1. yek ji rêzefîlmên sitcom a herî navdar a cîhanê ye û çawa mijara wê li tirşikê venebûye şaş mam (rêzefîlmê min li tirşikê zêde kiriye* hayîn kostok*!). |
|
2020.05.06-22:55 |
xelîl
![]() |
2. rêzefîlmek efsane ye. tê de xwe dişibînim rebenê ross.* favoriya min jî phoebea delal e. hevaltiya wan pir xweş e. wekî di gelek fîlmên piştî salên 90î de populer bû, ev rêzefîlm jî li ser îdealîzma malbatê bilind dibe ya ku bi hilbijartina hevalên baş û qenc hatiye avakirin. |
|
2020.05.06-23:46 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
3. Min qet temaşe nekir û ez ê temaşe nekim. Ji ber ku gelek populer e. Tiştên populer hez nakim. Lê mirovan gelek hez dike û pêşniyar dike. |
|
2020.05.06-23:48 |
ezxeyic
![]() |
4. gelek pesnê vî filmî tê dan ji teref tirka mîna breaking bad .. |
|
2020.05.06-23:52 |
shwinsherm
![]() |
5. çend cara min hewl da ku ez temaşe bikim, min kir nekir nikaribûm biqedînim, hema ji min re sar û xav hat, hê jî wisa xuya dike. |
|
2020.05.07-01:13 |
afa
![]() |
6. van rojan ezê destpêbikim |
|
2020.05.07-04:07 |
rizgan
![]() |
7. Rêzefîlma ku min du sezonê wê ên ewilîn ancax sê mehan de qedand lê pişt re wek avê herikî. Mirov fahm nake çawa dest pê dike lê wexta min qedand hingî elimî bûm ketim nav valahiyekê. Carna hê jî bêriyê dikim. |
|
2020.05.07-18:23 |
biaqila malê
![]() |
8. min bi tenê ji bo (bnr: chandler bing) temaşe dikir. zanîngehê bûm, dem xweş bû. |
|
2020.05.07-21:11 |
doesntmatter
![]() |
9. Dema ku min dixwast îngîlîzîya xwe pês bixim Di nav çend rojan da hemûçkî xilas kiribû* |
|
2020.05.08-00:19 |
dilnaz
![]() |
10. Piştî temaşekirina vê rêzefîlmê, min fam kir ku ti rêzikên sitcomê yên din di vê ast û kalîteyê de ne. Dema ku sezona yekem a rêzefîlmê dest pê kir ez ji dayik nebûm. Min bi wî çavî sezona yekem temaşe kir. Min dît ku dinya çawa bû, dema ku ez neçûm mirov çi dikir * |
|
2020.09.09-21:40 |
tomcruise
![]() |
11. Rêzefîlmek gelekî pêkenok e. Mirov gava nû bidest dike beşên serî zû derbas nabin. Lê piştî yek lehengan nas dike çend beş derbas dibin mirov nêma dikare xwe jê bigrê. |
|
2020.11.04-15:38 ~15:42]|
demsal
![]() |
![]() |
peyvên ku kurd nikarin bêjin [1] |
![]() |
îtîrafên tirşikvanan [15] |
![]() |
pêşniyarên we bo 16 salîya we [2] |
![]() |
mehdî mêhvan e [1] |
![]() |
rojnivîska tirşikvanan [1] |