Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    12 mijar û 16 peyam
    celadet alî bedirxan - tirşik
    celadet alî bedirxan

    Navê mijarê ya ewil ev bû:celadet elî bedirxan
    (21) (0) (33)
    di mijarê de bigere

    1. nivîskar,zimanzan, sîyasetmedar, rewşenbîrê kurd û xizmetkarê zimanê kurdî ye . neviyê mîrê cizira botan bedîrxan e. celadet bedirxan ji bo zimanê kurdî alfebeyeke bi tîpên latînî amade kiriye û ev alfabe niha ji aliyê kurmancîaxêvan ve tê karanîn. weşangerî û nivîskariya kovarên hawar û ronahiyê kiriye. yekemin serokê rêxistina xoybûnê ye. di jiyana xwe de gelek zehmet û azar kişandiye û mirana wî jî bi awayekî dilsotîner bûye. celadet wisa dibêje; heta mirov xwe nas dike, emrê xwe xilas dike...



    2013.06.06-07:06 | parezer

    2. Gotinek wi zatê mezin heye kû di bêje "Zimanên biyanî çek û kincen me ne, Lê zimanê Kurdî laş û çermê me ye".

    Mîr Celadet li 15'ê Tîrmeha sala 1951ê lî Şamê jiyana xwe ji dest da.



    (bnr: celadet elî bedîrxan)



    2013.07.06-13:35 | stajyer kurd

    3. ji bo zimanê kurdî kesê ku gava herî mezin avêtîye, ye.

    ku xebata wî ya rêzimana kurdî ya ku bi roger lescot re çêkiribû tune bûya, belkî wê ne zimaneke strandart hebûya ku em kurd ji hev û din bi nivîsandinê fêhm bikin, û ne jî wê tirsik.net hebûya, ev qas jî mezin diaxivim.



    2013.07.06-13:47 | simurg56

    4. (bnr: mîrê kurmanciya standart)



    2013.07.06-15:58 | endazer

    5. piştî ku bavpîrê wî mîr bedirxan ji bo azadiya Kurdistanê serhildanê derdixe û têk diçe sirgunî girava Gîrîtê dibê. Neviyê mîr bedirxan celadet bedirxan li stenbolê hate dinê. nezikî temamiya jiyana wî keder û xizaniyê derbas bû. Lê her dem ji bo azadi û serfiraziya Kurdistanê xebitî. Rihê wî şad bê.



    2013.07.06-16:53 | fuad hemedxan

    6. di sala 1893 li sitanbolê ji dayîk buye. Celadet Elî Bedîrxan dibê:



    'Dotmam welê ye, heta mirov xwe nas dikit mirov emrê xwe xelas dikit.



    Ez pîr bûme. Di derxika canê min de çil Buhar bişkivîne.

    Qurma bedena min çil Zivistan dîtine.

    Bi sedan ba û bahosan ew hejandine,

    bê hejmar berf û baran tê re çûne.



    Herwekî dibêjin ciwanî bizaniya pîrî bikariya.'





    2013.07.06-18:50 | gulê

    7. mirovê ku navê wî min li lawê xwe kiriye.Tu nemiriyî, tu di navan de tên jiyîn,tu di dilên kurdan de hê dijî , dê bijî jî.



    2013.07.06-20:59 | fizikzan

    8. mêrxas û şêrgeleyê ku berê çend hefteyan hevalekî min jî navê wî li kurê xwe yê nû Xwudêdayî kiriye..



    2013.07.06-23:18 | endazer

    9. di nivîseka xwe ya bi navê ziman û zilamek ya di kovara hawarê de derheqê elimîna xwendin û nivîsandina kurdî de wiha dibêje: ''Piştî ko em Kurd jî wek miletên din bûne xwediyê elfabeke xweser, xwendin û nivîsandina zimanê me gelek hêsanî bûye. Tecrîbê şanî daye ko li gora jîriya mirov kurd ji heftekê heta çar heftan de dikarin hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin.''



    2013.07.15-23:30 | endazer

    10. kurdperwerê bêhempa, pêşeng û bavê elîfbeya latînî û xwediyê gelek kovar û rojnameyên kurmancî ku îro roja salvegera wefata wî ye..



    Mîr Celadet Alî Bedirxan 120 sal berê di sala 1893-a da li Stenbolê hat dinê û di 15-ê tîrmeha(temûza) 1951-ê da li gundê Hêcanê -gundekî nêzî Şamê ye- di qezayeke trajîk da , di dema avdana erdê xwe da di bîrê wer bû û çû ser dilovaniya xwe...

    Gora wî nuha li Şamê, li Goristana Şêx Mewlana Xalidê Nexşbendî, li kêleka gorra bapîrê wî Mîr Bedirxan e….

    Bêguman kurd çuqasî pesnê Celadet Alî Bedirxan bidin û wî bi hurmet û mînetdarî bibîr bînin jî hindik e.

    Ji ber ku Celadet Bedirxan û piraniya ferdên malbata wî, di têkoşîna kurdan ya netewî da him roleke sereke lîstine û him jî ji miletê kurda gelek xebatên dîrokî û bêhemba kirine.

    Rojnama kurdî ya pêşî Kurdistan(1898-1902)ji alî ferdên vê malbetê va(Miqdat Mîdhat û Abdurrahman Bedirxan)ve hatiye derxistin. Elîfbeya kurdî ya latînî jî ji alî Celdet Bedirxan ve hatiye çêkirin. Kova û rojnameyên wek Hawar, Ronahî û Roja Nû ji alî wî birayê wî Kamuran ve hatin derxistin.

    Rojnameya Kurdistanê û elîfbey kurdî latînî di dîroka kurdan ya edebî da valayiyeke pir mezin dagirtin û loma jî di prosesa netewebûna kurdan jî roleke mezin lîstin.

    Kurd bûn xwedî rojname û elîbayeke tekûz.

    Çêkirina elîfbeya kurdî ya latînî ne karekî hêsan û tiştekî biçûk e, bi vê elîfbayê deriyekî mezin li ber edebiyat, ziman û kultura kurdî vebû.

    Bi saya rêziman û elîfbeya latînî ya Celadet Bedirxan, edebiyata kurdî bi pêş ket, kurd bûne xwedî rêziman, kovar û rojname û lehçeyên kurdî jî nêzî hev bûn.

    Rûniştina li ser sifreyeke hazir rehet e, lê ji sifirê destpêkirin û xuliqandina tiştan wisa ne rehet e, jê ra zanîneke kûr û jîrîtiyeke pir mezin lazim e.

    Celadet Bedirxan, di demeke dîrokê ya pir krîtîk û nazik da kêmasî û hewcedariya miletê kurd ya herî girîng dît û ji bo rakirina van kêmasiyan ket nava xebatê. Û ji sifirê ji gelê xwe ra berhemên bêhempa xuliqand, miletê xwe kir xwedî elîfba û rêziman...

    Xwedê kir ku Celadet Bedirxan, miletê kurd kir xwedî elîfbeya latînî û bi xêra hebûna vê elîfbayê rê li ber pêşketin û geşbûna ziman û edebiyata kurdî vekir.

    Heger Celadet Bedirxan ev elîba çênekiribûya û pê çend kovar û rojname dernexista, gelo nuha ewê halê kurdan çi bûye?

    Belkî kurd îro hîn jî ne xwediyê elîfbayeke latînî ya mişterek bûna û ji her serî hîn jî dengek derketa û îro çend elîfba li piyasî hebûna.

    Loma jî tiştê Celadet Bedirxan daye miletê xwe tiştekî pir mezin e, pir hêja ye, miletê kurd kiriye xwedî rêziman, elîfba û kultureke rojnamegeriyê.

    Heger ne yekî wek Celadet Bedirxan zana, întellektuel û dûrbîn bûya, ne mimkûn bû ku kurd wisa bi hêsanî bibûna xwedî elîfba û gramer û ferhenga kurdî.

    Heger elîfba latînî tunebûya ewl Hawar, Ronahî û Roja Nû jî tunebûna.

    Heger Hawar, Ronahî û Roja Nû tunebûna bi îhtîmaleke pir mezin ewê Cegerxwîn, Qedrîcan, Osman Sebrî û gelek berhemên din jî îro tunebûna.

    Ji ber ku nivîskar û şairên wê demê hemû jî netîce û berhemên xebata Celadet Bedirxan in.

    Bêyî hebûna elîfbeya Celadet Bedirxan, kitêbxaneya gelê kurd îro ewê gelkî feqîrtir bûya.

    Çend kes hene, di dîroka kurdan da rolên pir girîng lîstine, bi saya xebat û berhemên wan, miletê kurd bûye xwedî edebiyat, dîrok û zimanekî nivîskî. Celadet Bedirxan yek ji wan e…

    Mesela dema meriv ji dîrok û edebiyata kurdan berhemên Elî Herîrî, Melayê Cizîrî, Melayê Bateyî, Ehmedê Xanî, Hecî Qadirê Koyî, Celadet Bedirxan, Cegerxwîn, Mîqdat Mîdhat û Abdurrahman Bedirxan derxe, ku hemû jî 7-8 kes in, gelo weke milet ewê çi yê kurdan bimîne?

    Bêguman tiştek zêde namîne…

    Ewê bibe weke dareke bêber, bê fêkî…

    Heger kurd îro xwedî edebiyat, dîrok, roman, çîrok, helbest, rojname, kovar, malper û gelek tiştên din in, hemû jî xêra Celadet Bederxan û çend kesên weke wî ne, bêyî xebat û berhemên van çend kesan nuha kurd di rewşeke gelkî xerabtir da bûn…

    Loma jî meriv çuqasî sipasî van camêran bike jî hindik e, bi xêra berhemên wan, em îro di nava miletên dinyayê da ne destvala û ne hustuxwar in….

    Mala Mîr Celadet Bedirxan û hemû gorbuhştên ku min navên wan li jor nitirandin ava be, ji bo ku wan em kirin xwedî klasîkên kurdî, Mewlûda Kurdî, rojnameya Kurdistan û elîfbeya kurdî...

    Li ser kevirê gorra Celadet Bedirxan, ev helbesta jêr ya heval û dostê wî hêja qedrîcan hatiye kolan:



    Mîrê Kurd

    Mîrê Kurd

    Lawê Kurdistan

    Newiyê Bedirxan

    Celadet

    Fedakar, xwediyê hîmmet

    Cendekê wî ku di vir de binax bû

    Giyana wî bilindî asîman bû

    Nemiriye, zindî ye

    Navê wî ebedî ye.



    2013.07.15-23:40 | endazer

    11. bi danîna hîmê rêzimana kurmancî de nehiştiye şerê birakujiyê derkeve



    2013.07.16-00:09 | rohat_rosî

    12. Ew mirov e ku neviyên wî her dem dê deyndarê wî bin.



    2013.07.16-00:56 | gulan

    13. tê gotin ku kalkê wî Bedîrxan bi kolekirina êzidiyan û talankirina warê wan gîhîştiye dewlemendiya xwe.



    2013.07.16-01:21 | sîsîfos

    14. Kovarén kurd heri namdar é bi nave Hawar u Ronahi derxıstiye..Elfaba kurda ku iro te karanin di kovara Hawarda hatiye nerîtandin..



    2013.07.16-10:12 | roj

    15. Xemrevîna terkeserên dinyayê;

    û li rohelatî

    dema ko dinya hişyar dibe

    ji xew radibe

    ji me re

    strana azadî û serbestiya

    Kurdistanê

    binehwirîne,

    û dengê wê stranê, bila,

    mîna tîrêjên rojê ên pak û zêrîn

    bikeve nav dil û guhên me.

    Bilûra min,

    Tu î xemrevîna dilketiyên welêt /Bilûra Wî/



    2013.07.19-17:06 | sîyajan_56

    17. ceng sağnıçê ku bi nivîsên xwe yên kurdistanî li ser facebook û twitterê di nav kurdan de gelekî meşhûr e di demnameya xwe ya facebookê de wêneyekê nû yê mîrê mêrxasan ku heta niha min li tu derî nedîtiye ku tê de di nav erdekî bej û beyar de li ser qutiyekî dep rûniştiye û bi lêvbişirînî li pêşber dinêre parve kiriye.. nizanim çima lê çi gava çav bi wêneyî ketim wekê ku bavpîrê xwe yê rehmetî dîtibim bi girî ve bûm..

    rehma Xwudê li te be mîr..

    xwudê vê dinyaya gewrik nayîne bîra te bîr..

    xwudê ruhê te bi rehm û dilovaniya xwe şa bike mîr..

    xwudê qebra te ya teng û tarî bike baxçeyek ji baxçeyên edenê mîr..

    xwudê mizgînî û xeberxêrka kurdistaneke azad û serbixwe bigihîne û biniqutîne ruhê te û ruhê hemû pakrewanên kurdistanê mîr.. https://www.facebook.com/photo.php?fbid=10151662114034061&set=a.101180719060.87288.618934060&type=1&theater



    2013.07.30-03:54 | endazer

    18. bi gotina dapîra wî re:

    cecoyê min



    2013.07.30-13:16 | mam selam

    19. romana mehmet uzun ya "bîra qederê" li ser jiyana wî hatiye nivîsandin



    2013.07.30-13:35 | arami

    20. bûye navê pirtûkxaneya nû a şaredariya sêrtê a li cadeya guresê. di rayandina li meclîsê de tenê yek kes dijî vî navî derketiye ew jî endamek akpî ye



    2013.08.22-18:02 | brusk56

    22. hevoka wî ya zedetir bandor li ser mirov dike ev e "heta me xwe nas kir, me emrê xwe xelas kir." ma ne wisa ye?



    2013.08.23-17:13 | nuçevan

    24. bav û roniya çavê xençernûsan.li pey xençerê me,helbet ezê bi dest xwe bixim.



    2013.08.23-21:23 | tivirloismail

    25. mîrê kurd.. berî şêst-heftî salan bi naşî û nezaniya ciwanên kurd hesiyaye û tembî û şîret li wan kirine..

    ''Xorto wilo bixebite: An bi xwe çêke, an arîkariya ewan bike ko çêdikin, ava dikin... Di dinyayê de tu tişt nîne ko tekûz bit. Di her tiştî de, nemaze di karên nû destpêkirî de, pirîcar, kêmanî hene. Heke te kêmanî dîtin, hema dirêjî wan meke. Lê bixebite ko tu bikevî nav wan, arîkariya daniyan bikî û wan kêmaniyan biedilînî. Hilweşandina stûnekê hêsanî ye. Huner di rastkirina stûna xwêl de ye.''



    2013.09.07-13:47 | endazer

    26. eger zimanê kurdî îroj di nav çerxên çerxa felekê, yên ku her çi tiştê dike nav diranên xwe dihêre, de mîna riya kadizê di nav tarîtiya dehrê de pirtikpirtikî belav nebûye, li ber pêlên demê yên ku herçi tiştê dide ber xwe virde wêde hûrhûrî belav dike de virde wêde belav nebûye, bi xêr û saya çend camêran e ku yek ji wan jî celadet elî bedîrxan e.



    2013.09.11-22:15 | fethî ronî

    27. mîrê ferhenga kurdî û kurmancî.. di hejmara pêşîn ya kovara hawarê de wiha gazî kurdan dike û hawara xwe digihîne kurdan:

    ''Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşîyê vedike. Kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide nas kirin.

    Hawara me berî her tiştî heyîna zmanê me dê bide nas kirin. Lewma ko ziman şerta heyînê a pêşîn e”. Hawar hejmar 1/1932



    2013.09.24-02:50 | endazer

    28. kesê ku min du xûlek berê wêneyê wî kiriye wêneya profîlê ya xwe. herweha kesekî gelek kar û hewl li ser berhev kirina peyv û gotinên kurdî daye.



    2013.09.24-02:52 | seranser

    29. dengê xwe li ciwan û cêhilên kurd dike û dibêje:



    ''Dema ko tu dixebitî qet li dora xwe menihêre. Heke ên din dixebitin an ne. Herçî ko dixebite karê xwe pêk ditîne (tîne) û karê tu kesî bi xebata yekî dîtir naçe serî. Her dar bi pelên xwe sayedar e, ne bi pelên darên dorê.”



    2013.09.24-02:54 | endazer

    30. bilûra gelê me...



    2013.09.24-11:21 | hozanagirîn

    31. ronakbîrê mezin ku gelek zimanên dizane.Kurdî,tirkî,fransî,almanî,rumî,îngîlizî,erebî



    di kurdî fransî û tirkî de xwedî berhem e



    2013.11.03-13:36 | diljan

    32. NAVê KURê MIN ê DELAL E. JI BER XATIRê CELâDET ELî BEDIRXAN MIN NAVÊ KURÊ XWE KIR CELÂDET. Hê 6 MEHÎ YE PEYV Û AXAFTINê FêM NAKê Lê EZ HER GAV DEVê XWE DI DEYNIM BER GUHê WÎ û VAN ŞîRETAN Lê DIKIM :'' KURê MIN NAVê TE NAVEKÊ GIRAN E. DIVê Tû LAYIQê NAVê XWE Bê. XWEDIYÊ NAVê TE (cELâDET ELÎ BEDIRXAN) JI AXA XWE RE, JI ZIMANê XWE RE Û JI GELLê XWE RE gellek xizmet KIRIYE. LAZIM E TI JÎ XIZMETKERê AXA XWE, ZIMANê XWE û GELLê XWE Bê.'' BELKÎ JI BO VAN ŞîRETAN Hê GELLEK PIÇÛK Bê Lê GOTINEK HEYE Kû DIBêJIN KURMê ŞÎRî HETA PîRî. EZ JI NAHA VE ŞÎRETAN LÊ DIKIM JI BER KÛ HER û HER SER RêYA CELÂDET Bê...



    2013.11.19-02:08 | nan û av

    33. hin kes hene pereyan li ber gelê xwe didin, hin kes hene jiyana xwe li ber gelê xwe didin, hin kes hene bedena xwe li ber gelê xwe didin. Celadet yek ji wan şêrgeleyan e ku her tiştê xwe li ber gelê xwe daye.



    2014.10.30-01:41 | berxweda

    34. Celadet Alî Bedirxan – Bavê Sixtekirina Êzîdiyatî

    Nivîskar: Dewran Dasin



    Di çend dehsalên dawî de şerekî piskolojîk di navbera hêzên kurdî ji bona bixwegirtina Êzîdiyan de çêbûye. Di salên 70yî de rejîma Ba´sê di bin bandora Sedam Hisên dixwest Êzîdiyan wekî miletekî ereb bianiya naskirin û li ser vê esasê asîmîle bike. Gelek lêkolînvan û rûsipiyên Êzîdiyan, di nav wan de Babaşêxê Êzîdiyan ya wî demî, rehmetiyê Şêx Hecî Simayîl, vê siyaseta asîmîlasiyonê red kirin û tucar qebûl nedikirin.[1] Wan vê siyaseta asîmîlasiyonê gelekî bê bandor hiştin.





    Ji salên 90î û virde hikûmeta herêma Kurdistanê KRG di bin bandora Mesûd Berzanî Êzîdiyan eşkere wekî „kurdên resen“ da naskirin. Li ser van gotinên xwe wî zêde kir û got, kû bila Êzîdî bixwe, xwe wekî Kurdên resen bi naskirin bidin û yên xwe wekî Kurdan nebînin, ew vê wekî problema wan ya şexsî dibîne. Di eynî wê wextê de, yanî di salên 90î de û heta roja îro PKKê Êzîdiyan wekî Zerdeştiyan da naskirin.[2] Li ser vê bingehê gelek Qewlên Êzîdiyan hatin sixte kirin û yên sixtê hatin çêkirin, da kû Êzîdî wekî Zerdeştî werin naskirin. Ev qewlên sixte û sixte di gelek rojname û kovarên PKKê de jî hatin belav kirin.[3]



    Eger em van nuxtên li jor hatinê gotin kûr şirove bikin, ev gotara dê gelek dirêj bibe. Ev ne sedema vê lêkolînê ye. Balkêş, bi gorî baweriya min, tiştekî dine: Gelo bingeha “kurdkirina” û “zerdeştîkrina” Êzîdiyan û pêre jî sixtekirina Qewlên Êzîdiyan ji kuderê tê? Gelo sedema wê çiye?



    Belê, di lêkolînên gelekî kûr de navekî baş naskirî derket holê. Navekî, yê di nava kurdên nasîonalîst, an jî kurdên miletcî xwediyê qedirê girane. Navê wî kesî: Celadet Alî Bedirxane.



    Celadet Alî Bedirxan – Jiyanname bi kurtî



    Di pêşî de jibo xwendevanên hêja, yên Celadet Alî Bedirxan nas nakin, meyzak li ser jîyana wî. Celadet Alî Bedirxan di roja 26ê meha Nîsanê 1893 hate dinê. Ew lawê Emîn Alî Bedirxan û torinê Muhemmed Bedirxan (Mîre Botan: Bedirxan Beg) bû. Mala Bedirxana ji eşîra Ezîzan e, yê kû hîn heta sedsala 16an de bi piraniya xwe Êzîdî bûn. Pîrka wi ji aliyê bav Êzîdî bû. Ew wê caxê ji Bedirxan Beg bi zorê ji mala Mîra (Mîrê Êzîdiyan) hatibû revandin û wekî kole bû qurbaniya lîstikên “mêraniya” Bedirxan Beg. Bedirxan gelek carî destdirêjî wê kir û bi zorê bi wêre zewicî. Sedema wî binpêkirina namûsa Êzîdiyan bû. Bî vî awayî bavê Celadet hate dinê.



    Di vê mijarê de, cend gotin li ser Bedirxan Beg jî bila kêm nemînin. Bedirxan Beg, yani kalkê Celadet di derdora sala 1832 de bi rêhevalê xwe Mîr Rêwandûz Paşa (Mîrê Kor) kokanîna gelê Êzîdî anî. Wê çaxê wî dor 20.000 Êzîdî qetil û serjê kir. Gelek ji wan wî bi destê xwe kuştin. Di eynî demê de wî (yan Mîrê Kor) Mîrê Êzîdiyan yê wî demî, Mîr Alî Begê mezin jî qetil kir. Di sala 1836 di bin fermandariya Bedirxan Beg zêdetirî 10.000 Xristiyan hatin qetilkirin. Di derdora 1840 de û jê pêve wî gelek fermanên din jî li ser serê Êzîdiyan pêk anîn. Di sala 1847an de Êzîdiyan, piştî wan hevkariya bi Bedirxan Beg û hinek Mîrê din ye Kurda red kirin û pêre di bin fermandariya Mîrê xwe yê wî demî Mîr Hisên Beg, lawê Alî Begê mezin û hevkariya Osmaniyan Bedirxan Beg û rêhevalên wî xistin û were tola hezara qurbaniyên Bedirxan Beg hilandin.[4]



    Belê, em dîsa vegerin ser Celadet Alî Bedirxan. Celadet hovîtiya kalkê xwe tu car ne rexne kir, ne jî xwe ji wî dûr kir. Tew wî di gelek kovar û rojnameyan kalkê xwe wekî mêrxas û egîtekî da naskirin. Çêdibe kû ev ew mana ye, ku heta roja îro gelê Kurd vî Hovkarî wekî egîtekî nas dike. Ev jî dikare bibe sedema lêkolîneke bixwe. Lê ev careke din.



    Li ser siyasetê Celadet gelekî jîr bû û di gelek rêxistinan de jî bû. Wî bixwe jî gelek rêxistinên siyasî û miletcî ava kirin. Mînaka rêxistina Xoybûn anjî Kürdistan Teali Cemiyeti (krd: Civaka hilandina Kurdistanê). Jê pêve ew nivîskar û xwediyê gelek kovaran bû, wekî ser mînak „Hawar“ û „Ronahî“. Belê ew jî bû yê alfabeya latînî jibona zimanê kurmancî bi kar anî û avakir.



    Di çarcoveya kar û xebatên xwe jibona meseleya kurdîtiyê de ew tevlî gelek serhildan û şoreşan bû. Ji ber wê ew gelek car neçar ma, koç bibe. Were jî ew di sala 1922 de hate Almanyayê û li wê derê hiqûqê xwend û bi dawî kir. Bêguman Celadet Alî Bedixan û gelek kesên din jî, ji mala Bedirxana di nava gelê Kurd de wekî mêrxas, egît û arîstokrata tên naskirin. Herwiha ew wekî afirînerê bingeha nasîonalîsma kurdîtiyê jî tên naskirin û pîrozkrin. Celadet di roja 15ê Heziranê di sala 1951 bi emrê 58 salî de, bi qezayekê jiyana xwe ji dest da.



    Sixtekirina tekistên pîroz ye Êzîdiyan bi destê Celadet Alî Bedirxan



    Di kovara xwe de, ya bi nav „Hawar“, Celadet da zanîn kû pêşiyên êzîdiyan bi xwe zerdeştî bûn, an jî êzîdî bêşek ji zerdeştiya nin. Herwiha wî hewl dida kû zerdeştiyan wekî pêşiyên Kurdan bide nasîn.[5] Li ser vê esasê wî dixwest Êzîdiyan wekî paresvanên çand, hûner û ola kurdîtiyê bide naskirin. Lê di „tekistên pîroz“ ye Êzîdiyan, yên wê çaxê hatibûn nivîsandin û parvekirin, wî tu bingeh ji bo wê bîrûbaweriya xwe nedît. Di vê nuxtê mihûme kû were gotin, ge ew tekistên wê caxê hatibûn nivîsandin, ne bi destê Êzîdiyan hatibûn nivîsandin. Ew tekistên him dûrî rastiya tekîstên pîroz (wekî Qewl, Beyt, Qesîde ûhw.) ye Êzîdiyan yên resen bûn, û him jî bi eslê xwe ne durist bûn.[6] Ew mecbûr bû hinek têkistê Êzîdiyan sixte ava bike, da ku bingehakê ji bo bîrûbaweriyê xwe çêbike.



    Ji „Qesîdê Şerfedîn“ ya wekî Qesîdek herî pîroz nava civaka Êzîdiyan de tê naskirin, Celadet jê Sebeqak gelekî mihûm sixte kir û pêre belav û par kir. Qesîda Şerfedîn xwedî mijarek qedir girane û li ser bûyerek dîrokî ya Êzîdiyan tê gotin. Di vê Qesîdê de wî peyva „Êzîdxan“ (wekî Welatê Êzîdiyan tê naskirin) bi peyva „Kurdistan“ guherand. Lê bi rastî peyva „Kurdistan“ di tu Qesîdek, Qewlek an jî Duaek Êzîdiyan de cîh negirtiye û tu car jî nayê gotin. Bi rastî di lêkolînê de hatiye tesbîtkirin, kû Celadet Alî Bedirxan bixwe nivîskarê vê Qesîda sixte bû.



    Di sala 1933 de ev Qesîda sixte ya yekemin di pirtûka wî de hatibû çap kirin. Navê wê pirtûke „Nivêjên Êzîdiyan“ bû. Di eynî wê salê de birayê wî Kamûran Alî Bedirxan vê Qesîda sixte di kovara “Hawar” qeliband zimanê fransî.[7] Di sala 1938an de ev Qesîda sixte bi zimanê almanî ji hate qelibandin û parvekirin.[8]



    Di şîrovekirina gotar û tekistên Celadet Alî Bedirxan zû tê dîtin, kû ev gotarên wi ne encamên lêkolînan an jî fikrên kûr û giran bûn. Xwendekarekî hêja dikare di xwendina tekistên wî de gelekî zû eşkê propagandayê tesbît dike. Ji sixtekirina Qesîdên Êzîdiyan zêdetir, wî hewl dida kû eşkê ola Êzîdiyatiyê bixwe biguherîne. Di vê nuktê de pêşî mihûme ku were gotin, ge di ola Êzîdiyatiyê tu dijminatiya gelan an jî qehr û gotinên xirab li hember tu kesî qebûl nake û di tu tekistên pîroz de jî cîh negirtine û cîh nagrin. Lê Celadet bi vî eşkên Êzîdiyatiyê jî list. Di tekistekî, yê ku wî wekî tekistekî pîroz ên Êzîdiyan bi nav kir, ew dijminatiya kurdan hemberî ereb û tirkan wekî tiştekî pîroz nîşan dide. Jibo famkirina vê, ev du sebeqe nin, yên bi destên nivîskarê vê lêkolînê ji zimanê fransî hatine qelibandin ser zimanê kurmancî:



    “Şerfedîn xerzê gulî (kulî)

    Mizgînê bînê Kurdistanê

    Bila veken deftera îmanê

    Şêşims roja Êzîdiyane

    Şerfedîn mîre li dîwanê



    Şilîxan biketin Kurdistanê

    Wê topan berdin Turkistanê

    Textî raketin bibte Kurdistanê

    Qeda dikevte mala Erebistanê.”[9]



    Şirovekirin



    Di nava civakê de Celadet Alî Bedirxan, tevlî babîrê xwe yê xwînxwar, wekî kesekî pêşdeketî tê naskirin. Wekî kesekî yê herdem xêrxwaziya gelê xwe û bi taybetî yê gelê Êzîdî dixwest. Lê ji ber encama lêkolîna jor, ev kesa, ne jibo xêrxwaziya Êzîdiyan dixebitî. Bawerî ewe kû, wî tenê jibo propagandaya nasîonalîsma kurdî, ola Êzîdiyatiyê bi kar anî. Ger were gotin, kû kalkê wî Mîr Bedirxan Beg bi rêya fîsîkî kokbirîna Êzîdiyan pêk anî, di wê demê de jî dive were gotin, ku torinê wî Celadet Alî Bedirxan civaka Êzîdiyan bi rêya pîskolojiyê gelekî xerab kir.



    Jibo xatirê nasîonalîsma kurdîtiyê wî ola Êzîdiyan wekî olek zerdeştî da naskirin. Wî tekistên pîroz ye Êzîdiyan sixte kir, tenê jo bo xatirê propagandaya nasîonalîsma xwe. Ev heta roja îro berdewam dike. Mixabin îro Êzîdî di şexsê xwe de bûne du perce: Yek xwe wekî gelê Zerdeşt dibîne, yên din jî vî red dikin. Partî û rêxistînên sîyasî û civakî, wekî PKK û PDK, jî di vê mijarê de rola xwe ya girîng dilîzin: her yek jibo berjewendiyên xwe bi beşekî Êzîdiyan girtine û kaş dikin.





    Çavkanî



    Allison, Christine: „Unbelievable Slowness of Mind": Yezidi Studies, from Nineteenth to Twenty-first Century”, Journal of Kurdish Studies, 6. Ausgabe, Peeters, 2008, r. 1-23



    Allison, Christine: „Representations of Yezidism and Zoroastrianism in the Kurdish newspapers Hawar and Roja Nû“, di: Daēnā to Dîn. Religion, Kultur und Sprache in der iranischen Welt, 2009, Göttingen, r. 183-290.



    Demir, Hayrî: „Der blutige Schatten des Bedirxan Beg“, ÊzîdîPress, 2013, http://www.ezidipress.com/PDF/DerblutigeSchattendesBedirxanBeg.pdf (30.12.2013)



    Feqîr Hecî, Bedel: „Çawetiya naskirina têkistên rast û dirustên diyaneta Êzdiyan“, di: Şêx Fexrê Adiyan – Fîlosof û xasê ola Êzdiyatiyê“, Dengê Êzîdiyan, Oldenburg 2009, r. 124-153.



    Hadank, Karl: „Untersuchungen zum Westkurdischen: Boti und Ezädi“, Hamburg, 1938.



    Kreyenbroek, Philip: „Yezidism-Its Background, Observances and Textual Tradition“, New York, 1995.



    Guest, John S.: „Survival Among the Kurds: A History of the Yezidis“, New York, 1993.



    Omarkhali, Khanna: „Yezidi Religious Oral Poetic Literature: Status, Formal Characteristics, and Genre Analysis. With Some Examples of Yezidi Religious Texts“, Scrinium: Journal of Patrology, Critical Hagiography and Ecclesiastical History, 7+8,



    Kovara „Hawar“, hejmara 15, 1933



    Dr. Cindî, Xelîl: „Du´a u Dirozên Êzidîyan“, parva 1, 1997, Einbeck.



    Îdo, Bavê Şêx: „Berî 20 sala…“, Dengê Êzîdiyan 6+7, Oldenburg, 1997, r. 57-58



    „Nivîskarê nenas“: „Êzdaname I – Qewl, Duha, Diroze û Jandilên Êzdiyan“, Wêşane Laliş 2, 2002, Bielefeld.



    [1] Îdo 1997: r. 56 û dûmahîk.

    [2] Alison 2008: r. 16 û dûmahîk

    [3] Ev qewlên kû em bahs dikin evin: „Qewlê Zerdeşt“, „Qewlê Newroz“ û „Qewlê Pîrê Sîba“. Nivîskarê van Qewlên şaş heta roja îro ne hetine naskirin: „Nivîskarê nenas“: 2002: r. 90 u yên dawî, r. 139 û yên dawî, r. 142 û yên dawî.; birêna: Omarkhali 2012: r. 171, Hecî 2009: r. 129 û yên dawî.

    [4] Bi dirêjî li ser vê mijara Bedirxan Beg û gunehkariya wî: Demir 2013: r. 8-13

    [5] Binêre: Allison 2009: r. 286 û yên dawî.

    [6] Li ser afirandina wan tekistên berê wekî „rast“ dihatin dîtin; binêre: Kreyenbroek 1995: r. 10 û dawî; herwiha: Guest 1993: r. 146 - 164

    [7] Kovara Hawar 1993, hejmar 15, r. 8 û dawî.

    [8] Cindî 1997: r. 21

    [9] Cindî 1997: r. 21



    2015.07.09-01:49 | hola êzîda

    35. (bnr: herekol ezîzan)



    2015.07.09-02:12 | ronahî

    37. Kesê ku ez rêzek bêdawî jê ra digrim e.

    Tişta ku kurdan wê demê neditîye , mîr celadet eli bedirxan pirr baş ditîye. Mîr ,kovara ronahî û hawar re sernivîskarîyê dike.Celadet elî bedirxan li ber zimanê kurdî Îngilîzî, Fransî, Almanî, Tirkî, Farisî, Erebî, Yunanî jî dizanî bû.Ew û malbata wî her tim wek kocber bûne ji zilma mistefa û derdorê wî.

    Mîr celadet baş dizanibû ku kurd perwerde û xwendinê pêşta nebin yê wek niha belengaz û bindest bin mixabin wisa jî bû.Kesên ku zane ,xwendî her tim ji alîyên kurdan ve wek dijmin çawa dabe nîşan kirin tê dîtin.

    Kurdên rewşenbîr li ber nezanên kurdan nikarin rexneyek bînin ziman.Ev kurdên nezan jî lewra Nafikirin û nabêjin yaw ev rewşenbîr çi dibêje.

    dijmin û zordest vî tiştê baş dizanibûn ku kêmasîya (tunebûna) mîr celadet elî bedirxan û hevalên wî ji bo kurdan baştir e.

    Ku kurd ji xwera serok , zane



    2019.04.03-15:13 ~15:15]| brzn

    38. em hemû çawa navê mîrê kurdmancîyê xelet dinivîsin? navê camêr celadet alî bedirxan e. elî xelet e. têkilîya wê jî bi navê 'elî re nîn e, wateya wê ihtimalek mezin "ji alîyê bedirxan, ango bedirxanzade" ye.

    wan jî her û her wilê bikar anîye binêrin hawarê:



    2019.09.15-12:21 | xendekî

    39. Ziwannas, Nuştox û sîyasetkar...

    Mîr Celadet Alî Bedirxan serra 1893 de; Îstanbul de ameyo dinya. Mektebo verên û mîyanên Îstanbul de wendî.

    Serra 1922 de Celadet Alî Bedirxan û pa birayê xwu kamiran alî bedirxanşinê. Almanya. Celadet Alî Bedirxan uca de perwerde girewto.

    1951 de dinya ra bar kerdo. Nika mezelê ey Şam de yo.

    Celadet Alî Bedirxan serra 1932 de kovara hawar û serra 1942 de kovara ronahîveceno. Nê ra teber zaf xebatê ey esto.

    Nê ra çend heb xebatê ey;

    Elifba Kurdî
    Rûpelên Elfabê
    Rêzimana Elifbaya kurdî
    Rêzimana Kurdî (Pa Roger Lescot )
    Ferhenga Kurdî



    2020.02.03-21:59 | bazêçewlîg

    40. - 1 -

    nevîyê mîr bedirxan paşa û kurêemîn alî bedirxan bû. BedirXan paşa bi xwe, ji malbata Ezîzan bû.Piştî hilweşîna dewleta Zengî, hikimdariya cizîra botan kete destê Ezîzan. BedirXan paşa di 18 saliya xwe da (sala 1821) bû mîrê Cizîra Botan. Di sala 1842-an da wî piraniya Kurdistanê ji zordariya karbidestên osmanî rizgar kiri bû. Di sala 1848 an da, leşkerê osmanî zora hêzên BedirXan paşa birin. Bi vî awayî Tirkan emareta kurdî ya dawîn, emareta Botan jî hilweşandin.

    Gelek kurên BedirXan paşa di warê rewşenbîrî û welatparêziyê da, xebateke giring kirine.
    Ev in çend nimûne:

    ***Serhildana Kurên BedirXan paşa Osman û Husên Kenan (1879) û di pê
    ra, Serhildana Medhet û Emîn Alî BedirXan di sala 1889-an da.

    ***Derxistina rojnama kurdî ya pêşîn: Di 22 yê Nîsana 1898 an da, mîthat bedirxan rojnameya kurdî ya pêşîn "Kurdistan" bi kurdî û tirkî, li Qahîrê derxist. Sala 1900, birayê mîthat ,Evdirehman, Kurdistan li Cinêv û Folkston derxist. Sureya BedirXan jî, ew li Stenbolê
    (piştî îlankirina meşrûtiyetê) û di pê ra, li Qahîrê di zemanê Şerê Cîhanê yê Yekemîn da.

    ***Komelên welatparêzî: Emîn Alî BedirXan yek ji sazkerên ' Komela Hevkarî û Pêşketina Kurdistan"19.9.1908, "Komela Pêşketina Kurdistan", 1918 û "Komela Vêkxistina Civakî'bû. Gelek BedirXaniyên din jî endamên wan komelan bûn. Celadet BedirXan bi xwe jî endamê vê komela dawî bû.Gelek çavkaniyên ku behsa BedirXaniyan dikin, didin xuyakirin ku, Celadet li Stenbolê,
    di (26.4. 1893) da hatiye dinê.
    Karbidestên osmanî rê nedidan BedirXaniyan ku biçine Kurdistanê. Lewra Emîn Alî, mamoste, mitrib,çîrokbêj ... hwd. ji Cezîra Botan tanîn Stenbolê, daku danûstandina wan digel welêt, ziman û adetên kurdî her geş bimîne. Rast e, Celadet, ne li Kurdistanê mezin bûye, le ew di heyameke kurdistanî da xwedî bûye.

    ***Emîn Alî beg Hakimê ceza bû. Ew her heyameke li bajarekî ji bajarên dewleta osmanî yen wek Ekka, Nablus, Salonîk û Edirne, dima. Lewra Celadet jî li dibistanên gelek welatan xwendiye. Ji dibistanê pê ve, bavé wî mamosteyên xisûsî yen zimanên yûnanî
    farisî, firensî û rûsî, je ra tanîn malê. Zimanên erebî û tirkî wî di dibistanan da, hîn kirine.

    ***Celadet Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn da, her du bira, Celadet û Kamiran, bûne serbaz
    (zabit). Celadet digel ordiya osmanî ya Qefqasê û Kamiran digel a Belqanê,çûne şer.



    2020.03.08-22:55 ~22:55]| tîrêj zana 21

    43. -2-
    ***Di sala 1919 an da berî ku peymana "Sevré" di navbera impratoriya osmanî û Hevalbendan da bê morkirin, Celadet û kamiran bedirxan, ekrem cemîl paşa û mêcerê inglîzî Nowel, ji bo naskirina daxwaz û dîtinên miletê kurd, çûne Kurdistanê.Vê serdana welêt, fikra danîna elfabeyeke latînî-kurdî xistiye serê Celadet BedirXan: "Di sala 1919 de, me da bû çiyayên Meletyê. Em keti bûn nav eşîra Reşiwan. mêcer nowel(ingilîzek jî digel me bû. Mêcer zarê nîvro dizanîbû, dixebitî ku hînî zarê bakur bibe, û jixwe re her tişt dinivîsandin. Min jî hin medhelok, stran û çîrok berhev dikirin.Carinan me li nivîsarên xwe çavên xwe digerandin, dixwendin û diedilandin. Min bala xwe dida Mêcer, bi bi lêvkirineke biyanî,le bê dijwarî destnivîsa xwe dixwend. Le belê ez, heta ku min (û, J)ji (o, J) û (î, S) ji (ê, tS) hwd. derdixistin, diketim ber hezar dijwarî. Ma çima?. . Ji ber ku mêcer bi herfên latînî, le min bi herfên erebî dinivîsandin.
    Ser vê yekê, di cih de min qerara xwe da û ji xwe re bi herfên latînî elfabêyek lékanî. Êdin min bikariya destnivîsa xwe pişt hezar salî jî bê dijwarî û weke xwe bixwînim, ji ber ku her deng cihê li ser kaxezê dihat sekinandin. )"
    Ji ber vê yekê, Celadet dest bi danîna elfabeyeke latînî-kurdî kiriye. Ji ber ku tîpên elfabeya latînî tenê 26 in, wî hin tîpên hevedudanî wek (ou, ch, ai. . . hwd.). bi kar anîne. Le paşê, Celadet ew tîpên hevedudanî bi tîpine serxwe ji elfabeya yûnanî û rûsî guhartine. Bi vî awayî, tîpên wê elfabê bûne 36.

    ***Sala 1922 an, dema Kemalîstan fermana kuştina gelek welatparêzên kurd deranî bûn, navê Emîn Alî BedirXan tevî hersê kurên wî: Sureya, Celadet û Kamuran jî, di wê fermanê da hebû. Lewra wan bi lez, Tirkiyê bi cih hiştin.Emîn Alî tevî Sureya çûn Misirê, Celadet û Kamiran jî çûn Elmanya. Li Elmanya jî, elfabeya kurdî ji bîra Celadet neçû bû: "Sala 1924 a de, li Elmanyayê min careke din çavê xwe li elfabeya xwe gerand, hûr le mêze kir û mideke xweş li serxebitîm. Min bala xwe dida û didît ku ev sê texlît herf qenc li hev ne dihatin, herfên yûnanî û rûsî yekrengîya elfabêyê xirab dikirin. Jû pê ve tê de du herf hebûn ku ji me re ne pêwist bûn. Ji lewra min elfabeya xweji nû ve senifand: Herfên zêde jê avêtin, hin herfên latînî bilindek li wan bar kirin
    û di şûna herfên yûnanî û rûsî de êxistin. Bi vî awayî elfabêke bi sih û car herfan û yekreng hâte pê.
    "

    ***Celadet BedirXan, elfabeke kurdî, bi tîpên latînî, pêktanî û dil dikir ku bi van kovarekê derêxe. Ekrem Cemîlpaşa, Hemzeyê Miksî û hinekên din tê de pir kêmasî didîtin û bi hişkî le radibûn. Le herwekî rehmetî Celadet bi gelek zimana dizanî, pir li Ewripa mabû, bi ser de jî zor zîrek, bi hiş û huner bû, bala xwe dida rexne û gotinên xelkê û dixebitîku şaşiyên xwe binase, elfabeya xwe li gora dengên zimên pêk bîne û li gor şîwe û zaravayên têvel rêz û dûzanên bingehîn derêxe. Ew ji zû da li vî tiştî hûr dibû, le li Şamê ev karê ha, bûbû mijûlahiya wî ya hergavî.

    Celadet lîsansa huqûqê qedand û di sala 1925 an da, vegeriya Misirê. Hîngê Suraya gelekî nexweş keti bû. Kamuran li Elmanya ma û doktora temam kir. Celedet pir li Misirê nema, ew hat cem apê xwe Xelîl Ramî yê ku hîngê li Libnanê bû.



    2020.03.08-23:05 | tîrêj zana 21

    44. - 3 -
    ***Şoreşa Şêx Seîd di sala 1925 an da, ji bo daxwaza mafên gelé kurd, dest pê kir. Le ji kêmhaziriyê û ji ber hin sebebên din, ew şoreş serdest nebû.

    ***Di sala 1927 an da, gelek hêz, komele û welatparêzên kurd, Komela "Xwêbûn" saz kirin. Celadet jî, yek ji sazkerên wê komelê bû. Xwêbûnê xwe ji şoreşeke mezin ra amade dikir. Bi vî awayî, şoreşa Agrî, bi serokatiya Ihsan Nûrî paşa, disala 1930 da, dest pê kir. Tirkan ew şoreş jî, bihovîtî pelçiqandin. Kurdistan bi vî awayî, di nav pêne salan da, du caran hâte wêran kirin û şewitandin, bi sed hezaran Kurd hatine kuştin û ji welêt bidûrxistin, bi hezaran welatparêzên kurd welat bi cih hêştin û derbasî perçeyên Kurdistanê en din bûn.

    Dr. Ehmed Nafiz û birayê xwe Nûredîn Zaza jî, hîngê ji wan kesên ku neçar bûbûn welêt berdin û derbasî Sûriyê bin bûn. Dr. Nûredîn Zaza li ser nîrên wê demê holê dinivîse: "Piştî ku, bi arîkariya Kurdên Şamê, Firensizan bext da me û rê ji me re vekir ku em li Sûriyê bimînin, emjîji Helebê çûn Şamê Gava em hatin Şamê, mevanên Elî Axa, li ba xwe ji me re cih peyda kirin û bi dilxweşiyeke mezin em hewandin . Heçî mêvanên derve, ji min û birayê min pêve,
    ji van peyan pêk hatibûn: Mîr Celadet BedirXan, Qedrî, Ekrem û Mihemed Cemîl paşa û Hemzeyê Miksî. Ev hemî, bi Haco û zaroyên wî ve, endamên Civata Xwêbûnê bûn. Berî hatina me Sûriyê bi çend mehan, gava ihsan nûrî paşa li Agirî şerê Tirkan dikir, evan jî hilgirtibû ser xwe ku ji aliyê Sûriyê êrişî Tirkiyê bikin û bavêjine ser bajarên Mêrdîn,Mîdyat, Diyarbekir, Urfa û hin din. Le ji ber kêm haziriyê,nedikarîn karê xwe bibine serî û bi şûnde vegeriyabûn.
    Firensizan jî, bo xatirê Tirkan, ew girtibûn, ji sînor bi dur xistibûn û ew anî bûn Şamê.
    Herwekî armanca wan bi cî nehatibû û rê li ber tevgera wan a siyasî hatibû girtin, peyva van camêran, hîngê, ji her tiştî bêtir, li ser pirsên çandî û nemaze li ser xwendin û nivîsandina zimanê kurmancî bû.Her êvar gava mezela rûniştinê dihate dagirtin, bi kêfxweşiyeke mezin, min guhdariya dan û standin û temaşeya pevçûnawan dikir.
    "
    Celadet BedirXan, elfabeke kurdî, bi tîpên latînî, pêktanî û dil dikir ku bi van kovarekê derêxe. Ekrem Cemîlpaşa,Hemzeyê Miksî û hinekên din tê de pir kêmasî didîtin û bi hişkî le radibûn. Le herwekî rehmetî Celadet bi gelek zimana dizanî, pir li Ewripa mabû, bi ser de jî zor zîrek, bi hiş û huner bû, bala xwe dida rexne û gotinên xelkê û dixebitî ku şaşiyên xwe binase, elfabeya xwe li gora dengên zimên pêk bîne û li gor şîwe û zaravayên têvel rêz û dûzanên bingehîn derêxe. Ew ji zû da li vî tiştî hûr dibû, le li Şamê ev karê ha, bûbû mijûlahiya wî ya hergavî.

    "Belê, Hawar zaroka wê rewşa dijwar bû, stêrka wê ezmanê reş û tarî bû.Hîngê gelek rewşenbîrên kurd xweş bîrbiri bûn ku, rizgarkirina welêt û milet bi hevgihan û xebata çend malmezin, şêx, axa û rewşenbîran naçe serî. Bê hişyar bûna gel, bê zanîn û xwenasîn, ev karê giring û pîroz, tu havilên hêja nade."

    Tevî nîrên wê demê yen dijwar û tehil, tevî perîşanî û destengiyê, tevî ku çoyê Firensizan di ser serê Kurdan ra, her diçû û dihat, Hawar ji bo belavkirina hişyarî û zanînê di nav gelé kurd da, bê west xebitiye. Celadet pir ziman dizanibû, gelekî geriya bû, çanda gelek miletan baş nas dikir. Wî ew zanîna xwe bi temamî, tenê ji bo xizmeta ziman û çanda kurdî bi kar aniye. Ji roja ku hatiye Sûriyê û heta roja ku çûye rehma Xwedê, ji bo vê armanca bilind, xebateke bê west kiriye. Celadet çîrok, çîrçîrok, destan, methelok û stranên kurdî kom dikirin. Ew bi danîna bingehên rêzmana kurdî mijûl dibû.Wî nivîsar, folklor, qeydeyên elfabê û rêzmana kurdî werdigerandin firensizî.
    Celadet nivîsarên rengareng ji zimanên biyanî werdigerandin kurmancî û nivîsarên ku dihatin ji Hawarê ra, rast dikirin û ji çapê ra amade dikirin. Ji navê xwe pê ve, Celadet bi çend navên din jî nivîsarên xwe belav dikirin: Herekol Azîzan, Xweyîyê Hawarê, Hawar, Stranvan, Stranvanê Hawarê, Bavé Cemşîd, Bavé Cemşîd û sînemxan.

    Di herdu jimarên Hawarê yen pêşîn da, nivîsarên Celadet bê nav in. Di ber karê Hawarê ra, Celadet gelek kitêbên hêja jî nivîsîne. Hinek ji wan di nav kitêbên (Kitêbxana Hawarê) da hatine belavkirin. Eserên Celadet yen wekî din ev in:

    ***Doza Kurdî: Ev kitêb di sala 1930 da, bi firensizî hatiye belavkirin. Nivîskar navekekî nehînî(Dr. Bileç Şêrkoh) ji xwe ra daniye. Paşê ew kitêb bi erebî ser pirsên çandî û nemaze li ser xwendin û nivîsandina zimanê kurmancîbû. Herjî, bi navê 'El-Qediyye-1-Kurdiyye' ' li Qahîrê hatiye çapkirin. Dîroknivîsê kurd Dr. Kemal Mezher dibêje ku nivîskarê wê Celadet BedirXan bû.

    ***Doza Kurdî bi navê "Belavoka Komela Xwêbûn a pêncan" hatiye belavkirin. Çapa kitêbê ya erebî ji 113 rûpelan pêk hatiye.Dema rojhilatnasê firensî rog er lescot , di salên 1941 - 1944 an da li Şamê bû, ew û Celadet bi hev ra xebitîne ku rêzmana kurdî ya ku berê C. B. di Hawarê da belav kiri bû, firehtir bikin û di şiklê kitêbekê da bi firensizî bidin çapkirin. Le berî qedandina vê xebata hêja, R. L. vegeriye Firensa. Di sala 1970 da wî ew kitêba giranbiha daye çapê. Birê kitêbê yê dawî(syntax, hevoksazî,ristesazî) xebata R. Lescot ye.

    ***Celadet destnivîsa ferhengekî Kurdî-Firensî jî amade kiri bû, le hê ew neda bû çapê. Rewşen xanimê ew destnivîs, sala 1971-an, pêşkeşî "Ekadêmiya Kurdî" ya Bexdadê kiriye.



    2020.03.08-23:07 | tîrêj zana 21

    45. (bnr: legends never die)












    2020.03.09-08:26 | xelîl

    46. Ziwannas,sîyasetkar û rojnamewan...

    Mîr Celadet Alî Bedirxan serra 1893 de  Îstanbul de ameyo dinya. Mektebo verên û mîyanên Îstanbul de wendî.

    Serra 1922 de Celadet Alî Bedirxan û pa birayê xwu kamiran alî bedirxan şinê  Almanya. Celadet Alî Bedirxan uca de perwerde girewto.1951 de dinya ra bar kerdo.

    Keyeyê Bedirxanîyan emrê xo nayê mucadeleyê dîrok, kultur û ziwanê Kurdan ser o. Nika zî Kurdan, Bedirxanîyan rê zaf qiymet danê.



    2020.04.26-23:37 ~23:40]| bazêçewlîg

    47. Zimanzan, rewşenbir, siyasetmedar, zana û mîrê ku îroj ketiye 127 saliya xwe. Belê îroj rojbûna wî bû. 26. 04. 1893 an de li stenbolê ji dayik bibû û dê heya dinya xweş ava be di dilê kurda de her û her bijî. Heke îroj em li vir dikarin binivîsin û em dikarin bêjin em kurd in helbet bi saya vî camêrî ye. Bila her di nava ronkahiyê de be!



    2020.04.27-00:13 | tîrêj zana 21

    48. Rojbûna birêz Celadet Elî Bedirxan e û ku nehatiye nirxandin lê helbestvan e jî.
    127 sal ewil , wî bi xebatên xwe bo ziman rêya me û pêşeroja me kurdan ronî kiriye.
    Em nikarin van rojên reş te zimanê xwe li gelê xwe bidin erê kirinê , bifikirin ku wî çawa kiriye.
    Ez carnan difikirim û dibêjim qey ez tenê me; Kurdek tenê me û xwe wek fezayî hîs dikim di kurdayetiyê de.
    Mîr Celadet Elî Bedirxan , ka bêje te çawa kir û tu derketî pêş di nav nezantiya kurdan de ...
    bi rêzdarî bi bîr tînim.



    2020.04.27-00:30 | brzn

    49. ne jê ba, min nikarîbû li vir binivîsim, tu her hebê mîrê minî nemir, cihê te bîhuşt be.



    2020.04.27-01:13 | merwano

    50. negotiye: kurdno malxerabno eyb e şerm e fihêt e, an bi Kurdî biaxivin an jî nebêjin em kurd in.
    gotiye: kurdno malxerabno eyb e şerm e fihêt e, an hînî zimanê xwe bibin an jî nebêjin em kurd in.



    2020.05.12-09:10 | xendekî

    51.



    Here lînkê



    2020.05.13-02:17 | gumgumok

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    navê der û berên amedê [1]
    (bnr: li amedê cihên gerê) li jêr mijara jor behs li çend ji van ci...
    kur [2]
    di farisî de ji bo cehnîkên hespan û dehşikên keran, kurre (کـ...
    başlê kirin [1]
    Peyva ku ez xeylek caran esseltene bikar tinim. Weke ji peyama jor j...
    başlê kirin [3]
    Peyveke tirkmancî ye. Ji tirkî derbasî dimilkî û kurmancî bûye...
    dêra saint george [2]
    Dêra Saint George li keleha hundirîn(içkale) ya Amedê ye. Li bakurê ro...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » celadet alî bedirxan
    » alîkarî nekirina barzanî ya ji bo kurdistana rojhilatê
    » bedîrxan sindî

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi dirok weje ziman
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî