî diguherin ji wan diqete û bi felsefeya xwe wan pir baş nenirxîne. li gorî wî ku rêvebireke feylesof derkeve - di bin bandora platon de maye - divê ji aliyê felsefeyê him felsefeya spekulatîf him jî felsefeya sehekî/ferasetî bi hev re bihebîne ku ev kes bikaribe bibe helîfeyê xwedê.

ji bo meşşaîtiyê dibêje ku tenê bi felsefeya spekulatîf ve eleqedar in. di pirtûka xwe ya navdar hîkmetu'l îşraq de gelek rê û dersên meşşaiyan qebûl nake, rexne dike û li gorî xwe pûç dike.

di bin bandora felsefeya yewnaniyan de pir maye, hin ji wan bi xwe jî nivîsiye ev; hermes, empedokles, platon, pîsagor, arîstoteles in.

herî pirtûka wî ya navdar ku felsefeya wî dihebîne hikmetu'l îşraq e. ev pirtûk ji du beşên sereke pêk tê. di beşa ewil de behsa mantiq û berawirdinkirin û delîl û rêbazan dike û di ber de felsefeya meşşaîtîyê dinirxîne, rexne li îbn-i sîna dike. esil felsefeya xwe di beşa duyem de nivîsiye. dibêje ku bingeha felsefeya behsî/spekulatîf ronahî ye. hebûn û qeqîqetê li ser ronahiyê dinirxîne.

di berhem û felsefaya wî de diyar e ku gelek di bin bandora felsefeya zerdeşt û rêûresmên zerdeştî de jî maye.



berhemên wî yên ku bêhtir li ser felsefeya xwe nivîsiye ev in;

-hîkmetu'l îşraq
-el-elvah el îmadiyye
-el-mukavamat
-yezdanşinaht



06.05.2020 03:14 | roberz

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» suhrewerdî

Kategoriyên mijarê:: felsefe felsefe felsefe
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî